Newroz Im

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset

Azadê Araratî

Newroz Im

Reh û rîşên min kûr çûne
Di hinava dilan da
Ronî dikim bihara gelan
Newroz im Newroz

Destgirtîya Kawayê Hesinkar im
Awaz û xemla adarê me
Ronahîya agirê Mezlûm Dogan im
Newroz im Newroz

Ala li ba me û
Bi kîn û hêrs im
Di lûleya gerîla da
Newroz im Newroz

Ji tarîhez û reşkûjan ra
Balyozê destê cengaweran im
Finda stranên şoreşê me
Newroz im Newroz

Related Posts