Şoreşê Ûzîmî
MINZÛR: PAK û ZELAL
Tu wek Çemê Minzûrê pak û zelal î
Her wisa li ber dilê me
Dil ji te têr nedibû
Her dixwst te bibîne
Te himbêz bike
Ne şevên tarî dikarîya xweşikbûna te veşêre
Ne jî decalên serdema nû
Em bi şewqa çavên te
Li berberojkên Zagrosan şîyar dibûn
Di berbangên har û mest da
Me xwe di rondikên xeyalên te da şûştibû
Bi te ra digihiştin nîrwanayê
Kevirên ku te li wan meyze kiribû
Îro tev li ber te çûne secdeyê
Gulên der û dora hewşa te
Ketine zikra xatir xwestinê
Çivîk û bilbilan, soza tolhildana te dane
Destê wan li ser tivingan, kezep şewitîye
Fîşeng ji berê da amade ye
Ku di serê xwefiroşan da biteqe
Axê ehd bi rokê kirîye
Ew dê cardin avis bibe ji tîrêjên wê
Daku ava Minzûrê her jîndar bike
Gîyanên sitewr û bejî
Zagros, Zap û Metîna
Ew dê xêlîyên xwe rê bikin
Ji bo dawet û dîlana te
Dê Çarçela û Cîlo, serê govendê bikşînin
Dê Simbil û Gola Satê, hene li destên te bikin
Dê Zendura û Samuray, xemil û xêza te çêbikin
Dê Qendîl û Garê, cilên zavatîyê li te bikin
Te ber bi evîn û eşqa te ve bi rê bikin
Kurêjaro û Perîxanê, dê bibin parêzvanê dildarîya te
Daku tu xweş razî, di singa edûlên nûjen da
Erê Minzûr tu yî
Rêgeza rêgezan
Tu yî pîvana hemû pîvanan
Ji xeynî sekna te, tu sekin nîne
De bila lehengên Hesen Sebah
Siwarîyên Cengîzxan te nas bikin
Ka te çawa li ber xwe da
Rê neda dagirkerîyê
Ji Bo Bîranîna Gorbihûşt Minzûr Rojava
Şoreşê Ûzîmî, Qadên Azad, 01.09.2023
Nasnav: Minzûr Rojava
Nav – paşnav: Yûsûf Hecî
Cihê jidayîkbûnê: Tirbesipiyê
Dê – Bav: Zehra – Mihemed
Dîrok û cihê şehîdbûnê: 19ê tebaxa 2021ê / Cîlo
Li ser kiner.info hûn dikarin vîdyoyên cur bi cur bibînin.