Çi Dibe?

Îroj Îsraîlê êrîş bir ser Îranê. Di Îranê da fermandarê yekem û hin fermandarên din, jîyana xwe ji dest dan. 6 kesên ku li ser atomê dixebitîn û pispor in jî jîyana xwe wenda kirin. Em ji vê rewşê çi fam dikin?

Fina

logoyê Azadê Araratî
Nivîskar Azadê Araratî

Çi Dibe?

Îroj 06.06.2025

Îroj Îsraîlê êrîş bir ser Îranê. Di Îranê da fermandarê yekem û hin fermandarên din, jîyana xwe ji dest dan. 6 kesên ku li ser atomê dixebitîn û pispor in jî jîyana xwe wenda kirin. Em ji vê rewşê çi fam dikin?

Di serî da Îranê nikarî fermandarê xwe yê yekem biparêze. Nikarî fermandarê ku sereke ne biparêze. Tevî vê jî pisporên xwe wenda kir. Ev jî ji bo Îranê lewazîyek mezin e. Ya din jî dewlet netewa ku nikare fermandarê xwe yê giştî biparêze, gelo dê çawa netewa xwe biparêze?

Di şer û pevçûnan da mijarê sereke salixgirî (îstîhbarat) ye. Piştra teknolojîyê pêşketî tê. Heke teknolojî pêşketî be û salixgirî tune be yan jî lewaz be, teknolojî wekî ku tê xwestin encam nagire. Pişt van 2 dîyardeyan ra, eva ku binyatî ye taktîkê şer e. Divê taktîk rast be ku encam bigire. Ji bo şer pêdivîye ku sîyaset û dîplomasî were kirin. Zemînekî rewa were pêşxistin ku li hember şer nerazîbûn bi pêş nekeve. Ji ber ku dinya gilobal e, dewlet yan jî netew dikarin li hember şer bisekinin yan jî piştgirîyê bikin. Heke girseyên demokrat, girseyên ku dijî şer in, bikevin nava tevgerê dikarin şer bidin sekinandin.

Şerê Îran û Îsraîl şerê hegemonya ye. Di milê Îsraîlê da NATO û gelek dewletên dinyayê yê bi bandor hene. Di milê Îranê da zî Çîn û Rusya hene. Yanî dinya ji hêla van dewletan ve bûye du perçe. Heta ku ev dewlet hene, li ser rûyê erdî tim dê şer jî hebin.

Şer Rûxîner E

Ji xencî xweparastinê şer hemû rûxîner in. Sedsala 20em û sedsala 21em da tê dîtin ku êdî şer zêditir dibin sedema rûxandinê. Li 2-3 salên dawî binêrin, li Ukrayna kî serkeftî ye? Çi hat li ser netewa Ukrayna? Li Xezza çi bû? Di salekê da 50 hezar kes mirin. Zêdetirî sed hezar kes birîndar bûne. Bi milyonan mirov bûne penaber. Ji bo çi? Ji bo dewletên mezin û ji bo hegemonyaya wan. Di vê hegemonyayê da ne gelê DYA ne jî yê Îsraîlê tiştek bi dest naxin.

Çekê şeran êdî bi jahr in. Ev şer ne wekî şerên şûr û mertal in. Ev şer hewa bi jahrî dikin. Erdê jahrî dikin. Avê jahrî dikin. Ajalan tune dikin. Derfeta jîyanê ji bo hemû zindîyan tune dikin. Lewra şer rûxîner e. Pêdivîye ku her kes li hember bisekine.

Gel Çi Bikin?

Herî kêm 75 hezar sal in, civak xwe bipêş dixin. Her ku diçe mirov dibe mirov. Kêmtir yan zêdetir 6 hezar sal in, di mejîyê mirov da ji rê derketin jî heye. Ji bo vê civak hem dixwazin xwe bipêş bixin hem jî li hember mejîyê ji rê derketî têdikoşin. Yanî têkoşînê ji bo civakeka pêşketî wisa dibe du alî.

Ez bêm li ser îroj. Îroj form û teşeyê civakan li ser netew ra ava dibe. Netewan ku xwe bi awayekî rast ava kir, dibin dilşad û bextewer. Netew dewletan çi anî bi ser netewan tê zanîn. Lewra Rêber Apoyî Netewa Demokratîk bipêş xist. Di merîyetê da jî hat ceribandin. Niha tê dîtin ku rizgarîya gelan, bitaybet ji destê şer, bi Netewa Demokratîk dibe. Heta niha tu kesî rêyekî din nedîtîye.

Divê her netew berê xwe bide felsefe, bîrdozî, sîyaset xwe perwerde kirin û xwe rêxistin kirin. Ev jî bi kesên sade dibe. Bi Rêberek û kadroyên pêşeng dibe. Bi judenratan nabe.

Çareserî

Divê netew durî dewletê, nêzikî xwe be. Ji ber ku netewek dewletê biparêze, wata xwe desthilatîyê diparêze. Heke netew xwe biparêze nirxên xwe diparêze. Netew dewletê biparêze, sîyasetê qilêr diparêze, eke xwe biparêze, bi sîyaseta netew pirsgirêkên xwe çareser dike. Heke netew dewletê biparêze sinc û qanûnê dewletê diparêze ku ev jî ji bo çîna serdest e. Yanî netew berjewendîya çîna serdest diparêze. Heke netew sinc û qanûnê civakî biparêze, wê demê rasterast xwe diparêze. Heke netew dewletê biparêze çand, huner û wêjeya serdestan diparêze. Heke netew xwe biparêze çand, huner û wêjeya ku ji dîrokê tê diparêza û van bi pêş dixîne. Mirov dikare wisa ji bo hemû dîyardeyan bihizire.

Ji vê hêlê ve Rêber Apoyî pêşîya netewan vekirîye. Lewra banga 27ê sibatê ya 2025 zaf girîng e. Pêşîya netewan vekir. Zaf rast û çareserker destwerdan kir. Ji bo ku karekî zaf serkeftî ye, ewqas êrîşên bîrdozî, sîyasî, derûnî tên kirin. Bê guman ev jî pîvanek e. Gava ku tê avêtin her çiqas rast be, ewqas jî lihember ji hêla dijberan ve dijitî tê kirin. Tam vî demî da Rêber Apoyî têgiha Judenrat daxist pêşîya me. Me dît ku herî zêde ev judenrat dijitîyê dikin. Jixwe dihat zanîn lê careka din jî rûyê xwe yê xayin nîşanê me dan.

Wekî netewa kurd me xwe ava kirîye. Dema nû da em xwe zêdetir ava bikin û bi pêş bixin. Bi vê têkoşîna xwe em dê dawî bi şerê kurdan û tirkan bînin. Em dê xwîşk û biratîya gelan bi pêş da bibin. Em bi awayekî rast têbikoşin ku pêşîya şerê ku li Ukrayna dibe bigirin. Em dê lîstika ku DYA, Îran dikin xera bikin. Em dê nehêlin ku hegemonyaya dewlet netewa Îsraîlê bi pêş bikeve. Em dê wisa bikin ku bi têkoşîna xwe, netewa Îsraîl û Îranê bînin gel hev û du. Bikin xwîşk û birayê hev. Em dê netewa filistînîyan û ya îsraîlîyan bikin xwîşk û bira. Em dê hedî-hêdî jîyaneka bê şer bi pêş bixin. Hedef û armanca me ya sereke ev e.

Kesê ku kêleka vê têkoşînê bisekine, çi ji dest ra were bike, dilşad dibe. Kî ku judenratîyê bike, dê wenda bibe û biçe. Ji vê meqset kuştin nîne. Li hember van bi awayekî bihêz têkoşîn kirine. Di vî warî da bawerî bi netewa kurd û netewên din heye. Lewra misoger em dê biser bikevin.

👉malpera vîdyoyan: https://kiner.info/

Tedeyîyê Verîn
Tedeyîyê Badê
- Advertisement -spot_img

CEWAB BIDE

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img