wesîqe

Pexşan (bi çêja helbestê)

by AZAD ARARAT
A+A-
Reset
Wesîqe (pexşan)
azad ararat

Keyepelê edebîyatî. Bi dimilkî û kurmancî.

Nivîskar: Azad Ararat

‎Wesîqe

Dor hat li Geverê sekinî. Ragihandina gorbihiştane îro. 26ê tebaxê 2026.

‎Çarşem e îro. Bila ji bîra me neçê. Ne în, ne jî  yekşem, çarşema kurdewar û Zerdeştî ye îro.

‎Li ser sînga dêyan, rêz bi rêz in wesîqe. Li ser milê nû ciwanan, fena guldesteyek pakrewan hene.

‎Amed, Wan, Cizîrê, îro jî mazuvana gorbihiştan e Gever.

‎Ji Gola Satê, Deşta Geverê awazê azadîyê tê. Awaza xwedîyên rewana pak. Wesîqe hilawistîne çilkezîyên daran ve. Her dimînin, naweşin, çi payiz û zivistanan.

*vîdyoya pexşanê

Related Posts