
Helbest Jîyan E- 8
Felsefe û Helbest
Destpêk!
Têkilîya felsefeyê bi helbestê ra qasî mijarên din -mirov dikare bêje- hîn zêdetir jî heye. Berê ku ez têkevim kûrahîya mijarê, ez dixwazim di destpêkê da çend xalan bînim ziman. Ev jî ev in: Di dîroka mirovahîyê da gelek kesên navdar, rêber, feylesof û zanyar derbas bûne. Van kesan bandora xwe li ser civakan kirine. Gelek tiştên erênî ji bo civakan bi pêş xistine. Yek ji wan jî helbest e. Ew jî ji hest û helbestkarîya wan ya jîyanî tê. Jixwe ew kesên bi rista xwe ya civakeka azad û wekhevî radibin xwedîyên van hest û helbestan in. Mirovekî ne xwedîyê helwest an jî hestên jîyanî be, ne gengaz e ku ew kes bibe rêber an jî pêşeng. Tişta ez dixwazim bêjim ev e: Dema Rêber Apo dest bi damezirandina Tevgera Azadîyê dike, bi du peyvan dest pê dike. Ev jî ev e: “Kurdistan mêtingeh e”. Rêber Apo bi vê gotinê mora xwe ya zêrîn li dîroka mirovahîyê dixe. Yanî Rêber Apo destpêkê di dil û mejîyê xwe da hest ava kir. Piştra ev hest veguherî helwestê û bi pey wî ra jî ev helwest gihişt helbestê. Rêber Apo bi vê nêzikatîya xwe ya helbestwarî, îroj bûye bi milyonan helbest, di dilê gerdûn, xweza û mirovahîyê da.
Ji bo em hîn baştir ji mijarê serwext bibin, em lê binêrin ka felsefe ji bo me çi ye û çi nîne? Ji ber ku gelek kesan ji alîyê xwe ve danasîna felsefeyê kirine. Lê, dema mirov ji alîyê rastîyê ve lê binêre, ti rastîya van nîne. Ji ber ku ev kesên van nirxandinan dikin, ji por heta neynûk, ji ta heta derzî, ketine bin bandora kapîtalîzmê û popûlîzmê. Ev jî dibe sedem ku li gor rewşa tê da ne dinirxînin. Rêber Apo dibêje: “Yê xwe azad nekiribe nikare yekî din jî azad bike”. Ev jî tê vê wateyê: Kesên di hizir û ramana xwe da azad nebin, nikarin nirxandinên azad jî bikin. Heke mirov azad be mirov dê bikaribe nirxandinên azadîyê bike. Ma yekê bi hemû dil, hiş û mejîyê xwe ve bi pergala netew dewletê ve hatibe girêdan dê çawa bikaribe qala felsefeyê bike. Felsefe ne pir axavtin an jî kêm axavtin e. Felsefe ne pir xwendin an jî kêm xwendin e. Felsefe ne pir geryan an jî kêm geryan e. Felsefe ne pir dîtin an jî kêm dîtin e. Felsefe ne pir zanîn e. Yan jî kêm zanîn e. Felsefe ne ezmûna zêde an jî kêm e. Hin kes felsefeyê bi van têgînan dijî hev û du ve dinirxînin. Erê, ev mijarên me li jor anîn ziman tenê ji sedî yek bandora xwe li ser felsefeyê heye. Ji alîyê din ve jî felsefe ne desthilatdarî ye. Felsefe ne yekdestdarî ye. Felsefe ne sermayedarî ye. Felsefe di zanîngehên lûks da, an jî di akademîyên di bin serwerîya dewlet netewan da nayê dayîn. Piştî van bibîrxistinan, em dikarin wiha têkevin dîroka felsefeyê.
Her çiqas hin kes dîroka felsefeyê bi Girekan ve girê didin jî lê koka wê di civaka xwezayî da heye. Ji wir jî derbasî civaka xwecihî û pişt wê ra jî derbasî şoreşa gund-bajar dibe. Heta vê dîrokê jî yên serkêşîya felsefeyê dikin jin in. Lê, bi damezirandina împarator û netew dewletan ra, êdî dikeve bin xizmeta wan. Yên ku li dijî van derdikevin jî yan tên kuştin, yan jî tên şewitandin. Yên ku serkêşîya felsefeyê kirine wek mînak Hîpatya û Manî bi cezayê mirinê tên ceza kirin. Jixwe dema felsefe dikeve bin bandora desthilatdaran, felsefe ji gewhera xwe yê resen derdikeve. Êdî, ziman dirêj û demagog bi pêş dikevin. Ew kesên wisa devberadayî, êdî felsefeyê tenê ji bo pesindayîna key (kral-melîk), împarator û xwedayên xwe bi kar tînin. Dayîka xwedawend heta Înana û Marduk felsefe di dergûşa xwe da xwedî kirin û mezin kirin, pê civakek polîtîk û bi sinc ava kirin. Heke di roja me ya îroj da hêj di civakê da sinc û bawerî mabe, ev jî saya van xwedawendên pîroz e.
Bersiva felsefe çi ye? Ev e: Felsefe helwest e. Felsefe ji hest ava bûye. Heke di mirovan da hest nebe ne gengaz e ku helwest jî raber bikin. Wekî me li jor jî da xuyakirin rêber, pêxember, pêşeng û zanyar hemû ku pêşengtîya civakan kirine, tişta destpêkê kirine, helwesta xwe dîyar kirine. Dema rista sinc a civakan hatibe asteng kirin, di civakan da rizîbûn û ji hev belavbûn bi pêş ketîye. Ji bo civak zêdetir ji hev û du nekevin rizgarker bi helwesta xwe dixwaze wê civakê ji kirêtîyan û nebaşîyan rizgar bike. Caran ev helwest girtin dirêj ê caran jî kin diajo. Mînak: Derketina Mihemed a Şikefta Hîra yê, derketina Musa a Çola Sîna yê, derketine Zerdeşt ya li Çîyayên Zagrosan û derketina Rêber Apo a Bekaa yê, helwest girtin û biryardarîyê dixwaze. Seknekê dixwaze. Rêbazekê dixwaze. Xweragirîyê dixwaze. Dahûrandinê dixwaze. Sebir û hedarê dixwaze.
Felsefe jîyan bi xwe ye. Wekî ku ji ser nivîsa me xuya dike, helbest jîyan e. Yekê ji jîyanê hez bike, nirx û qîmetê bidê, ev dikare bibe xwedî felsefe. Jê ra xîret divê. Arifbûn û kamilbûn divê. Ji ber ku kesên dibin xwedîyê felsefeyê axavtina wan rabûn û rûniştina wan, razan û rabûna wan, xiwarin û vexwarina wan, dan û sitandina wan, cil û bergên wan û hwd cuda ye. Mirovên xwedî felsefe tenê bi armanca xwe ve girêdayî ne. Bi helwest û hestên xwe ve girêdayî ne. Ji ber vê jî, li pey xiwarinê xweş, cilên modern nakevin, hema çi hat devê wê naaxive, heta nîvroj ranazê. Li ser armanca xwe têkilî û dan û sitandinê dike. Ne li gor berjewendîyên takekesî ye. Di mirovên felsefî da derew, xapandin, hîlebazî, fesadî, neheqî û her tiştê derveyî sinca civakê be tune ye.
Heke em mînakekê bidin: Di civaka xwezayî da yekê ku li dijî felsefeya wan ya jîyanê tevbigerîya ji alîyê xwedawenda wê kilanê ve ji wê kilanê dihat avêtin. Jixwe felsefe ev bi xwe ye. Yanî rêgezên jîyanî ne. Mirov çiqas ev rêgezên jîyanê karî pêk bîne, mirov ewqas dibe xwedî felsefe. Felsefe yekpare ye. Tenê felsefeya jîyanê heye. Wekî din felsefe nîne. Lê, hinek derketine, felsefeyê parçe dikin. Ji hev û du qut dikin. Mînak: Felsefeya dîrokê, felsefeya sîyasetê, felsefeya zanistê, felsefeya aborîyê û hwd. Ev kesên van nîqaşan dikin, tenê armanca wan ev e ku felsefeya jîyanê bê bandor bikin. Çawa heqîqet nayê dabeş kirin, felsefe jî nayê dabeş kirin. Heke felsefeya jîyanê ji hev were dabeş kirin, wê demê ji resenîya xwe derdikeve û dê civak jî ber bi rizîbûnê ve here. Ji bo vê jî her çi dibe bila bibe, gerek e em dev ji felsefeya xwe ya jîyanê bernedin. Em dev ji rêzik û pîvanên civaka sinc û polîtîk bernedin. Wê demê em dê bibin xwedîyê felsefeya azadîyê.
Têkoşer Di Nava Têkoşînê da_1 https://kiner.info/
Têkilîya Felsefe û Helbestê
Her çiqasî ji alîyê amûr ve ji hev û du cuda bin jî lê di alîyê hedef û armanca xwe da yek in. Hem felsefe, hem jî helbest, her du jî sitûnên civakan in. Têkilîya wan wek goşt û neynûkê ye. Yek bê ya din nabe. Her du hev û du temam dikin. Di vir da ev heye, yekî bi felsefeyê ra mijûl dibe, yekî hem felsefe û helbestê ra mijûl dibe, barê wê girantir e. Ji ber ku di helbestê da hem felsefe cih digire û hem jî huner. Erê, di felsefeyê da jî heta astekê huner heye, lê hunera di felsefeyê da hunera serbest e. Bê bend û pîvan e.
Hunera di helbestê da, bi bend û pîvan e. Di vir da cudahî heye. Ji alîyê nivîsê da jî cudabûnek heye. Rêzikên helbestan bi bend, pîvan û qafîye tê nivîsîn. Nivîsên felsefî bi rêbaza serbest tên nivîsîn. Ya ji vê girîngtir têkilîya wan bi armanc ra heye. Wekî me li jor jî anîbû ziman, felsefe jîyan bi xwe ye. Îcar dema mirov bi helbestî felsefeya jîyanê bi rês e, hingî jîyan bi watedartir dibe. Em bêjin felsefe jîyan e û helbest jî xemla wê ye. Çawa mirov cilekê çêke û bi neqişîne. Tu çiqas bi karî neqşa xwe xweşik çê bikî, dê ewqas li ber dilê te şêrîn be. Têkilîya wan bi hev ra wekî rewan û beden e. Ji ber ku her du bi yek armancê ve girêdayî ne, ew jî jîyan e. Hebûne her dukan jî watedayîn û têgihiştina jîyanê ye. Jîyaneka bê felsefe û bê helbest ne gengaz e were jîyîn. Eger di civakekê da felsefe û helbest neyê kirin, di wê civakê da ne hest dimîne, ne jî sinc dimîne. Jixwe armanca hêzên hegemon, netew dewlet û yekdestdaran ew e ku hestên civakan ji wan bigirin. Wan wekî amûr bikar bînin.
Jixwe di roja îroyîn da bi dehan dewletan dest bi çêkirina robotan kirine. Ji ber ku di robotan da hest nîne. Çawa dixwazin wisa bikar tînin. Dibe ku di dema bê da robot dê derbasî cihê mirovan bibin. Ez dê li ser vê mijarê, beşa bê da berfirehtir bi sekinim. Têkilîya felsefeyê û helbestê, têkilîyeka wisa xurt e ku mirov pê dilgeş û dilxweş dibe.
Di dîroka kurdan da, yê ku ev her du mijar bi hev ra bikar anîye bê guman Ehmedê Xanê ye. Mem û Zîna Ehmedê Xanê ji serî heta binî, ev her du mijar bi awayekî hostane cihê xwe tê da digire. Pey wî ra jî Feqîyê Teyran tê. Feqîyê Teyran jî di helbesta xwe ya Av û Av da, ev her du xal bikar anîye. Bi kurtasî, mirov dikare wiha bêje: Felsefeyek bê helbest, wekî xiwarina bê çêj e. Helbesteka bê felsefe jî wekî gûzeka pûç e.
Encam
Felsefe jîyan e. Helbest jî xemil û xweşikbûna jîyanê ye. Ev her du mijar reng, coş û peroşê didin jîyanê û me li ser lingan dihêlin. Mirovên xwe berdin nav kûrahîya felsefe û helbestê, ew mirovekî herî azad û bextewer e. Ew mirovê jîyana xwe vegerîne jîyaneka helbestwarî û felsefî, ew mirov mirovekî herî dilnizm û dilgerm e. Bê felsefe û bê helbest nemînin.
Em li vir gihiştin dawîya gotara xwe ya vê xalê. Me li jorê jî destnîşan kiribû. Gotara bê da em dê li ser zanist û helbestê bisekinin. Bê ka zanisteka bê helbest çi tîne serê gerdûn, xweza û mirovahîyê. Heta hingî bimînin di xêr û xweşîyê da.
Silav û Rêz