
Tu
Erê li dora te çar dîwar hene
Lê ew sûtal in nizanin
Li her qelîştokeka dîwarekî ra
Bêhna te dikim
Li ber her çarçiwayekî
Timî dengê te tê
Li her jûreka tengûtarî da
Şevçiraya şevên me yî tu
Şopdar û peyrewê te hene
Te diçînin kolan bi kolan
Tu yî şîn dibî bistan bi bistan
Xwînava li ser her gulekê da
Xwîdana te dibînin
Çir û kanîyên me
Ji te peyaman radigihînin
Çi şevên xweş in ew
Ku te di xewna xwe da dibînin
Bere beyanî kena li ser rûyên me yî tu
Beridî bîr û bawerîya te
Diseride roj bi roj
Jê dagirtî ne dilên bi soz
Dorpêça ku li ser cîhanê ye
Ew ruh û rewana te ye
Nikarin bend jê ra deynin
Her dê biçe serî ew doz
Û di ser da jî
Ji bo ku bibehice dijmin
Em ê timûtim bibêjin
Û em ê bibêjin
Tu yî peyamberê rastîyan
Aşa yî di roja me da tu
Bêjerê bêjeyên rastgo
Tu yî taca zêrîn î
Li ser serê gelan î tu
Yên ku ji rêka te vedigerin çepel in
Yên ku dimeşin heta gipegipa dawî
Ew in efsunî ne
Timî li ser ziman in ew
Lewra gulistana me û qasidê me yî tu
Erê li dora te çar dîwar hene
Lê ew nizanin ruh û rewana te
Gerdûnîye li her derê dijî
Tim û daîm rugeha me yî
Tevgera afirîner î tim û daîm
Em in kêm hevrê û li xwe digerin
Di awir û bişirînên te da xwe dibînin
Ji ber ku jêderka hevjîyana me yî tu