
BAGERNAME
Jana Dil
Ne zeman dikarîya pêşîya hêvîyên te bigire,
ne jî felekê bêbext.
Tu wek barana demsala bûharê diherikî,
li nav mêrg û zevîyên bi bereket.
Em dê navê te,
li ser her dilopek barana meha avrêlê binivîsin.
Daku tu ji nû ve şîn bibî,
li nav baxçeyên gulbihuştan.
Em dê evîna te li ser ba û bageran bireşînin.
Bila erd û asîman bi eşq û dildarîya te sermest bibe.
Em dê çîrokên te yên şer û cengên giran,
di guhê zarokên agir û rojê da vebibêjin.
Daku pê bask bibin û bifirin.
Jixwe ew rûgeşîya rûyê te,
mirov ber bi hesret û keserên azadîyê ve diherikand.
Em dê rûgeşîya rûyê te,
li ser jan û birînên xwe da biçînîn.
Daku em pê sax û silamet bibin.
Te mîna gulan dixemiland kanîyên evîngehan.
Evîn bi evîna te li rastîya xwe vedigerîyan.
Em dê evîna te li ser baskên kevokên azadîyê xêz bikin û
ber bi giravê ve bi rê bikin.
Dê dengê pêlên evîna te,
Biçe heta guhê şahê şahan.
Dê wê demê çîyayên Ararat û Zagrosan,
herin tewafa eşqa te ya heqîqetê.
Dê Cîlo û Çarçela,
dîwana evînperestan,
li ser singa xwe deynin.
Dê gul û bilbilên Çîyayê Simbilê,
ji rondikên xwe,
ji te ra deryayekê ava bikin.
Daku tu di reşahîya çavên rojperestan da bijî.
Em dê te bikin pîvana hemû pîvanan.
Hevrêyê doza nemiran,
tu dê her bi me ra bimînî.
Dilên me,
her tim dê ji bo te li bidin.
Berbang
Ref bi ref li pey hev dimeşin, karwanên evînperestan. Berê berbanga sibehê, mirov ji dengê lingê karwanên dildarên şiverêyan, ji xewn û xeyalên welatê rojê şîyar dibû. Mîna morîyên reş û zer, li du hev û bi yek awaz û yek ahengê diherikîn, di rêçeşevên dûr û dirêj da. Li ser pişta wan tinê tûrikê nan û ava wan hebû. Carna dibûn mêvanê şikeft û zinaran, carna jî dibûn mêvanê darkevot û darberûyan. Yek di nav wan karwanan da bû, jê ra digotin Bagerê Serhedê.
Belê, ev nav xweş li wî hatibû. Wek ba û bagerê Serhedê bû. Ew serkêşê meşên dûr û dirêj bû. Wek bagerê diherikî di nav lat û zinarên têkelî hev da. Ne tarîtîya şevê li wî dibû asteng, ne jî ewrên reştarî. Ew kêlî bi kêlî, gav bi gav, xulek bi xulek, ber bi hêvîyên xwe yên zarokatîyê ve bask vedikir û difirîya. Carna kona xwe li ser zozanan datanî û carna jî li ser mêrg û çîmenan. Wî konê xwe bi hêvî, serkeftin, serfirazî û bi rûmetîyê dagirtibû. Ji ber ku wî bi destên dayîkên dilpola, konê xwe dabû rêstin. Her demsalên salê, wî konê xwe li gorî rewşên jînê radixist. Mîna keştîya Nûh hemû zindî di bin konê heval Bager da kom dibûn.
Ew ne tinê bi hevalan ra heval bû. Ew bi hemû zindî û bi hemû nebatan ra jî heval bû. Wî dilê xwe ji her tiştî ra vekiribû. Dilê wî wek bihuşta li ser rûyê erdê bû. Hemû deng, reng û bîhn di quncika dilê xwe da ava kiribû. Evîn û eşqa rasteqînerî, wî di pirtikên hestên dilê xwe da afirandibû. Ji ber vî Ferhad, Sîyabend û Memê Alan hesûdîya evîna wî dikirin. Wî bi germahîya evîna xwe a bêhempa, şevên çileya zivistanê vedigerand kelegerma gelawêja meha hevînê. Wî bi kelecana eşqa xwe, cemed û qeşayên kevneperest a li ser dilê şermok diheland. Wî bi hezkirina xwe mirî ji xew radikirin û bi wan ra digirte govenda pêşwazîkirina lehengên Cîlo û Çarçela yên nemir.
Wî bi dengê xwe yê dengbêjîya serhedkî Şahê Dengbêjan Şakiro cardin li jîyanê vedigerand ku li ber senfonîya awaz û ahenga wî avên çeman disekinîn. Wî bi rengê xwe yê keskesorî, reng dida binevş û berfînên çîyayên bejinbilind. Wî bi bêhna xwe ya bi misk û ember rihan û beybûnên çemên Dîjle, Firat û Xabûrê sermest dikir. Wî bi bedewîya xwe hêvî û cesaret dida xweda û xwedawendên ku textê xwe li serê Çîyayên Zagrosan danîne. Wî bi şewqa xwe dilê hêjar û sêwîyên li ber dîwarên çerxa felekê ronî dikir. Wî bi têkoşerî û berxwedanîya xwe textê noker û kûjeran, bi erdê ra kire yek. Wî bi mêrxasî û wêrekîya xwe ya canbexşane rê li hemberî hov û teresên turanî û osmanî girt. Wî bi camêrîya xwe ya resen, rê danî pêşîya keç û xortên çeleng yên serheda serbilind.
Nîvroj
Roj, heyv û sitêrk tev şahidê şerkerîya te ne, ku te heta dilopa xwîna xwe ya dawîyê, li ber xwe da û te di dîroka zêrîn da cihê xwe yê serbilindîyê da çêkirin. Ewr, baran û mijê jî yek bi yek çavdêrîya kêlîyên te yên bi tejî çîrok û destan dikirin ku dê jê xwedayên xwe yên li asînanan ra vebibêjin.
Nîvroj bû, rojê bi hemû heybeta xwe tîrêjên xwe berdabûn li ser dar, ax û zinaran. Germahîya rojê serê keçelan dişewitand. Dû û dûman li ser kevirên reş û sipî radibû. Koremar û marmarûşk di cihê xwe da mit bibûn. Perperîk li sîbeleka darêkê digeriyan ku xwe bidin hênikahîya pelên wê. Vizeviza mêşên reş û zer bû. Ji ber germahîya tîrêjên meha gelawêja havînê, tu dibêjî qey dê niha bifetisin. Tehtên Cîlo û Çarçela dikelîyan, wek reşoya li ser darên tawî û gihûjan. Lê ji hêla din ve, germahîya kalaşnîkov û bikîsîyan, rûyê asîman diçirand.
Erê, nîvroj, roj li nîvê asîmanê şîn bû. Ne dengê bahoz û ne jî dengê qebqeba kewên gozel dihat. Lê agirê eşqa wî ji ya gelawêja meha havînê pir dijwartir bû. Ewqas dijwar bû ku, lat û zinar, wek find û çirayên şevên çileya zivistanê dihelîyan. Ne pola ne jî hesin xwe li ber germahîya evîna wî radigirt. Ji ber ku wî dildarîya xwe bi rondikên çavên şehîdên mezin dagirtibû û bi xeyalên canbexşane neqişandibû. Ji germahîya gelawêja havînê, mîna barana meha nîsanê, dilopên xwîdanê xwe berdidan li ser cilên te yên zerbelek. Lê te westandin nas nedikir. Ji ber ku te her kêlîya xwe bi kedê tejî dikir.
Te digot: “Ez aşiqê kedê me. Keda herî pîroz keda azadîyê ye. Azadî bê ked nayê. Mirovên ji bo azadîyê kedê didin, ew her timî têne hez kirin”. Di reşahîya çavên te da, xuya dikir evîn û eşqa te. Mîna benîştê kerengzeran, te xwe bi keda mirovahîyê ve dabû girêdan. Ne şevê xewa te dihat û ne jî bi roj hedara te dihat. Tu fena bayê li asîman bûyî. Hema bîst û çar saetan di tevgerê da bûyî. Tu hem fermandar, şoreşger û heman demê da jî kedkarê welatê xwe bûyî. Ji ber van teybetmendîyên xwe, te dilê her hevalekî dadigirt. Te xwe kiribû şerbet û bi her hevalî dabû vexwarin. Ji bo vê jî em tev bibûn evîndarê hevrêtîya te ya bi rûmet.
Me xwe li ba te bi ewle didît. Me ji te hêz û bawerî digirt. Me ji te vîn û eşqa heqîqetê digirt. Me ji te coş û peroş û wêrekî digirt. Me di nêrînên te da rojên azad didîtin. Me di rûyê te da paşeroja zarokên dest bi kevir didît. Me di keda te da gulên adarê yên kesk, sor û zer didîtin. Tu li her derê bûyî. Me li ku binêrîya tu li wir bû. A rastî, tu di dilê me tevan da bû. Ruh û gîyana me, xeyal û xewnên me û pêşeroj û paşeroja me tev yek bû.
Şeva Dawî
Êdî rojê asoyê xwe yên xemrevîn li pey xwe dihişt û ber bi aşopeka din ve û bi gavên xwe yên hûr û kûr diçû. Edî reşahîya şevê mîna çavkorekê xwe berdida li ser rûyê bîranînên me. Şewqa asoyên rojê hêvîyên me dixemiland, di dema xatir xwestinê da. Me hêvî û bîranînên xwe di paxila tîrêjên asoyan da hişt û me pişta xwe da şevreşa tarîstan. Me keser û mereqên xwe li ser singa rojê rijand û me berê xwe da ronahîya heyva çardehşevî. Dê ronahîya heyvê şahidîya şeva me ya dawî bikira.
Sitêrkan xwe bêdeng kiribûn. Diyar bû ku nedixwestin bibin şahidê vê şevê. Ji ber ku em her şev bi wan ra diaxivîn û ji wan ra helbest û sitran digotin. Ev bêdengîya wan em xistbûn nava metirsîyê. Agirê me hêdî hêdî pê diket û germahîya wî xwe li rûyê me dida. Ji hêla bakur ve jî bayekê hişk xwe li pişta me dida. Alîyekê me germ dibû alîyekê me jî dicemidî.
Çirûskên ji agir belav dibûn, xwe tavêtin li ser rûyên me yê bi ken. Kêlî hene ku çiqas dem û wext di ser ra derbas bibin jî nayin jibîr kirin. Ew kêlî jî yek ji wan kêlîyan bû. Carna mirov ji kêlîyeka rojekê, ji rojekê mehek, ji mehekê jî salek û ji salekê jî bêdawîtîyê diafirîne. Bi coş û xiroşa heval Bager, baskên mirov vedibûn û mirov bi azad di xeyalên balindeyan da difirîya. Mirov xwe di germahîya dilê wî da hîs dikir. Wekî ku dê ev şev qet bi dawî nebe. Em ketibûn di nav aşop (xeyal) û bîranînên rojên bê da. Lê şev dereng bû û çavên me êdî li benda xewa hişkesahîyan bû.
Veqetaqandin
Te per û baskên xwe vekirin, mîna kevokên bûharên ku berê xwe didin lat û zinarên bilind û bi heybet difirin. De bifire û here ber bi asîmanê hêvîyan ve. Ez dê gotinên te li ser zewîyên asîmanê heftan biçînim. Daku sitêrk li ser bifirin. Dê baranên meha avrêlê her tim bi bereket bibarin. Li ser mêrgên keseran. Ez dê kenên te li ser deryaya çavên xezalan da bireşînim. Bila dilên karxezalan bi kenên te yên azadîyê geş bibin. Em dê ji dengê te yê mîna şerbeta kevanê şêrîn, pêşbirkên sazbend, defjen û bilûrvanan li dar bixin. De here! Qolingên bêrîyê li hêvîya silavdayîna te ne. Ew dê çil û çar rojan sema û dîlanê bigerînin. Ji bo lehengîya te ya bêhempa.
Dê gulên zozanan tev werin govenda te ya mêrxasîyê. Dê bilbil ji te ra sitrana Şakiro ya Keleha Xinûsê bibêjin. Erê, tu ji refê xwe veqetîyayî û bilindtir difirî. Tu her tim ber bi jor ve diçî, hema piçek maye tu sitêrkan derbas bikî. Vîn û armanca te pir mezin bû. Lewma tu ewqas bilez ber bi nîrwanayê ve diçî. Tu bûyî mîna bayê Serhedê ber bi lûtkeya Çîyayê Araratê ve bilind dibî. Her ku bilind dibî ewqas jî nêzî hêvî û mereqên xwe dibî. Em dê xeyalên te li serê Çîyayê Araratê biçînin. Daku ji dîrokê ra berhemên nû bide afirandin.
Ji Bo Bîranîna Fermandar Bager Erdal, Qadên Azad, 2023
Navnûçik: Bager Erdal
Nav û Paşnav: Ridvan Alkan
Cihê jidayîkbûnê: Agirî
Dayîk-Bav: Hamdîye- Ehmed
Dem û Cihê Şehadetê: 27ê cotmeha 2020ê, Cîlo
*Hun dikarin vîdyoya Aaax Delal li girêdana jêr temaşe bikin.