
KULÎLKA ÇARALÎ
Kulîlkek şîn bûye li welatê rojperestan
Bûye kanîya vîn, raman, bawerî û hestan
Ew ji bo gelê xwe bû helbest, çîrok û destan
Wê bi xwîna xwe av da çar alîyê kurdistan
Li bakur, başûr rojhilat û heta rojava
Tu ketî dilê hemû bira, xwîşk, dê û bava
Ew her roj, ji te ra rê dikin rêz û silava
Em ê qet te ji bîr nekin tu car û tu gava
Tu yê evîn û eşqa welatê mezrabotan
Hêvîyên te rê vekir ji bona keç û xortan
Şewqa te belav bûye li herêma loristan
Te xwe kire dermanê dilê heval û dostan
Tu yê dîlan û semaya dildarên jîngehan
Tu yê delalîya li ser rûyê ferîştehan
Te canê xwe kire parêzvanê evîngehan
Tu yê rêgeza şopînerên heqîqetgehan
Semaya berbiroja xaka niştimanperwer
Tu yê wateya bîranînin me ya bi gewher
Te xwe di dilê herkesî de kir hîm û cewher
Di xeta jina azad da tu her bûyî serwer
*Ji Bo Bîranîna Şehîd Sema Sila




