Hesreta Dîtinê

Helbest, hunandina li ser ap û xwarzî û birazîyan.

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset
Nivîskar: Serbest Rêzan

Nivîskar: Serbest Rêzan

Hesreta Dîtinê

Tu ji bo min,
ne tenê Ap î,
Heval û hogir î.

Ez jî ne tenê birazî me.
Delalîkê ber dilê te me.

Em hevrêyên,
rêça bi xwîn in.

Di dil da,
hesreta Ap û Birazî.

Di nav pevçûnek xwînî da,
bi hêvîya dîtina te me.

Tu ne bi tenê yî,
Apê dilên wêrek.

Bi milyonan Kurdistanî,
xwarzî û birazîyên te hene,
tevda dotmam û pismam in.

Zinar û Zîlan in ew,
xwarziyên xobexşok,
hevrê û aldar in tev.

Mil bi mil in,
rex te ne her gav,
û
axîna rewana te ne.

Doza te,
hevgirtina me,
dil, mejî,
tîrej û çirûsk.

Xizmantî bi bingeh,
dozeka giran e wargeh,
bi hevrêtîya rêya KURDISTANÊ

*Vîdyoya helbestê.

Related Posts