
Aaax Delal
Aaax Delal ax.
Ax ciwanika zozanan.
Min nedît,
serkeftinek bê bedel,
bê ked
û
bê westandin dest ketibe ku,
bîna çîyayan jê were.
Eeey şêrejina kurdan!
Guldexwîna zinaran.
Min tu dîtî,
li ser berfê dirêjkirî,
nalînên kûr,
ber bi asîman difûrîyan,
tevî xalxalok û pepulekan.
Delal, xwedî xwîna pak û zelal.
Bi ruh û rewan, hevrêya ewran.
Min dît,
li ser cilên te yê gabardîn,
dilop bi dilop xwîn.
Xwîn bacê welidîn,
welidîn ji bo jîna rengîn.
Qumrîya deştik û banîkan.
Hem jî baz î, nêçîrvana gurbozan.
Li ser latê, li nav senger î,
fîşekê diajoy lûleyê.
Rewana te ku can vekişîya,
dilorînim, bi mixabinî û dildaxî.
Ji ber ku li ser latê,
berfedims e, bi xwîna te.
Ken li ser lêvan.
Rûkenê çend delal î!
Berê te ber bi asîman,
her wisa rûyê te bi aram,
û ez im,
dest vedikim ber bi asîman,
dikim qêrîn û aman.
Ji ber ku delal î delaltir î ji hemû delalan.
Bê xem û bi biryar.
Geh li lûtkeyan awaz,
geh li quncik û taldeyan,
hêêêdîka xwe berdidî navê.
Ji ber rabihorîya kurdan,
serhatî û bîranînan,
dikêşim keseran.
Rondikan berdidim ser sînga xwe.
Ji ber ku,
dagirtîye bi êş û azaran.
Dizanî! Rûyê te ronahî,
pîroz in tilîkên tetîkkêş.
Şermê dikin ji te,
leheng û qeşengên hemû serdeman.
Ji ber ku sergovendî,
di govenda şêrgeleyan da.
Berxika Dorşînê! Dizanî.
Ji Çêrmûgê taaa Araratê,
ji Qamişlokê hetaaa Xoresanê.
Hest têkel in.
Dest dicirifin.
Çav dibînin û nabînin.
Jûr aram.
Kolan bê deng.
Tevî ahenga civata me,
di dilê me da,
dîlana ba û bahozên nedîtî.
De bimeş, destana nûjen tu yî.
Wêneya te,
li ser dîmenderê.
Çavên te vekirî lê,
dibiriqin bi hêvî.
Ez dê kil kim bêguman,
bi ibra nûranî.
Li ber çavên min,
çi sorikî hebin xwîna te ye,
xwîna têkelî berfê.
Çend pîroz e dizanim.
Dizanim dicivînî hejaran,
dora xwîna ji dilê te pekî.
Di nav mij û moranê da,
kalekala kuçikên sergoyan e.
Xweş lêdan e ciwanikê.
Te bi dehan dan erdê,
ji wan çepel, hov û nezanan.
Daku ew,
li ser şîna me,
nekin kêf û şahîyan.
Bayê bakur guzeguz e.
Qefçil û devxwînan ra,
wekî buz e.
Bayê ku te raperand serkeftina me.
Bayê ku te raperand dojehê wan e.
Aaax Delal ax. Ax ciwanika zozanên jorîn. Jîn çi ye? Nejîn çi ye? Tu dizanî. Şarezaya hilkişandina lat û zinaran. Bablîsok, sir û seqemê dizanim ku dizanî. Ji ber ku baz î tu. Xayinê teres li ser kar e. Dizanim tolê hildidî tu. Hildidî alê li jor, li ba dikî dizanim. Belê, singa te tijî kîn e, nefretê dibarînî, li nav lêwên qerîsîyayî ra. Diranên te şidîyayîne dizanim. Lewra şêrîn î. Li ber dilan, karxezalî tu.
Ax ciwanika banîkan. Çend hez dikî bilind bifirî. Hingî xweş têk didî çeperan. Çiqas dilgerm î tu. Bi bişirîn di ser da çûyin, hunera te ye Delal. Te bi ya xwe kir. Tu dilşad î. Mîna kulîlkên Berçelan î. Di dilê me da dibişkivî. Bûhar î. Bîna nêrgiz û sosinan î. Rêxweşker î, ji nifşên paşerojê ra. Hingivê latan î. Diniqutî nav dilê me. Xweş dikî dîlan û pevçûnên şoreşgerî.
Ciwanika ser singa Fereşîn ê. Şev û roj, berbang û berêvar î. Tu her tim heyî. Her misogerîya hebûna me yî. Çi şîn, çi şahî, tim di ser ser û ser çavê me da yî. Ez dê xalîçeyan raxînim bin lingê te. Bila tilîkên te neêşin. Serê te li ser çokê min, bila porê te yê hevrîsim, di nav kefên min da, kezîyên bextewaran birêsin. Yêlega te ya bi xwîn, ez dê di muzexaneya dilê xwe da hilgirim. Bila xwîna te dilop bi dilop xwe berde hinava min.
Ciwanika rewşen ê. Lehîya çileya zivistanê. Te dan ber xwe pîncên romê. Zure-zura wan e, li Ankara li paytextê. Zikreş in. Qirêj in, li çîyayên me. Te pak kir bi xwîna xwe. Li ber te çok datînim çoook. Minetdar im. Tu li jor, ez li jêr im. Tu bilind, ez li xwar im. Tu asîman, ez erdê te me. Bereket î dibarî. Lewra tim hêvîyan ji te dikim. Hêvîdar im, ji ber ku bend î, pêşberî zirhêzên cîhanî. Xwîn dixî dilê hovan. Ji me ra keskesorê divejînî.
Çi bi huner î. Bi dest û tilî. Serê sala kurdî, hêvîyan diçînî. Te bûhara me zu anî. Li kolanên bajarê me, dilê mirovan geş e. Bi hev û du ra dibişirin. Dibêjin: “Bila heval lêxin, çi dibe jî bila bibe, ne xem e”. Ew lêdan lêdana te ye Delal. Gundî û bajarî dilîlînin. Kedkar û karker di şahîyê da ne. Dawî li rom û turanîyan tê. Em dibînin bi xweşhalî. Lê, lê ew bedena te ya li ser berfê. Aaax delal ax, û aaax Delal ax. Ax ciwanika gelê xwe!
*Vîdyoyê nivîsê di girêdana jêr da ye.
Aaax Delal_vîdyo