Dê Çi Bibe – Azadê Araratî

Li ser rewşa me kurdan. Gelo, dê çi bibe. Niha di rojeva kurdan û destbirakan da ev pirs heye. Heke bersivek têr û tijî nebe, mejî, hest û pêhesînên mirov ser û bin dibin. Mirov rêya xwe şaş dike. Nema dizane çi bike.

Fina

logoyê Azadê Araratî
Nivîskar Azadê Araratî

Dê Çi Bibe!

Destpêk

Ji ber ku di dema dawî da ez zêdetir axivîm, min gotar nenivîsîne. Lê belê dîsa jî bê nivîsandin nabe. Divê binivîsim. Wisa dizanim ku beşek xwendevan heye ku ji gotaran sûdê digirin. Lê ji bo xwegihandina xwendevanan astengî hene. Li her derê nivîsên min bi hêsanî nayên parvekirin. Hesabên medyaya civakî jî zû bi zû tên girtin. Malper li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê tên astengkirin û hwd rêgirî li pêşî min hene. Heta em kurd navnetewî werin naskirin û em bi awayekî fermî werin naskirin, ew rewş dê wiha be. Mixabin!

Rojek tê em jî cihê xwe di nava gelan da digirin. Hemû kurd dê bi kurdî perwerdeyê bibînin û bi kurdî biaxivin û binivîsin. Yanî em dê normal-asayî bibin. Niha em ne asayî ne. Tlf û laptopa me dê bi zimanê kurdî bin. Kes dê nikaribe ji ber parvekirina nirxên xwe yên madî û manewî -li ser medyaya civakî- me qedexe bike.

Heta wan rojan, em dê li ber xwe bidin. Lewra xwendin, ecibandin û parvekirin karekî kurdewar û girîng e. Ez wisa dikim. Hûn jî bikin. Ji ber ku karekî baş e. Tu caran nebêjin gîyayê hewşê tahl e. Na gidî, hewşa me bihuşta me, gihayê me dermanê dilên me ye. De destên xwe sivik bikin.

Dê Çi Bibe!

Li ser rewşa me kurdan. Gelo, dê çi bibe. Niha di rojeva kurdan û destbirakan da ev pirs heye. Heke bersivek têr û tijî nebe, mejî, hest û pêhesînên mirov ser û bin dibin. Mirov rêya xwe şaş dike. Nema dizane çi bike.

Baş e ku di van dehsalên dawî da nivîskar û lêkolînerên kurd derketin. Gelek pirtûkên giranbuha nivîsandin. Roj bi roj zêdetir jî dinivîsin. Bila binivîsin, divê binivîsin! Gelek agahî û zanyarîyên me hebûn lê ne bi belge û şênber bûn. Me jî ewqas tişt nedizanî. Lê niha em gelek tiştan baştir dizanin. Ev baş e.

Heke arkeolog, antrepolog, fîlologên me resen kurd derkevin û dîroka me ji nû ve binivîsin dê gelek tiştên balkêş derkevin holê. Em dê bi vî awayî xwe baştir binasin.

Bê guman, divê paşguh nebe, yê ku ji me ra rê vekir; Rêber Evdellah Ocalan e. Keda Rêbertî û ya gorbihuştan, keda bi milyonan kurd divê neyê jibîrkirin. Kesek di vê mijarê da şaştiyê bike, dê rêya xwe ya rast jî winda bike. Dê ji rê derkeve.

Ev zêdetirî 200 sal e, ingilîz, rus û amerîkî li ser axa me ne. Heta vê dawîyê tim alîkarîya dagirkeran dikirin. Ev dagirker kî dibe bila bibe, tim dijî kurdan cih digirtin. Me xwe komî ser hev kirîye. Êdî ne wekî berê ye. Em li gorî berjewendîya gelê xwe bi van hêzan ra didin û distînin. Lê yên ku yekser xwe radestî van hêzan kirine jî hene.

Dê çi bibe? Tevî zehmetî û bedelên giran, di dahatîyê da û di dawîyê da, em dê bigihîjin mafên xwe yên netewî, ne yên takekesî. Lewra her kesê ku vê yekê dizane, enerjîyeka zêde xerc dike û têdikoşe.

Bi Giştî Welat û Milet

Peymana Lozanê em kirin çar parçe. Niha em di her çar parçeyan de têdikoşin. Em xwe ava dikin û dewletên dagirker jî neçarî xwe ji nû ve avakirinê dikin. Hekena serûbin dibin. Neçar in xwe biguherin. Em penaberî welatan kirine. Lê belê em li her derê xwe bi rêxistin û bi hêz dikin. Heke hinek ketibin ber bayê jî bi giştî ew asteka gelê me heye.

Welatê me bihuşta dinyayê ye. Êdî ev welat û bihuştbûna wê dê nebe sersebeb ku em rû bi rûyê komkujîyan bên. Em dê zengînî û xêr û berê welatê xwe bikin çavkanî ku xwe zêdetir azad û demokratîk bikin.

Ji milekê ve welatê me zemînê dîplomasî ye. Ji milê din ve jî welatê me zemînê xwîşk û biratîya gelan e. Yên ku qîmeta vê gotinê nizanin hene. Em serê xwe bi wan naêşînin. Me rêya xwe girtî ye û em dimeşin.

Rewşa Rojane

Em her roj, di nava rojê da, ser xwe bihizirin. Bivê nevê divê ji bo gel û welatê xwe tiştekî bikin. Li welat yan dervayî welat, divê tekez em rêxistinkirî bin. Her wiha di nav rêxistinên civakî da cihê xwe bigirin. Em mejî, hest û hizirîna xwe sererast bikin. Li gorî berjewendîya gel û welat tevbigerin.

Em hêz û destekê bidin hêzên parastinê. Hejmarê pir û pir zêde bikin. Em xwe ji kirêtîya dijberan biparêzin. Bila guhên me ji dijminan ra girtî be. Em telefona di destên me da baş bi kar bînin. Sûdeka baş jê bigirin. Bila Tlf hêzê bide me. Ne ku me ber bi piropagandaya dijmin ve bişemitîne.

Dem ne dema jîyaneka hêsan û paygiran e. Jixweber jîyankirin, dev ji xwe berdan, ne karê me ye. Dê bi me bide windakirin. Em dilop bi dilop xwêdana enîya xwe bînin ser hev. Bi vî awayî dawî dê rewşedar-muhteşem be.

Tebaxa Egîd. Helbest

- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img