
Tebaxa Egîd
Tebaxa Egîd im
Agir û pêt im
Bazê Gabar û Çirav
Gûrnewta lûtkeyan im
Temenê min çil sal
Bi soz û bi al
Çil kanî me ez
Diherikim sal bi sal
Çil beran in li ser sing
Şer dikin sing bi sing
Tevî çil kezîyên rind
Pev diçin mîna piling
Li ser dikê awaz
Li ser lêvan pêlewaz
Pê dikin govend û dîlan
Ew çargurçikên nûwaz
Çil tebax im birengê arî
Hilkişin werin vî warî
Egîd e hate deng
Rizgarî kir dîyarî
*Ji bo vîdyoya helbestê bitikîne👇