Partîya Me – Azadê Araratî

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset
logoyê Azadê Araratî

Nuştox Azadê Araratî

Partîya me lihevhatî
Destbidest dike hevaltî
Bi gurz û topiz û çakuç
Rêyan vedike bi xurtî

Partîya me pêşeng e
Dike timûtim ceng e
Bi kesk û sor û zer
Ava dike netew e

Partîya me kedkar
Ava dike xizmetkar
Netewan dicivîne hev
Dişîne ser kar

Partîya me demokrat
Ne dizek, ne burokrat
Herikbar e wekî av
Dike kar û xebat

Partîya me warjîn
Têkevin biqencî bijîn
Xweşwar, baxçeyê zarokan
Têdane gulên berjîn

Partîya me dayîkane
Hevra cejna jinane
Sitar, Bêrîtan, Zîlan
Şadmendî ser milane

Related Posts