98
Sê Stêrk
Sê gul, sê rengên xwînî,
sê xelatên hêviyê,
li ser axa pîroz.
Sê sitêrk, sê ronahî,
sê evîndarê Welat.
Tevî hêvî û aşopan ponijîn,
li bajarê nêz,
bi agirê bedenê pêçayî,
li Xabûr û Berîya Kîkanê.
Sê bira û hevalên dilsoz,
Hogir Agir e,
Mazlûm bang e,
Şêrman evîndar e.
Hûn senger in,
hûn rûmet in,
hûn evîna domdar,
a Tiltemir û Kurdistanê ne.
