57
Nivîskar: Azad Ararat
Wesîqe
Dor hat li Geverê sekinî. Ragihandina gorbihiştane îro. 26ê tebaxê 2026.
Çarşem e îro. Bila ji bîra me neçê. Ne în, ne jî yekşem, çarşema kurdewar û Zerdeştî ye îro.
Li ser sînga dêyan, rêz bi rêz in wesîqe. Li ser milê nû ciwanan, fena guldesteyek pakrewan hene.
Amed, Wan, Cizîrê, îro jî mazuvana gorbihiştan e Gever.
Ji Gola Satê, Deşta Geverê awazê azadîyê tê. Awaza xwedîyên rewana pak. Wesîqe hilawistîne çilkezîyên daran ve. Her dimînin, naweşin, çi payiz û zivistanan.
*vîdyoya pexşanê
