Zerîyek – Şoreşê Ûzîmî

Zerîyek, helbest, Şoreşê Ûzîmî

Fina

Helbestkar Şoreşê Ûzîmî
Nivîskar Şoreşê Ûzîmî

Zerîyek

Îro serê vê sibehê, rastî min hat Zerîyek
Pir nazik, rind û delal bû, dişibîya perîyek

Ew ber bi min ve hat hêdî hêdî, ez ketim tayê
Her tişt ji bîra min çû, wê gavê ketim ber bayê

Zerîyê xwe xemilandbû, bi rengên kesk, sor û zer
Her du çavên min ji şewqa wê, perde hatin li ser

*Helbesta Bang li ser kiner.info ye.

Bêhiş û mest bûm, ji çavan bûm, ketim li nav axê
Axîn û nalîn dihat, wek ku min bidin ber daxê

Hewar û sed hewara min e, mame bi vê halê
Lê, Zerî li ber min ra diborî, bi bisk û xalê

Porê wê ji şevê bû, berdabû ser her du milan
Ez xistim qefesa evînê, bi roj, meh û salan

Enî sedef bû dibiriqî, wek heyva çardehê
Dil û cerg li min heland, fena agirê dojehê

Gava ku ew ji min dûr diket, bi gavên hûr û hûr
Ew tîra ku berdabû dilê min, diçû kûr û kûr

Êdî min nedidît ew, bi van çavên korebûyî
Min qet pirsa xwe jî ji wê nekir, ka tu ji kû yî?

Ûzîmî ketîye li nava xeyal, derd û xeman
Rondikan dibarîne, mîna ewrên li asîman

*Pirtûka JÎN (di dema şer da) hûn dikarin bixwînin û daxînin.

*Kovara Civaka Demokratîk bi dosyeya Peymana Lozanê hûn dikarin bixwînin û daxînin.

 

Tedeyîyê Verîn
Tedeyîyê Badê
- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img