PIŞTÎ TE
Dê piştî te kevir bask vekin û bifirin.
Dê piştî te asîman biçire, lê dê baran nebare.
Dê ax êdî avê venexwe û sermest nebe.
Dê bêrîvan êdî di rêya bêrîyan da henekan nekin.
Û şivan jî dê bilûra xwe ya bi zîv hatîye neqişandin,
bi tilîyên xwe yê henekirî lê nedin.
Lê, dê zarokên zozanan bi germahîya tîrêjên te,
ji xewa şêrîn rabin û bi lîstokên kurdewar mezin bibin.
Tu dê bibî serlehengê çîrokên dapîrên ku di şeveqa sibê da,
pişta xwe dane dîwarên ji axa pîroz hatine lêkirin.
Dê siwarên hespên sipîboz bi êl û eşîrên xwe ve werin tewafa te,
ku tu dê, ji birînên wan ra melhem çêkî, ji darên berû û mazî.
Dê hekîmê lokman, ji xewa mirinê rabe,
û li çîyayên Kurdistanê bigere û ji te ra pincaran bide hev.
Daku tu bikî melhem û deynî li ser birînên keç û xortên kurdistanî.
Ji ber ku birînên wan pir kûr in û xwîn jê diherike.
Jixwe ew awirên te dermanê herî baş bûn,
ku mirov ji xwe dibir û êşa xwe jibîr dikir.
Lê, ev hemû êş û birîn, ne wek vê xatir xwestinê bûn …
Çaverêne Gul û Kulîlk
Jîyan wek kanîya buharê ye, dêherike li ser erdên sitewr. Buhar xwe bi dilgermî û bi devkenîya te, xwe ji nû ve dixemilîne. Qumrîkên zozanên sar û seqem, bi sitargeha te li jîyanê dimînin. Agir, bi agirê eşqa te dibe çirûskên Newrozê, ber bi asoyên xemrevîn ve bilind dibe. Awazên bilbilan bi keserê mereqa te ya serkeftinê deng vedide, li kaşxanên çol û çîyayan, li lat û zinaran. Çaverêne kulîlkên adar û avrêla bi bereketa kevana zêrîn. Dayîka Xwedawend li serê Zagrosan şahî lidarxistîye û li benda serkêşîya te ya govenda Zerdeştîyêye. Dê dergehvanê dojêhê vê rojê derî li gunehkaran veke, bi xatirê dest û tilîyên te yên melhemdarîyê. Dê hûrîyên bihuştê, destecilên gabardînê li xwe bikin. Ji bo silav dayîna te, ref bi ref bibin rêz. Dê şagirtên Manî û Ristemê Zal ji te ra avahîyekê lê bikin ku sitêrkên şevê ra bibî mêvan. Dê avahîya te bi sê rengan were neqişandin ku ev jî roj, xwîn û xwezayê ye. Dê her sê xwedawendên asîmanî (rojvano, hîvvano û sitêrvano) werin parastina xeyal û xewnên te. Dê wê şevê birûsk qet lê nedin. Dê wê şevê ba û bahoz deng dernexin. Dê wê şevê ewr nekin xirecir, daku tu bi hemû êş û birînên xwe ve û bi hemû xeyal û bîranînên xwe ve bi dilekî ewle razî.
Ji Avê Zelaltir Î
Heqîqet di her kêlîya bihorî da û her gava ku were avêtin bi zelalî diherike. Her ku diherike ewqas jî pak dibe. Her ku pak dibe, ewqas jî tê fir kirin. Tu bi xwe yî rûgeha heqîqeta jêveneger. Te birînên heqîqetvanan derman dikir. Ji ber wê, te heqîqet bi dest û dilê xwe, di baxçegulan da çand. Ew heqîqeta te çandibû wa îro mezin bû û şax da û pel û guliyên xwe vekirin. Mirov hene ku ji tinebûnê hebûnê ava dikin. Yek ji wan jî tu yî. Ji ber ku te ne astengî ne jî nebesî nas dikir. Te ne tinebûn û ne jî kêmbûn nas dikir. Te her tişt bi azwerî û bi vîna xwe ya têkoşerîyê bi dest têxist. Tevî ewqas rewşên tirsnak jî qet nemayî dereng. Wekî bayê tu qet nedisekinî. Dema digotin ku hevalek diêşe, hedar û tebata te nedihat. Ji ber ku te xwe kiribû di dilê her hevalekî da û tu bi êşa wan dihesîyayî. Te êşa wan wek êşa xwe didît. Ji ber vê jî dema digotin ku dê hevala Bêrîtan were, hema birînên me ji nişka ve ber bi xweşbûnê ve diçûn. Te bi çoş û xiroşa xwe, birînên şoreşgeran dicebirand. Jixwe dema ew dengê te yê nazik û nazenîn dihat bihîstin, me hemû êş û azarên xwe di kanîya xeyalên xwe da vedişart. Ew awaz û senfonîya helbest û sitranên te, mirov dadixist binê bîran û caran baskên mirov vedikir û mirov ber bi valatîya gerdûnê ve dibir. Her ku em bi ahenga te bilind dibûn me ewqas jî di nav sitêrkan da pirtikên ronahîya te didît. Ew kenên li ser rûçikên te dibarîyan, buhar û havîn bi xwe ra dianîn û xwezayê xwe bi rengbireng dixemiland. Xweza her ku diçu bi awirên çavên te yên zeytûnî, bi sê rengên kurdewar, di dilên canik û camêran da reng vedida. Ew pênûsa te bi hubra gulavan dadigirt, te çavên xwebexşan kil dikir. Ew pênûs dê bibe nexşerêya rêwîyên rêya dûr û dirêj. Em dê di her bînvedanê da bîranînekên te li ser ferşên reşbelek binivîsin. Daku karwanên evînên bêveger, ji xwe ra bikin roman, çîrok, helbest û sitranên dika koseleyan. Ji ber ku di her kêlîya jîyana te da, lehengên destanan hatin afirandin. Tu bûyî elîfbeya cengawerên di cengên giran da. Ferhengên bi nav û deng bi kelecanîya te ra destê bi kite, peyv û hevokan dike. Dermanê ku te çêdikir, ne zanyar, ne pispor, ne bijîşk, ne sîhîrbaz ne jî hîlebazan çêdikir. Ji ber ku te di wê dermanê da eşq, evîn, azadî didît. Bawerî û jîyan didît. Bi vê bawerîyê te textê xwe di quncikê dilê jinxas û mêrxasan da danî.
Xatir Xwestin!
Ma xatir ji tîrêjên rojê tê xwestin! Ma xatir ji şewqa hîvê tê xwestin! Ma xatir ji çirûskên sitêrkan tê xwestin! Ma xatir ji buhar û havînê tê xwestin! Na! Ji ber ku hemû mirovahîyê hêvîyên xwe bi wan ve dane girêdan. Bê wan nikarin bijîn. Ji ber wê jî tu caran xatir ji wan naxwaz in. Tu jî xatir nexwaze. Ji ber ku me dizanî tu her berbanga sibê û her demsalên buhar û havînê bi me ra yî. Em dê her şeveqa sibê bi şewqa te ya keskesor ji xeyalên serkeftinê şîyar bibin. Em dê her hatina buharê hêvî û daxwazên te, li ser erdên cotkirî biçînin. Daku bîranînên te li ser zevîyên dilê me şîn bibin û em dê rondikên xwe jê ra bikin ava jîyanê. Em dê mijangên çavên xwe bikin şitil û li ber hêvîyên te da biçikînin. Daku hêvîyên te bask bidin û ber bi Înana û Îştarê ve bifirin. Ma xatir ji xwedawend, ferîşte û horîyan tê xwestin! Na! Ji ber ku ew bêmirin in. Ew her tim zindî ne. Ew rênîşaner, em gîyanperwer û rûcewher in. Ji ber wê jî xatir xwestin mirin bi xwe ye.
Çûyîn!
Egîd, Bêrîtan û Zîlan li benda derman anîna te ne, li zevîyên cengbazîyan. Ev çil û şeş sal in xwîn diherike ji birînên xal û xwarzî, mam û birazîyan. De here birînên wan bi axa Botan û Zagrosê aş bike. Ger ku birînên wan xweş nebin, silavên zarokên Efrîn û Serêkanîyê li birîna wan bireşîne. Birînên wan bi hêsirên dayîkên kezebşewitî bikewîne. Çend tîpên kurdî deyne li ser birîna Ferzende Kemanger. Bila dilê wî her bi kurdî lê bide. Jêra bêje ku êdî li rojavayê Kurdistanê, zarok bi kurdî ji dayîk dibin û bi kurdî digirîn. Ji Xeyrî ra bibêjê ku ew deynê wî yê mayî, law û keçên dilpola hilgirtine li ser xwe, bi xwîn û gîyana xwe didin, bila êdî rehet razê û xeyalên nîvcomayî temam bikin. Dema tu biçî dê derîyên ku bi heft qulfan hatine qulf kirin, dê yek bi yek vebibin. Dê dergehvanê derîyan bi şewqa te ji xwe ve biçin. Dê perîzade eynikên xwe bişkînin. Nema li xwe binêrên carek din. Dê êdî xwe di rûyê te da bibînin. De here, bihuştê xwe wek bûka baranê xemilandîye. Li benda pêşwazîkirina te ye. Li min biborîne nikarim bibêjim neçe.
Ji Nû Ve Vejîn
Em dê rondikên xwe yên zûwa bi awirên te yên fermanî bimeyînin. Em dê singa xwe jê te ra bikin keleh û birç. Daku tu tê da ji nû da jîyanên efsûnî biafirînî. Em dê ji xeyalên te avahîyekê hezar û yek derî, li ser rûyên zarokên şehîdan ava bikin û bi kesera dîtina giravê, xwe ji nû da xemil û xêz bikin. Em dê te vexwînin sema û dîlanên şêx, mirîd û qewalan. Tu dê serkêşîya bablekanê bikî û destmala sê goşe ber bi bayê azadîyê ve bihejînî. Em dê kirasekê ji destê çil û çar pîresihran hatibe dirûtin, li ser bejna ta ya xalxalî da bikin û bila kevokên kevana zêrîn bi bask bidin û bifirin ber bi Zozanên Fereşînê ve. Em dê li ser hemû rê û robarên çûn û hatinê, bi navê te qubbe û silavgehan deynin. Bila seyranvan bi melodîya navê te ji xwe ra bistirên û bibin dilketîyên te. Em dê tayê tûrikê te yên serkeftin û hêvîyan ji hirîya berxê salê û ji heft gundan kom bikin û bi tevna çar alî bidin çêkirin. Dê diwazdeh nûbûk, bi teşîya serhedî birêsin. Dê dayîkên xwedawend bi neqşa Medyayî a rojperestîyê bineqişînin. Em dê kenên li ser rûçêkên te bikin sedeqe û li tevahî gund, navçe û bajaran belav bikin. Daku zarokên sêwî ji wê kenên te yên fedyokî mehrum nemînin.
Em dê axa ku tu li ser meşîyabû bikin teberik. Li van zîyaretgeh û goristanan belav bikin. Em dê ji kezîyên te yên bi destên ferîşteyan hatîne hunandin, pêşengehek navnetewî lidarbixin. Di paytexta dil û mejîyên xwe yê jîndar da, em dê te bikin awaza bilur û tembûrê.
Ji Bo Bîranîna Pakrewan Bêrîtan Tanya Fecir
Qadên Azad
Şoreşê Ûzîmî
Nasnav: Bêrîtan Tanya Fecir
Nav û Paşnav: Selma Şavlig
Cihê Jidayikbûnê: Sitenbol
Navê Dayîk – Bav: Perîhan – Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 12ê tîrmeha 2023ê/ Besta, Botan
*Vîdyoya vê nivîsê