
Helbest Jîyan E – 7
Bawerî û Helbest
Ji bo em girêdana bawerî û helbestê ji her alîyê ve lêbikolin û xalên sereke raxin li ber çavan, pêwîst e em di serî da danasîna bawerîyê bikin. Heta mirov ji hemû hêlan ve bandora ol an jî bawerîyê a li ser jîyanê fam neke, mirov nikare encamekî erênî jê derxe. Ji ber vê jî pirsa ewil mirov ji xwe bike ev e: Bawerî çi ye? Ji bo çi mirov dibe xwedî bawerî? Bi kurtasî mirov dikare waha bibersivîne: Bawerî rêziknameya gerdûna me ye. Di gerdûnê da her tişt xwedîyê rêz û pîvan e. Ji mirov heta nebatan, ji nebatan jî heta lawiran, ev wisa ye. Eger mirov bi çavên kuantumê li mijarê binêre mirov dê hîn baştir serwext bibe. Li gorî felsefeya kuantumê, her tişt zindî ye. Ji kevirekî bigire heta darekê, ji darekê bigire heta ax û miskalzerreyekê. Madem her tişt zindî ye, wê wextê her tişt xwedîyê bawerîyekê ye. Ji ber vê jî her tişt di heman demê da jî bi rêzik û bi pîvan tevdigere. Rêzik û pîvanên ku em kala wan dikin jî ev in: Tu dê ji bo civakeka bi exlaq û polîtîk têbikoşî. Yanî tu dê derewan nekî, fesadîyê nekî, nekujî, heram nexwî, tecawiz nekî û hwd. Dema mirov bala xwe bide pirtûkên her çar olên yekxwedayî (Avesta, Quran, Tewrat û Încîl) serî heta binî ev xalên me li jor anîn ziman bi dûr û dirêj tê da danîne. Di vir da tişta bala mirov dikişine ev e: Kengî civak ber bi xirabûnê ve çûye, rizgarkerek derketîye. Mînak: Hatina hemû pêxember û rêberan da ev tişt zelal e. Dema pêxember Zerdeşt tê, zalim û xwînmij Dehaqê navdar heye. An jî dema hatina hezretî Musa dîsa fîrewnên xeddar hebûne.
Her waha derketina Îsa û ya Mihemed jî wisa ye. Dema mirov bawerîyan di asta gerdûnî da bigire dest, mirov dê bibîne ku gerdûn her tim dixwaze xwe nû bike. Bawerî jî dibe bingeha vê guhertinê. Olên modern jî bi xisleta vê guherînê ava bûne, an jî hatine ava kirin. Bawerî di bingeha xwe ya resen da yanî orîjînal da civakeka bi exlaq armanc digire. Lê, her ku dem bi ser ra derbas dibe, ji cewherê xwe yê ewil dûr dikeve û ber bi rizînê ve diçe. Sedema vê tiştê jî bawerî xwe li gorî cih û mekan nikare biguhere. Xwe neguherîn rewşên tirsnak û aloz bi xwe ra tîne. Dema di bawerîyan da pêxirtengî an jî qeyran ava dibin û nayin çareser kirin, hingî mirov neçar dibin ji xwe ra rêyek din an jî bawerîyek din bibînin. Eger mirov li dîroka olan binêre, mirov dê vê rastîyê hîn baştir bibîne. (Anîmîzm, Şamanîzm, Zerdûştîzm, Ezdaîzm, Hînduîzm, Budîzm, Sîhîzm, Manîzm, Taoîzm, Şîntoîzm, Helenîzm, Ataîzm; Yahudî, Xiristîyan, Îslam, Raelîzm, Satanîzm, Marksîzm û Sosyalîzm). Xwe li gorî zeman û mekan neguhertin, bi xwe ra parçebûnê jî tîne. Dema mirov li olên yek xwedayî binêre ev rastî baştir xuya dibe. Her dînek bûye çend mezhep, her mezhebek bûye çend terîqet û her terîqetek bûye bi sedan sazî. Ev parçebûyîna olan dide xuyakirin ku ezî û berjewendî ketîye di nav rêber û serokên wan.
Şêwazê Helbestê Li Ser Pirtûkên Olî
Em bala xwe bidin ola îslamê. Çavên xwe li ayet û hedîseyan bigerînin. Wisa xweş li hev anîne, wekî ku tu helbestekê birêsî, wisa bi hostane û bi zimanekî wêjeyî nivîsandine. Dema yek bixwîne ne gengaz e jê bandor nebe. Xîtabî hestên mirov yên hindirîn dikin. Bi vê rêbazê xwe xistine dil û mejîyê mirovan. Ji ber vê şêwaza xwe ya herikbar, gelek kes jê bandor bûne. Dema mirov bala xwe bide pêşengên helbesta kurdî jî piranîya wan kesan ew ê ku xwedîyê bawerîyek pir qewîn e. Mînak: Ehmedê Xanê, Melayî Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayî Bateyî, Seydayê Tîrêj û gelek helbestkarên din. Dema mirov jîyana van helbestkarên navdar lêbikole mirov dê du tiştên serekê bibîne. A yekê girêdanbûna bawerîya bi Xwedê ra, a duyan jî heskirina wan ya jîyanê ye. Ev her du xal heta mirov bêje bandorê li ser wan kirine. Bawerîya Xwedê hêza îmanê û îradeya wan a jîyanê jî hêza îmge û xeyalê daye wan. Ev nêzikatî di hemû olan da wisa ye. Wexta mirov di naveroka helbestên van helbestkaran binêre. Dîsa herî zêde du xal derdikevin pêşîya mirov. A yekem eşqa Xwedê, a duyem jî evînên nîvcomayî. (Mem û Zîn, Şêrîn û Ferhat). Mirov ji navan jî hîs dike, ev kesana xwedîyê jîyaneka sade ne. Yanî kesên dilnizm û bi rehm in. Jixwe navê wan jî ji ber van nêzikatîyan li wan hatine kirin. Şêx Mele, Feqe, Seyda û hwd. Ev ji alîyê zilaman ve bi vî renge ye.
Girêdana Helbestê Bi Ol û Jinan Ra
Dema mirov ji alîyê jinê ve lê mêze bike, ev rewş berovajîyê vê ye. Bawerîyan qeyd û bend danîne li pêşîya jinê. Yanê jinê nekarîye ne helbest ne jî sitran bi awayekî azad binivîsîne û bixwîne. Dema mirov li dîroka olan jî alîyê helbestê ve lê binêre, hema bêje mirov rastî ti helbestkarên jin nayê. Ji ber ku li gorî bawerîyê, ji bo jinê heram dihat dîtin ku di civatan da jin helbest û sitranan bêje. Heta waha dihat gotin: Gerek mirov ji xeynî xwendina Quranê, denge jinan guhdar neke. Lê, tevî vê jî jinan barek giran dabûn li ser milên xwe. Erê, zilaman helbest û sitran bi awayekî azad dinivîsandin û dixwendin. Lê, jinan jî bi hafizeya xwe ya dewlemend her danê şevê ji zarokên xwe ra çîrok, çîvanok, metelok digotin.
Dema mirov di roja îroyîn da çavên xwe veke û li der û dora xwe binêre, mirov dê bi sedan helbestkarên jin bibîne. Ev jî ji vê rabihûrîya wê a xwedî îrade û rêgeza wê ya jîyana azad tê. Her çiqas jin wek zilam nebûbe şêx, mele, feqe, seyda û hwd, lê bûne ferişte û Xwedawend. Ji alîyê jinê ve ol wek neînî hatîye bikaranîn. Lê, dema mirov li felsefeya ola îslamê binêre waha dibêje: “Ger ku emela te baş be tu dê herî bihuşt ê. Dê çil hûrîyan bidene te”. Yanê civakê bi jinê dide terbîyekirin. Ji ber van nêzikatîyan jinê nekarîye rîsta xwe ya helbestê baş bilîze. Eger di roja îro da lawazî û kêmanîya wêje û helbesta kurdî heye, yek ji sedeman ev e. Ger ku jinê jî qasî zilam bikarîya di civatên gel da sitran û helbest bigotaya, dê îroj asta heyî pir derbas bikira.
Em vê jî ji bîr nekin. Di xeyalên her helbestkarekî zilam da (îstîsna ne tê da) ger ku eşka jinê nebe nedikarîya bibûya helbestkar. Ewil bi eşqa jinê dest pê dike. Piştra ew eşq vedigere eşqa xwedayî yan jî eşqa welat, an jî eşqek din. Lê, bingeh jin e. Wexta mirov ji alîyê olê ve jî li eşqê binêre, dîsa mafê jinê tê xwarin. Ji bo zilam serbest e bibe aşiq, lê ji bo jinê qedexe ye. Dema mirov ji alîyê derûnî ve li vê binêre, rewşek pir xirab e. Lê, em ji alîyê mijara xwe ya helbestê ve lê binêrin. Ger ku jin nikaribe bibe aşiq, ma wê bikaribe bibe helbestkar? Ma jin bi awayekî azad û bi dilê xwe nebe evîndar, ma dê bikare ji jîyanê fam bike û jê kelecan bigire. Ger ku di dîroka helbesta kurdî da, navê jinê nehatibe nivîsandin, yek jî sedema xwe bandora ol a li ser civakê ye.
Mirov dikare waha jî binav bike. Ol ji sedî not û neh xizmeta zilamên serdest kirîye. Em di dîroka helbesta kurdî da, pir kêm rastî helbestkarên jin tên. Dibe ku bi hezaran jî helbestkarên jin hebin. Lê, ji ber serwerîya zilam nekarîne navê xwe derbasî dîrokê bikin. Ji ber ku ev dîroka heye ji alîyê zilamê desthilatdar ve hatîye nivîsandin. Erê, her çiqasî bawerî bûye îlham ji bo zilaman, lê ji alîyê din ve ewqas bûye asteng ji bo jinê. Ji bo em baştir mijarê bidin fam kirin em çend mînakan bidin. Dema ez diçûme waneyên Quranê mela ji me ra Quran dixwend. Piştra digot: Ka hûn jî bixwînin. Lê, ji yên keç ra digot: Hûn di dilê xwe da bixwînin. Yanê digot: Bila dengê wan dernekeve. Lê, ji me ra digot: Hûn bi dengekî bilind bixwînin. Ger ku pêwîst bûya keçan jî bi deng bixwendana wan dibirin jûrekî cûda ku em dengê wan nebihîzin. Ev mînak bi tena serê xwe dide xuyakirin ku bê ka çiqas cûdahî di navbera jin û zilam da heye. Ji alîyê olî ve.
Wekî Encam
Bandora olê li ser helbestê hem alîyê xwe yê erênî hem jî alîyê xwe yê neyînî heye. A girîng mirov bikaribe van her du alîyan ji hev derîne. Ya ji vê girîngtir jî mirov bikaribe alîyê wê yê neyînî jî binirxîne û pêşîya wê veke ku bikaribe xwe bide nasîn. Ger ku mirov li gorî heqîqeta olan jî here, ti ol cûdahîyê naxin di navbera jin û zilam da. Lê, dema ol bikeve bin xizmeta dewlet û desthilatdaran, hingî cûdahî çêdibe û alîyê olî yê neyînî xwe dide pêş. Wexta mirov bi çavên Xwedayê li mijarê binêra, mirov dê bigihêje rastîya olan, nexwe dê mirov her tim bi çavên desthilatdaran lê binêre û dê her tim hinek bibin keyxwedê û hinek jî bibin xulamê wan.
Em jibîr nekin ku ger ku xwedayek hebe jî ew xwedayê her kesî ye û li ba wî ti cûdahî tune ye. Jin, zilam, zarok û kal tev yek in. Ji bo vî jî di warê helbestê da kî çawa bixwaze gerek wisa xwe bîne ziman. Lê, gerek ev rastî jî li gorî pîvanên civakeka bi sinc (exlaq) û polîtîk be. Pîvana ku jin, zilam, ol û helbest digihîne gel hev û du pîvana rêgezên jîyana azad in. Ger ku me karî em bi van pîvanan û bi van rêgezan bibin pêşengê jîyana azad, wê demê em ê hîn baştir bikaribin helbestên azad biafirînin û xwe di rûpelên dîroka zêrîn da bibînin. Bi van gotina em gihiştin dawîya vê gotara xwe. Heta gotareka din bimînin din av xêr û xweşîyê da.
Gotara bê da em ê li ser mijara têkilîya felsefe û helbestê bisekinin û ji hemû milan ve binirxînin û bi awayekî zelal raxin li ber çavan.
Silav û Rêz