
Paşila te da jîyanek
Di ber guhan da lorikek
Devê min da sermemikek
Te ez jîr gihandim ya dê
Te danî navê şêrgele
Mamosta tu yî ne mele
Jêhata xwe bêje hele
Çilkanîya min î ya dê
Di ciwanîya min da hêz
Danî xeta welatparêz
Mehîr, kutilk, sawar bi rêz
Hiş, dil û rewan î ya dê
Min berê xwe da zinaran
Her ba didim zend û bendan
Xweş ceng e hember neyaran
Ku şayenî te bim ya dê
Min xwe berda li nav çeper
Birîn xedar bûye qeder
Gora bêkes da derbider
Were hewara min ya dê
Têkoşer Di Nava Têkoşînê da! dokumanter