
Çil Kezî
Çilkezîyê berê xwe da çîyan
Kete li nava refên zerîyan
Tim di dilê wê da bû ev xeyal
Êdî ronî dide wek horîyan
Her kezîyek wê stran û helbest in
Gul û bilbil ji wê ra sermest in
Ketîye li nav cenga hevalan
Çek û rext pê ra çêdike hest in
Kezîyên wê reş in wekî şevan
Rojê dibiriqin mîna avan
Her timî rûbiken e û dilgerm
Ew bi xwe bûye mînaka tavan
Dirêj in kezî wekî newalan
Ew ketîye li nav xewn û xeyalan
Bi bîra xwe tîne rojên zehmet
Bûye serkêşê rêya hevalan
Biskên kezîyên wê pir zirav in
Dema baran lê dike gulav in
Bûhar di dilê wê da vedibe
Dilopên ser kezîyan xunav in
Çil kezî berdane li ser milan
Rindtire ji Zîna Memê Alan
Ew bûye dildara ax û welat
Qet jibîr naçe bi meh û salan
Ji Bo Bîranîna Pakrewan Zîlan Pîroz