Dil Dibestim

Pexşan: Dil Dibestim! Azad Ararat

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset
Pexşan: dil dibestim

Keyepelê edebîyatî. Bi dimilkî û kurmancî.

Nivîskar: Azad Ararat

Dil Dibestim

Guldesteyek ser dilê te datînim. Awirên te ji xwe ra dikim lihêf. Dilop-dilop xwîdana te rijandî, ji xwe ra dikim dermanê rewana xwe. Şûnpîyên te yên çîyayî, ji nîveka dilê xwe maç dikim. Dil dibestim, bi dilê dêya te.

Hûrbarana bûharî, ku di ser te da dibarîya, bereketa axê ye. Xwîna te ku niqutî bedena axê, bûhara geş e, hemêza Dîjle û Firatê da. Çi bilind in, çîyayên me, ji bilindtiran, bilindtirîn tû yî heval. Bi sebir, bi hemd, diherikin çemên me. Ji çeman, dirêjtir e doza te. Ji çeman nazenîntir e, têkoşîna te. Mij û morana xwînawî, zikê axê têr dike. Hilke-hilka te kişandî, avraz û ber bi jorên giran, dil û mejîyê piçûkan, dagirtîye bi hestê tolan.

Awirên qumrî û tivîlkan, ji rindekîya çavên te ne. Binêre heval, bibîne heval, ji çavê her qumrîyekê, Deşta Mûşê, Newala Qesaban. Tivîlkên me awirnarîn, li ser ser û ser çavên me ne. Ji ber ku  barkirî ne hest û nazenînên te. Binêre, bibîne bi wan çavan, gel e diherike ser gor û pirsîna te.

Ji darhenarê, henarek yek e, libhenar çil in heval. Ji Kurdistanê pakrewanek, pakrewanek e. Dema ku giha hemêza axê, hezar xobexş, sondwariyê ser gora te ne bexşok. Gulhenara te rewana xo bexşand, ji dîroka kevnar e. Li ser mîxekrêjê, te sewdaya xo neqişand. Lewra nemir î heval. Ji ramûsana dêya te, bêhna te dikim. Rêz bi rêz in, pismam û dotmam. Guldeste ji gulhenarê, dîyarîye evîndar û şopdarên te ra. Roj, meh, sal bi sal; dihijmêrin danehev û sermayeya te.

Ap e, danî hîm. Avaker in, tev xweşmêr û canik. Di rêza yekem da, gihayî serî. Yekem her tu yî hevalo! Mîrateya te danî, bar e li ser milan. Yê ku hilnegire, pîs e, heram e, bila bicehime. Bi soz û bi peyman; bi lava û bi qewil, dilbesteyê te me, hemû sal û demsalan.

*vîdyoya vê pexşanê.

Related Posts