Nivîskar: Azad Ararat
Qerta Kurd a Îsraîlê
Ew parvekirina di wêneyê de gelek tê belavkirin. Baş e, çima?
Sîstema desthilatdariya Îsraîlê (gel jê cuda digirim) tu carî ji bo qenciyê, ji bo dostaniyê bi Kurdan re milîmetrekê rê naçe. Ji bo Kurdan gramek bar hilnagire.
Lê her dem hewl dide ku wek dostê Kurdan xuya bike. Bi destê Kurdên hevkarên xwe, dostaniya Kurd-Îsraîlê dixe rojevê. Di rastiyê de tiştekî wisa tune ye. Pir caran ala Îsraîlê û ala başûrê Kurdistanê diînin ba hev û li ser medyaya dîjîtal, diavêjin ber me. Ev nêzîkatî ne durist û ne dilsoz e.
Her tim wisa tê nîşandan ku dewleta Îsraîlê hewl dide bibe dostê Kurdan. Lê rastî ne wisa ye. Bêtir Kurd hewl didin ku bi Îsraîlê re bibin dost. Îsraîl jî bi awayên cûrbicûr, her tim dijminatiya Kurdan dike. Ev dijminatî veşartî û nepenî ye.
Îsraîl her tim hewl dide ku Kurdên bi xwe ve girêdayî biafirîne. Di vî warî de hinek serketî ye. Eşîretek jî heye ku xwe xistiye nav Kurdan, lê di rastiyê de Cihû ye. Ev eşîret, serokê wê, û partiya ku damezrandiye, bi awayekî berdewam Kurdbûnê aktuel dikin, lê di rastiyê de xizmeta siyonîzmê dikin. Desthilata Îsraîlê, rêveberiya dewletê, siyonîzm; dijminê her Kurdekî azad, demokrat, alîgirê wekheviyê û girêdayî nirxên xwe yên dîrokî û çandî ye. Belkî bi dehan, bi sedan, bi hezaran mînakên vê hene.
Cihû deyndarê me ne. Em Kurd ne deyndarê wan in. Di dema Babiliyan de, Cihû hatin sirgûnkirin û kirin bindest. Yên ku ew rizgar kirin û azad kirin, Med in û Med bav û kalên Kurdên îro ne. Di dîrokê de yên ku qenciya pêşî bi wan re kirin em in. Lê belê ew Deşta Herranê wek milkê xwe dibînin. Yên ku li Deşta Herranê ne jî Kurd in. Ji ber vê yekê Kurdan wek dijminê xwe dibînin. Gava têkoşîna ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bi pêş xist, dest bi bandorbûnê kir, dewleta yekem ku ket tevgerê dewleta Îsraîlê bû. Di sala 1995an de, ya ku li sînorê Heftanînê sîstema parastinê ava kir dewleta Îsraîlê ye. Ev bi 300 endezyaran û bi xwe kir.
Ya ku teknolojiya şer li cîhanê herî zêde pêş dixe Îsraîl e. Ev teknolojî pêşî li Kurdistanê û li dijî şervanên Kurd tê bikaranîn. Ev bi salan e wisa ye.
Ji sala 1985an vir ve, bi awayekî nerasterast, hewl dan ku Rêberiya me bixin bin kontrola xwe. Gava nekarîn vê bikin, ji eniya hember êrîş kirin. Dîsa di komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberiya me hat pêşxistin de, Îsraîlê roleke girîng lîst. Di rewşeke wiha de, ku berpirsiyarên siyasî yên Îsraîlî her tim balê dikişînin ser dostaniya Kurdan, “trajîkomîk e”.
Dewletên serdest “hê jî” Kurdan wek nezan û bikêrhatî dibînin. Lê Kurd pir zêde guherîn û veguherîn. Ew ji siyaseta cîhanê, ji siyaseta Rojhilata Navîn haydar in. Ew ji şerê hegemonyayê yê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li ser Rojhilata Navîn haydar in. Îsraîl gava behsa dostaniya Kurdan dike, bi bingehîn dixwaze Kurdan di şerê hegemonyayê yê bi Tirkiyeyê re bi kar bîne. Niyeta wan a rastîn ev e. Îsraîl dixwaze ku Kurd li dijî Tirkiyeyê, li dijî Sûriyeyê, di şerekî berdewam de bin. Bila wisa bin, ku Îsraîl bi hêsanî bikaribe şerê hegemonyayê li Rojhilata Navîn bidomîne. Baş e, Kurd ji bo hegemonyaya Îsraîlê çima bimirin?
Bi vî û bi awayên bi vî rengî, elîta rêveberiya Îsraîlê li dijî tekoşîna entegrasyona demokratîk a li Tirkiye û Sûriyeyê derdikeve. Vê yekê jî nerasterast bi zimanê nerm dike. Bi argumana “divê Kurd jî xwedî dewletek bin” dibêje. Yanî armanca xwe ya rastîn bi gotinên xemilandî yên ku dikarin bi dilê Kurdan bin vedişêre. Ji ber vê yekê divê gelê me, raya giştî hişyar be. Bê guman Kurdê azad bi hiş û hişyar e. Ji ber vê yekê, Îsraîl nikare vê siyaseta xwe bi Kurdan bide xwarin. Tevî ku hin kesayet û serek bandor kiribe jî.
Berê li Almanyayê, herî dawî li Îngilîstanê, konferansa dostaniya Cihû û Kurdan hat lidarxistin. Armanc ji van konferansan çi ye? Gava em li wan kesên ku beşdarî konferansê bûne dinêrin, jixwe tê fêmkirin ku konferans çi cure konferansek e. Kesayetiyên marjînal, kesayetiyên ku li siyaseta Îsraîlê ve ketine, beşdarî van konferansan dibin. Ne mimkûn e ku Îsraîl bi rêya van kesayetiyan encamekê bi dest bixe.
Îsraîl li ser Sûriyeyê hesaban dike. Ji dem bi dem der barê Kurdên li vir de daxuyaniyên wê hene. Lê em vê jî pir baş dizanin. Di lihevkirina ku li Parîsê di navbera aliyan de hate kirin, Îsraîl jî li ser masê bû. Piştî vê lihevkirinê êrîşek li dijî deverên xweser hat kirin. Êrîş berfireh û navneteweyî bû. Armanca wê jî ew bû ku Kurdên li Rojava ji qetliameke bihurîne. Îsraîlê di dereceya yekem de rol lîst. Kî ye ku vê nizane? Digel vê jî, wezîrekî Îsraîlî çawa bi wêrekî dikare aqil bide Kurdan? Gelekî balkêş e! Ji Kurdan bêtir, ew di halê xwestina dewleteke Kurd de ne. Çima?
Tevgera Azadiya Kurd, ji bo parastina gelê xwe, ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî, di astekê de ku li dinyayê nehatiye dîtin xebatê dike. Heke bi rastî dilpak bin, ew dê bi Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd re têkiliyên dostane pêş bixin. Lê tiştê ku heta niha nekirine jî ev e.
Ji ber vê yekê, di serî de alîgirên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, hemû Kurdên welatparêz û demokrat, li dijî vê siyaseta Îsraîlê gelekî hişyar in. Kurd li gorî stratejiya ku bi xwe diyar kirine, bi esas girtina rêya sisêyan, azadîya xwe her ku diçe, zêdetir bi dest dixin.
