
Berfîn
Bêhna azadîyê dihat ji wan kezîyan
Difûrî diçû ber bi banî û kevîyan
Dibû mêvanên hûrî, perî û zerîyan
Tu mereq û kesera dilê me yî, Berfîn
Zevîyên dilê me cihê şer û cengan e
Heval û hogiran çek dane ber singan e
Ew çeteyên hov danîne li ber lingan e
Hemû ji ber berxwedanîya te ye, Berfîn
Em dê rondikên çavan ji bo te bikin derya
Em dê ji bo te bixwînin sitrana Sarya
Dê tola te hildin heval Jîyan û Marya
Tîrêjek ji roja berbanga me yî, Berfîn
Havîn û bûhar bi awirên te xweş dibûn
Gulên azadîyê bi kenê te geş dibûn
Teyr û çûkên li asîman bi te coş dibûn
Per û bask, bîn û xweşikbûna wan î, Berfîn
Xewn û xeyalên te bi tev da bûne rastî
Te ji me ra dîyar kir serkeftin û aştî
Tu ji hevrêyên xwe ra dibû pal û piştî
Hesret û kedera şoreşgeran î, Berfîn
Te gule dibarandin ser dijmin wek teyrok
Wêrekî û jinxasîya te bûye dîrok
Ji keç û xortên cîhanê ra bûyî çîrok
Fikir, zikir û çalakîya me yî, Berfîn
Hêz, vîn û bawerîya te bûye wek derman
Dihelîne ji cem me kul, keser û xeman
Çiqasî jî derbas bibin wext, sal û zeman
Tu her kêlîyê da li bîra me yî, Berfîn
Her û her, tim û tim li bîra me yî, Berfîn
Ji Bo Bîranîna Şehîd Berfîn Çem
Qadên Azad
Şoreşê Ûzîmî
21.03.2025
serdanî malpera kiner.info bikin JKXR.