Leyla Ye

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset

Azad Ararat

Leyla ye

Avdana ji xunava ji golê
Zîl didin tev ew kulîlkên çolê
Porê te ji herîr e delalê
Li Wanê mîna mêrgên dorhêlê

Leyla ye ew agirê jîyan e
Li ser ziman navê tolhildan e
Ew ji nû ve  vejîna jinan e
Berbanga hemû rojên azad e

Li Zagros ciwanika hevalan
Fêr dike jîyana ji pêşîyan
Dihune kezîyên wan şervanan
Dişîne li ser dilê dijberan

Related Posts