Birûsk – Azadê Araratî

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset
logoyê Azadê Araratî

Nivîskar Azadê Araratî

Birûsk

Tunel bi tunel ceng
Şer dikin reng bi reng
Birûsk in li qadan
Baz in li wan waran
Dij qirêja kujer
Serhev dikin sefer
Li çeper û mewzî
Hunandine kezî
Xemla azadîyê
Ser dêm û enîyê
Çek çeprast awir tuj
Deng tê bi gujeguj
Li meydanê bahoz
Lê didin wek balyoz
Bi rê û rêbaz in
Bihuşt diparêz in
Awazên bendavan
Hiltînin tîrêjan
Dê bê ji keybanû
Mizgînya roja nû

serdanî malpera kiner.info bikin. KINÊR

Related Posts