
ŞÎYARNAME
Te di dil û mejîyê me da ava kir vîn
Te bi mane, têgeh û watetir kir ev jîn
Çeka te li ser milê te bû her dem û gav
Li hember dijmin dilê te bibû tejî kîn
Wêrekî û cesareta te bûye bingeh
Xewn û xeyalên te ji me ra bûye fêrgeh
Te raman, hest û bawerî ava kirîye
Lewma ji me ra bûyî dibistan û jîngeh
Dilnizmî û dilgermîya te bê hempaye
Fikir û zikra te pir fireh wek deryaye
Ked û xebatên te qet nayên jibîr kirin
Ji ber ku tu şervanê Arî û Medya ye
Wekî Ristemê Zal tu ketî li nava şer
Te xwîn ji kezeb û milaka wan anî der
Bi vîn û keda te bendav hate parastin
Va ya îro me diparêzin ev dar û ber
Şervanê Qeremoxa serhildêr û wêrek
Dê, bav û cîran bêrîya te dikin gelek
Tu li ber çavên wan î winda nabî ti car
Keç û xortên gund li dora te bûne xelek
Fena navê xwe her dem hazir û şîyar bû
Mîna Zerdeşt û Manî timî bi bîryar bû
Te bi gîyana xwe parast ev xeta pîroz
Wek Xanî û Mele dil tejî dost û yar bû
Gotin û peyvên te ji zêrê bihatir bû
Hest û bîrdozîya te ji bîran kurtir bû
Tu bibû bawerî û serkêşê jîyanê
Armanca te ji asîmana bilintir bû
Ji bo te çiqas bêjim kême ne temam e
Dilê me bo te bûye hêlîna xeman e
Şev û rojan, dem û çaxan li bîra me yî
Tu ji hêvîyên me ra mekan û zeman e
Heval û hogirî di te da bibû pîvan
Ruh û bedena te her timî dima ciwan
Tu moral, coş û xiroşa azadîyê bû
Lewma bi reng û dengê te xweş bibû jîyan
Rêz û hez kirina te nayê jibîr kirin
Dê ev şer û cenga te were dîrok kirin
Em ê te timî bixwînin û binivsînin
Da ku di mejîyê me da bi jîyar kirin
Ji bo bîranîna Şehîd Şîyarê Qeremoxî
Şoreşê Ûzîmî, Qadên Azad
05.05.2025
Ez Vindî Bîya! Şîîre.