Herema Dêrazorê – Leyla Weşûkanî

gotar

Fina

azad weje
Leyla Weşûkanî

Herema Dêrezorê

Guhertin, Veguhertinên Demokratîk

Dêrezor heremek fireh a welatê Sûrîyeyê ye. Di heman demê da navê bajar e. Di fermîyetên dewleta Sûrîyeyê da, wiha têye bi nav kirin, El-Dêrezor. Jixwe El pêveka her gotineka erebî ye. Nasnameya heremê ya civakî, êl û eşîr e. Bi sedema ku êl û eşîr her li pêş bûne, girêdana ferd ya bi malbatê ra jî pir kûr e. Ger ku malbatek yan jî ferdek, ne xwedî êl û eşîr be nayê naskirin û ti heybeta xwe, tune ye. Di heman demê da, ji hêla der û dor ve têye çewisandin û nikare xwe ragihîne û biparêze. Wek têye zanîn di giştî civakên Rojhilata Navîn da, taybetmendîyên wiha, li pêş in. Girêdana kes bi malbatê ra, yan jî civak li pêş e û kes nayê dîtin. Di heman demê da, girêdana xwînê (girêdana xwînê, tolhildan, namûs û fidyê) di civakên ji derveyî pergala dewletê da heye. Civakê wiha pergala xwe ya serbixwe damezirandîye. Ew jî bûye kulturê jîyana wan. Jixwe her şaxekî êlê yan jî kesekî êlê, neçar e ku guhdarî (şêx, rûsipî, mezinê) êlê bike û gotina wan li her derê derbasdar e. Tevî hemû guhertinên ku di cîhanê da hatine çêkirin jî herema mijara gotinê, hîna jî dilsozîya xwe bi kulturê êl û eşîrê ra pir xurt e. Di alozîya welatê Sûrîyeyê ya sala 2011 da, bandora xwe ya neyinî, li ser herema Dêrezorê jî kir. Bi taybet jî herema Dêrezorê li ser tixûbê Îraqê ye û çeteyên DAÎŞê wek xetekê ji xwe ra bikar anîn. Di heman demê da, çola heremê û şûnwarê nêzîkî wê wek şûnwarê Tedmûrê (Palmêra) kire ciyê perwerde û rêxistin kirina xwe. Herema Dêrezorê ji hêla civakî ve girtî ye. Hîna jî di serdema êl û eşîran da dijî. Bingeha heremê ya civakî jî li gor wê hatîye bi rêk û pêk kirin. Êl û eşîran bandora xwe li ser civaka kurd jî kirine. Lê belê, bandora xwe li ser civaka kurd, wiha hişk nîne. Ger bandora xwe hebe jî, ew manewî ye. Lê bandora êl û eşîrê li ser pêkhateya ereb, bi taybet jî li herema Dêrezorê pir kûr e. Jixwe tê zanîn ku her ji demên berê ve, di navbera welatên ereban da yekbûn û hevgirtin lawaz bûye. Di Rojhilata Navîn da, netewa herî hejmara xwe zêde ye û 22 dewlet in, netewa ereb e. Pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê ku bi salan e berdewam kirîye û hîna jî berdewam e. Tevî ku her du gel ji heman kokê ne, lê mixabin, tu carî hev û du napejirînin. Heyanî roja me jî ew pevçûn heye û rewşa dawîyê ya li Xeza rastîyê baştir radixîne ber çavan. Her wiha, rojane mirov têne kuştin. Her çiqasî civaka mirovahî di nava guhertin û veguhertinê da be jî lê, xelkê herema Dêrezorê hîna jî derûnîya tayîfe, êl û eşîrê dijî. Hişê netewa teng, hiştîye ku perçe bimînin û teng bihizirin. Jixwe ne yekbûna dewletên ereban, dihêle ku her dewletek xwe bi hêzeka derve ve, girê bide. Pirî caran bi destê hêzên derve hatine dijberî hev û du. Di heman demê da, wek amûrekê hatine bikaranîn. Di encamê da, gelê heremê, ji wê belavbûnê û girêdana bi hêzên derve ra, hîna jî ne hatine rizgar kirin û di encam da gelê heremê, her zerer dîtiye û hetanî niha jî dibîne.
Di Rojhilata Navîn da, gelê ku hejmara xwe herî zêde ye gelê ereb e. Lê belê, ti carî nebûne yek. Dema ku hîna em zarok bûn, hevokek wiha di nava civakê da dihate gotin: Gelê ereb li hev kirine ku dê ti carî li hev nekin. Her çiqasî mijar hatibe nepixandin jî lê rastîya xwe heye û hetanî niha jî nakokîyên wan di holê da ye. Wek çawa ji bo gelê kurd hatîye gotin ku xiyanetê wan belav kirîye, gelê ereb di vê mijarê da rewşa xwe ji ya gelê kurd hîn xerabtir e. Bi rastî perçebûna gelê ereb, ne tiştekî xwezayî ye û li pişt perçebûn û xiyanetê dewletên derve hene. Sedema bingehîn ya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê jî siyaseta sedsalê ya Firensa û Îngiltere ye. Siyaseta wan ya perçe kirin û bi rê ve birinê jî gelekî xwedî bandor e û siyaseta gelê heremê ji hêz xistîye. Dewletên Ewropa dixwazin cîhanê li gorî xwe bi rê ve bibin. Şerê îro li Xezayê tê jîyin, berhema siyaseta wan ya xebîs (xirab) e. Jixwe hêzên heremê jî li ser vê persgirêkê teserûf dikin û nakokîyan kûrtir dikin. Dewletên heremê yên wekî Îran, Tirkîye, û her wiha dewletên din, di encam da felaket bi serê gelê Filistîn û Îsraîlê da anîn. Ew jî li ber çavan e.
Gelê herema Dêrezorê her xweser jîyaye. Pergala dewletê li ser xwe nepejirandîye û lêgerîna xwe ya jîyanek xwezayî a civaka êl û eşîrê domandîye. Di vê mijarê da Rêber Abdullah Ocalan wiha dinirxîne: Di serdema rêvebirîya jinê da (Civaka xwezayî da) jîyaneka xwe ya xwezayî hebûye. Êl û eşîr her ji pergala baviksalar a dewletê revîyane û ew nepejirandîye. Jîyana wan her li çol û daristanan bûye. Her xwestine ku ji derveyî bajêr yanî civaka dewletê ya hatîye çember kirin bijîn. Civaka xwezayî jî pergala xwe heye û xwedî nasname ye. Nasnameya wê jî êl û eşîr e. Pergala xwe, ew bi xwe bi rê ve dibin. Xwe neçarî dewletê nabînin. Serdema êl û eşîran dema xwe tijî kir û li şûna wê gel derket pêş. Wek tê zanîn, her pergalek serdema wê derbas bibe dê têkeve qonaxeka paşverû. Êdî pêwîst e were derbaskirin. Lê mixabin, di serdema niha da, êl û eşîr bûne çavkanîya sîxûrtîyê û nokerîyê dikin. Wek çawa di nava civaka kurdan da eşîra Berzanî û (KDP) heye, di nava ereban da jî xiyaneta hundirîn pir li pêş e. Rêber Apo êl û eşîrên serdema niha jî wiha şirove dike: Êl û eşîr serdema xwe derbas kirine û li paş mane. Ev jî dibe sedem ku têkevin rewşeka mûhafizekar da. Mûhafizekarî jî li pêşîya pêşketinê dibe bend û sînor. Bi demê ra zerera xwe pir mezin dibe. Di heman wextê da, paşverûtîya êl û eşîrê ji hêzên derve û yên çete ra jî dibe amûr û dijî şoreşê têye bikaranîn. Dibe enîyeka herî metirsîdar anku tirsnak. Mînak: Beşeka êla barzanîyan a ku îro bûye amûra herî tirsnak li dijî netewa kurd, ku ew bi xwe jî ji kurdan in. Ev rewş ji bo hemû netewan jî derbasdar e. Bi taybet jî gelê ereb ku hetanî roja me ya îroj jî xiyanet û xwe firotin, di nava wan da, li pêş e. Di herema Dêrezorê da hin êl û eşîr hebûn ku destek dan çeteyên DAÎŞê û bûn sedem ku êlên heremê tarû marî hev bibin. Teqez tişta ku gerek li vir were têgihiştin ev e ku her pergalek di destpêka xwe da pêşverû ye û rista xwe ya erênî dileyize. Lê belê, nayê wê wateyê ku dê her wiha bimîne. Ew pergal ya serdema xwe ye û bi demê ra li paş dimine û zererê dide civakê. Niha encama ku em li vir derînin, ew e ku gerek e em li dijî wê têbikoşin. Divê bi teqezî pergala paşdemayî û bi zerer, were guhertin û pergala wekhev û demokrat bingeh were girtin. Di vê mijarê da em dê lasayîtîya (texlîd) şoreşa Yekîtîya Sovyetan nekin û pirsgirêkan teng negirin dest û ji hêleka din ve, li çareserîyê negerin. Şoreşger û pêşengên Yekîtîya Sovyetan gotin ku begtî, êl û eşîr li paş mane. Li ber pêşketina civakê asteng in. Teqez divê werin rakirin. Fîlozof Marksî jî gotibû ku hemû gemar û geleşa serdema begtîyê bi melkesa (gîzika) pergala nû ya sermayedar a pêşketî were gîzikkirin. Fîlozofê mezin û mamosteyê civakparêzîyê (sosyalîzm) bi van tesbît û şiroveyên xwe, pergal har kir û manewîyat û kultur û sinc ji holê rakir. Keda mirovahîyê badilhewa berdan û efendîyên nû yên hîn xerabtir dan çêkirin. Ger ku em bixwazin hişmendîya êl û eşîrê rakin, gerek e rêbazên me pir dewlemend bin û em xwedî paradîgmayek cîhanî bin. Gerek e di serî da were bîra mirov ku bi tenê çareserîya wê, paradîgmaya Rêber Apo ya civaka demokratîk, jîngehparêz (ekolojîk) a li ser bingeha azadîya jinê ye. Lewra, berîya her tiştî, divê em Rêber Apo baş bixwînin û têbigihijin. Ji bo em têxin merîyetê. Ji bo xistina merîyetê jî kedeka mezin gerek e. Hêzên DAÎŞê yên tundrew, di textîkê xwe yê şer da giranî dan ser êl û eşîran. Ew bi paşverûtî li dijî şoreşê, pir aktîf bikar anîn. Divê li ser vê mijarê baş were sekinandin. Divê rastîya heyî ya êl û eşîran baş were niqaş kirin û analîz kirin. Heke em baş analîz nekin û şaş nêzîkatî raber bikin, dê berevajî li me bizîvire û bibe belayê serê civakê. Teqez divê em li ser mijara êl û eşîrê baş mûnaqeşe bikin. Bi rengekî zanistî civakê têbigihînin. Hewceye civak têbigihêje ku dê bi rêya parêznameyên Rêber Apo yên civaka demokratîk xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Berîya her tiştî, divê em xwe perwerde bikin. Paşî civakê perwerde bikin. Lazim e em giranîya xwe bidin ser perwerdeya civakê ya demokratîk û azadîxwazîya jin û civakê.

Dokumanter li ser Têkoşer Gever – kiner.info

Rastîya Civaka Dêrazorê

Niha li vir em dê hinekî li ser, rewşa civaka herema Dêrezorê ya dîrokî bisekinin û bi zelalî dahurandin bikin. Erdnîgarîya heremê xwedî jeosîyasîyeka giring e. Bi sedema rewşa xwe ya jeosîyasî, herem bi pir êrîşên talankarî ra rû bi rû maye. Ev bûye sedem ku gelê heremê her xwe di nava şer da bibîne. Jixwe di rewşên şer da hemû êl û eşîr, hev girtine û bi mêrxasî li himberî hêzên talanker şer kirine û li ber xwe dane. Wekî ku me di serî da jî bi lêv kir, di hêla civakî da xelkê heremê bi nasnama, êl û eşîra xwe parastîye û xwe bi rê ve birîye. Ji taybetmendîyên wan ku di nava koma êlan da, êla herî mezin yanî ya herî hejmara xwe zêde ya bi hêz e û ew êl rista sereke ya rêvebirîyê dilîze. Gel komî hev dikin û li dijî dagirkeran wan bi rêxistin dike û hevpar şer dikin û xwe diparêzin. Êlên heremê bi wî awayî xweserîya xwe parastine. Desthilatîya hêzên derve, li ser xwe nepejirandine. Herema mijara gotinê, jêre hatîye gotin, Dêrezor (El Dêrezor) ku di destpêka xwe da xwedî jîyaneka xwezayî bûye. Her hewil daye ku ji derveyî pergala fermî ya dewletê bijî. Xiwestîye xwedî rêvebirîyeka nerm be. Êl û eşîr ji ber ku rêbaza jîyana wan ya rihel û bedewîtîyê (koçerî) bûye, rojekê li vir û rojekê li wir, jîyana xwe derbas kirine. Rêbaza jîyana xwe hez kirine û razî bûne. Êl û eşîrên heremê her çiqasî di nava xwe da bi nakok bûne û pev çûne jî lê li himberî hêzên derve yên êrîşkar û dagirker, xwe kirine yek û xweserîya xwe parastine. Êlên heremê di serî da li himberî zext, zorî û serdestîya osmanîyên tirk, li ber xwe dane û ew nepejirandine. Împeratorîya osmanîyan zêdetirî 400 sal li ser gelê ereb û pêkhateyên din yên Rojhilata Navîn desthilatîya xwe bi rê ve birine. Destpotî li ser gelan kirine. Di herema Dêrezorê da êl û eşîrên ereb li himberî dagirkerîya osmanî hêrs raber kirine û rabûne ser pîyan. Osmanîyên tirk xwe xelîfeyê dawîyê yê Hezretî Mihemed û dînê îslamê dîyar kirine. Xwestine ku hetanî derve jî serdestîya xwe bikin. Lê belê, şensê wan derfet nedaye wan ku zêdetir serdestîya xwe berdewam bikin. Jixwe di wê serdemê da, hêzên dagirker yên Rojavayî jî di heremê da cihê xwe digirtin. Hêzên wek îngilîz û firensî, di serdema şerê cîhanê yê yekem da, lawazketina împeratorîya osmanîyên talancî sûdê werdigirin û bi pêkanîna peymana Sayks-Pîcot, ya di navbera Firansa û Îngiltere da, hemû heremên di bin zexta osmanîyan da, ji wan digirin û li xwe par ve dikin. Bi wî awayî cih û mekan, li osmanîyan teng dikin û ji împaratorîya osmanîyan ra gotine “zilamê nexweş”. Yan jî zilamê riziyayî yê ku desthilatdarîya xwe li ser heremê lawaz ketîye. Bi wê peymanê ra desthilatîya osmanîyan hate bi dawî kirin. Hedef û armancên Firansa û Îngilistanê jî ew bû ku qenala Sûveyş (Qenal Elsiweys) ya welatê Misrê, bigirin destê xwe û serwerîya tirkan bi sînor bikin. Di heman demê da, dixwestin ku xeyalên xwe yê ji seferên xaçîyan mayî pêk bînin û Rojhilata Navîn a mezin dagir bikin û têxin bin destê xwe. Wan dewletan dixwestin ku pergala xwe di heremê da mayînde bikin û bi cih tengkirina li osmanîyan, ciyê xwe fireh kirin. Herdu dewletên dagirker, bi sîyaseta xwe ya perçe kirin û bindest kirinê, li ser gelên heremê pêkanîn û ew sîyaseta xwe ya xebîs ku mîna kuçik bi kuçik dana kuştin e, xelkê heremê kirin dijminê hev. Berîya ku peymana Seyks-Pîcot pêk were, îngilîzan xwestin ku bi rêvebirîya, Şerîf Hisên ra lihevhatinekê bide çêkirin û li dijî tirkên osmanî wan bi rêxistin bike. Li paytext Qahîra nûçegihanekî îngilîz yê bi navê Lorans hebûye û ew mirovek pir jêhatî bûye. Hin taybetmendîyên xwe yên balkêş jî hebûne. Generalên îngilîz Lorans dişînin sehraya xeta Dêrezorê-Îraqê û jê dixwazin ku Şerîf Hisên, nûnerê êlên ereban îqna bike, ji bo ku hevkarîya wan bike, li dijî tirkan ji bo ku wan ji heremê derxîne. Jixwe wekî ku tê zanîn serê mirovên ereb gelekî hişk e. Zû bi zû îqna nabin. Lê belê, kesê bi navê Lorans bi zîrekîya xwe, Şerîf Hisên îqna dike û berê wî dide tirkan. Ew kes di şerê tirk û ereban da rista xwe pir baş lîstîye û êlên ereban kirîye yek û berê wan daye tirkan. Bi wê sedemê tirk xwe ji heremê dikişînin. Di heman demê da, peymana Firansa û Îngiltere jî hatîye pêkanîn û ew jî zextên xwe li ser osmanîyan dikin û di encam da tirk xwe ji heremê bi paşda dikişînin. Xelkê heremê ji serdestîya tirkan rizgar dibe, lê mixabin, vê carê jî dikevin bin destê herdu dewletên peymangir. Hemû xewin û aşopê (xeyal) êl û eşîrên heremê badilhewa diçe. Piştî wî şerê giran, xeyalê wan bû ku herema xwe rizgar bikin û xweser bijîn. Lê mixabin, hatin xapandin û serwerê wan hate guhertin. Li gorî pîvanên peymanê, dê Firansa serwerê welatê Sûrîyeyê be û Îngiltere jî dê serwerê welatê Îraqê be. Jixwe herema Dêrezorê jî di tixûbê Îraq û Sûrîyeyê da ye. Îngilîz bela xwe li xelkê heremê didin û wan tengav dikin. Êlên heremê ji nêzîkatîyên wan tengasîyan dikişînin û aciz dibin. Di encam da li himberî îngilîzan serî radikin û serdestîya wan napejirînin. Gel radibe ser pîyan û li dijî wan şer radigihîne. Jixwe xelkê heremê şerker in û wêrek in. Bi şerê xwe îngilîzan tengav dikin. Pergala Sûrîyeyê ya wê demê jî êl û eşîr bûye. Êlên heremê yên bi xîret û şeref serdestîya hêzên derve nepejirandine. Xwe kirine yek û li dijî serdestan şer kirine. Li ser tixûbê Îraqê şer kirine, hetanî ku îngilîzan bela xwe ji wan vekirine. Li heremên din yên Sûrîyeyê jî hêzên firensî hakim bûne û li wan hereman jî ciwanên kurd û ereb bê ferq û cûdatîya netewî bi wêrekî li himberî firensîyan şer kirine. Jixwe piştî vekişîna hêzên îngilîz ji tixûbê Sûrîyeyê û Îraqê, vê carê jî hêzên firansî ketin heremê û bela xwe li xelkê heremê dan. Zextê general û leşkerên îngilîzan, xelkê heremê tengav kir û ev jî bû sedem ku rewş wergere şer û pevçûnan. Rûsipî û serokê êl û eşîran, komî hev dibin û bi rêk û pêk xwe ji şer û pevçûnê ra amade dikin. Paşê berê xwe didin hêzên Firansayê. Di serdema mandeta (Întîdabî, Firensî-Îngilîzî) da êl û eşîrên heremê, bi giştî pêkhateyên Sûrîyeyê, gelê kurd jî di nav da, hêrsa xwe li dijî mandeta firensî nîşan dan û hêrsa wan wergerîya çalakîyên aktîf, ku hêzên firensî tengav kirin. Hemû gelê heremê, wek êl, eşîr, fesîle û komik bi gelemperî, serhildanên girseyî yên gel, lidarxistin û hêzên firensî tirsandin. Serhildanên gelê Sûrîyeyê û şer û berxedana wan li dijî hêzên Rojavayî yê dagirker, di dîrokê da nav û dengê xwe di Rojhilata Navîn da vedaye. Di nava şer û pevçûnan da, li Ewropa şerê Elmanya bi Firensa ra dertê û di encama wî şerî da, hemû dewletên sereke, ciyê xwe di nav da digirin. Ji wan dewletan yek jî Firansa û ya din jî Îngiltere bûye. Ew şer werdigere şerê cîhanê yê duyem. Hitlerê elman çavsorîyê li dewletên Ewropa dike û dixwaze ku efendîtîya cîhanê bike. Di serî da belaya xwe li Firansa dixe û dest bi şer dike. Herdu dewletên giregir xwe ji Rojhilata Navîn dikişînin û berê xwe didin welatên xwe. Ji bo li himberî Elmanya şer bikin. Piştî ku Firansa û Îngiltere ji Sûrîye û Îraqê vekişîyan, li şûna xwe gelê ereb li ser Sûrîye û Îraqê serwer kirin. Bi Şerîf Hisên ra, lihev kirin û wek model, ew kirin dewlet netew. Jixwe paşê Îsraîl jî li heremê kirin dewlet û hiştin ku herema Rojhilata Navîn her bi alozî be. Gelê kurd jî bê cih û par hiştin û wan xistin bin destê Îran, Îraq, Tirkîye û Sûrîyeyê. Mebesta wan ew bû ku gelê kurd serê xwe raneke û her bindest bimîne. Dewletên xaçperest ên di heremê da wek Firansa û Îngiltere, hîna jî kîna xwe ya li himberî Selaheddînê Eyûbî ji serê gelê kurd dertînin. Firansa û Îngiltera baş dizanîbûn ku gelê kurd li şûna xwe bikin serwer wê kurd nebin lîstokên wan. Firansa û Îngiltera serwext bûn ku wê gelê kurd, ji wan ra navmalîyê neke. Bi vê sedemê gelê kurd xistin bin dagirkerîyek hîn xerabtir. Welatê kurdan kirin çar perçe û bindestê çar dewletan. Mebesta wan dewletan jî ew bû ku modêla xwe li ser gelê Rojhilata Navîn ferz bikin û di nava gelan da nakokîyan kûr bikin. Bi rêya wan nakokîyan dê xwe li ser wan ferz bikin û bi wê bihaneyê destwerdanê li heremê bikin. Îngilîzan siyaseta xwe ya ku dibêje, perçe bike û bi rê ve bibe, li ser gelê heremê sepandin. Her çiqasî ji heremê bi neçarî bar kirin, lê sîxûr û şaxên xwe yan jî hişmendîya xwe ji xelkên heremê ra hiştin. Piştî şerê cîhanê yê duyem, gelê heremê jîyana xwe bi aramî ne borandîye. Hişmendîya dewlet netew a pergala sermayedar, firûs û jehra xwe li heremê belav kirîye. Dewletokên di Rojhilata Navîn da, her lasaya (texlîd) serdest û efendîyên xwe kirine. Gelê heremê, hetanî roja niha jî di koletîyeka kûr da dijî û derketina DAÎŞê jî alozîya Rojhilata Navîn dide dîyarkirin. Hêzên DAÎŞê bi destê hêzên derve hate çêkirin û xistin nava heremê. Çeteyên DAÎŞê yên tundrew, bi desteka hêzên derve û Tirkîyeyê gelê heremê xistin nava tengasîyeka mezin. Lê ya giring ew e ku bi pêşengtîya Hêzên Parastina Gel HPG û Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG -YPJ) bi şer û berxwedana xwe ya bê hempa, hêzên çete çewisandin û herem ji wan rizgar kirin. Herema Dêrezorê ku li ser tixûbê Îraqê ye, hêzên çete herem ji xwe ra kiribûn wek moristanekê û ji wir xwe belavî ciyên din dikirin. Ger ku bi wêrekî û lehengtîya fermandar û şervanên YPG û YPJ neba dê niha rewşa heremê pir cûda ba. Gelê herema Dêrezorê jî têgihişt û beşdarî nava şerê li dijî DAÎŞê bû. Bi rastî gelê heremê risteka pir xûrt, di şer da leyist û bi sedan zarokên xwe, di şer da wenda kirine. Jixwe herema Dêrezorê cih û kûlmoza çeteyan ya dawîyê bûye. Hêzên DAÎŞê, di serî da xwe li heremê bi cih kiribûn û li wir jî bi dawî bû. Zarokên êlên Dêrezorê cihê xwe li kêleka hêzên HSD û YPJ girtin û bi fedayetî şer kirin. Careke din ciwanên Dêrezorê serê xwe ji nokerîya hêzên paşverû yê DAÎŞê ra netewandin. Lê, divê em ji bîr ve nekin ku li kêleka wê berxwedana bê hempa, xiyanetek reşkujî jî her hebûye û hetanî niha jî ew xiyanet û tundrewîya hêzên heremê yê hevkarîya DAÎŞê û yên wek wan dikin. Nimûne hevkarîya hêzên wek, Îran, Tirkîye, Haşdî El Şabî û Dîfa El Wetenî ku çetetîyê dewleta Sûrîye û Basîyan ra dikin. Ew xiyanet û çetetî bû sersebeba koçberîya xelkê heremê ji warê wan û bi hezaran ji wan hatin kuştin. Ew hêzên veşartî yê heremê, ji bo çend qûrûş pere, xwe firotin û bûn qatilên mirovên bê guneh, dayîkên ducanî û zarokên nûhatî. Wek nimûne komkujîya ku li ser êla Şiêtîyan kirin, bi rastî dema ku mirov qala wê komkujîyê dike, xwîna canê mirovan disekine û wijdanê mirov wê hovîtîyê tehemûl nake. Li ser vê kumkujîyê ez wiha dihizirim û dinirxînim: Mebesta DAÎŞê ji vê komkujiyê çavtirsandina xelkê heremê bû. Ji bo ku bi rêya vê terorê serê wan bitewîne û wan wek amûrekê ji xwe ra bikar bîne. Jixwe bi rêya madîyet û xeyalên bihuştê yê 40 horîyan, mirovên lawaz dixapandin û didan bikaranîn. Mirov dikirin amûrên tundrewîya xwe ya (îrhab-teror) ji bo desthilatdarîya xwe. Çeteyên DAÎŞê li ser paşverûtîya heremê ya salan û nakokîyên, di navbera êl û eşîran da siyaset kirin û hin ji wan dan kêleka xwe û hin ji wan jî girtine himberî xwe. Bandora xwe bi rengekî pir xerab, li ser gelê heremê kirin û di nava wan da dijminatîyek pir kûr dan çêkirin. Bi sedema ku herem di hêla civakî da bi paşmayî ye û meseleyê xwînê û tolhildanê, hîna jî kûr in. Êlên heremê pir zû bi siyaseta DAÎŞê bandor bûn û nakokîyên wan ên kevneşop xwe zindî kir. Jixwe di bin navê DAÎŞê da, pir bûyer diqewimin û paşê dîyar dibe ku haya çeteyên DAÎŞê ji wan bûyeran tune ye. Herem bi xwezayî çeteyên xwe hene. Wek eşqiya û kurtêlxwir ên ku mal û milkê xelkê bi zora çekê ji wan distînin. Bi sedema ku di heremê da çetetî pir li pêş e, dibe sedem ku hêzên DAÎŞê jî xwe di nava wan da bicih bikin. Jixwe rojane bûyerên kuştina mirovan di rojevê da ye. Êl û eşîrên heremê, li himberî êrîşên derve û hêzên hawirdor, her xwe parastine. Bi heman rengî xwe li himberî pergala Baas ya yek partî jî xwe parastine û desthilatdarîya wan li ser xwe nepejirandine. Jixwe nakokîyên wan bi mezheba Esed ya elewî ra jî her hebûye. Ji ber ku gelê heremê li ser tixûbê Îraqê bûye û hinek êl ji êlên heremê, bi kokê xwe ji Îraqê ne. Bi wê sedemê ji Esed zêdetir ji Sedam Hisên hez dikirin û serwerîya wî li ser xwe dipejirandin. Jixwe hîna jî pir ji Sedam hez dikin û ji bo wî pir xemgîn in. Kesayeta Sedam di çavê wan da qehremanekî netewî bûye û hêjayî teqdîrê bûye. Ji bo kesayeta Sedam û serokatîya wî wiha dinirxînin: Sedam li himberî hêzên Rojavayî serê xwe ne tewandîye. Herem di mijara guhertin û veguhertinê da pir hişk e. Li himberî pergala civakîbûnê girtî ye. Bi rastî êl û eşîrên heremê, di xwe da îsrar dikin û ev jî tê wateya muhafizekarî. Bi rastî di mijara guhertin û veguhertinê da, destwerdanek xûrt gerek e û ev destwerdan jî gerek e şoreşgerî be.

Jîn (di dema şer da) Pirtûk

Mijara Jinê

Di herema Dêrezorê da mijara jinê: Bi rastî li ser jinê koletî û bindestîyeka kûr heye. Li ser jina êl û eşîrê zexteka pir mezin heye. Di nava malbatê da, têkilîyên civakî pir paşverû ne û koletîya jinê di pileya herî jor da ye. Di heremê da zewaca keçên temen biçûk di pileya herî jor da ye. Di pîvanê feodaltîya heremê da, li ser her zilamekî ferz e ku bi 4 jinan ra bizewice. Jixwe di bin navê pêxemberê îslamê da wiha dikin. Pîvanên ku li ser hev û du ferz dikin, pîvanên bermaya pergala feodal (Îqtayî) ye û hîna jî bandora xwe li ser hişmendîya giştî ya civakê kûr e. Hişmendîya feodal û zayendperest di heremê da pir kûr e. Kuştina jinan jî bi navê namûsê, rewa têye dîtin. Civaka herema Dêrezorê pir paşdemayî ye û ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên ji derveyî sincê yê navxweyî zêde bin. Di her bûyereka dervayî sinc da, jin tê tewanbar kirin û bi sezayê mirinê tê seza kirin. Jin her tê mahkum kirin û pirî caran hukmê wan mirin e û zilam serbest tê berdan. Bi navê namûsa xwe pak kirin, ti kes dengê xwe nake û bê helwest dimînin. Her kîjan zilam be dayik, keç û hevjîna xwe, milkê xwe dibîne û çawa dixwaze wiha nêzîkatî raber dike. Dema ku gotinek xerab jî were ser wan, di kêlîyê da biryara kuştinê dide. Dema ku di navbera du êl û eşîran da nakokî derkeve û ji hev û du mêran bikujin, ji bo ku aştî di navbera wan da were sazkirin, jinan didin hev û du. Jinan ji bo lihevhatina xwe dikin qûrbanî. Jina ku dibe berdêla xwînê, jîyana wê bi dawî dibe. Di milê rewan, mejî û fîzîk da jî tê çewisandinê. Mirov dikari wiha jî binirxîne, ew jin li wir dibe qûrbanî. Pirî caran zilam keçan berdêlî dikin û didin hev û du, yan jî keçeka 14 salî didin zilamekî 50 salî û diçe ser sê hewîyan. Di vê mijarê da ez wiha dihizirim gelo, dê jîyana wê jinê çawa be? Li gorî texmîna min dê jîyana wê bibe dojeh. Rewşa jinên malbatên xizan û feqîr gelekî baştir e, ji yên jinên êl û eşîran. Ji ber ku li ser jinên qatên jêrî, ewqasî zext û zor tune ye. Pirî caran jî jinên malbatên xizan, wek zilaman kar û xebatên fîzîkî jî dikin û bi malbatên xwe ra dibin destek. Lê keçên êl û eşîran, di nava çembereka reş da ne û qedera wan girêdayî serok eşîrê ye. Di nava êl û eşîrê da, jîyana jinê pir zor e. Jixwe reng û dengê wê tune ye. Bi navê teqalîd û adatan (urf û adetan) jin tê çewisandinê. Jin wek laşekî cemidî yan jî wek mirîyan li ser pîyan e. Jin tenê ji bo xizmetkirina mal, zarok û kêfxweşîya zilam, 24 saetan bê sekin dixebite. Di heremê da jin girtîye û di nava cilê reş da hatîye pêçan. Di serî da laşê xwe, dest, rû, heyanî çavê xwe jî veşartî ye. Divê zilam dengê wê nebihîzin. Di herema Dêrezorê da zext û tundî li ser jinê, di pileya herî jor da ye, lê bi rastî tevî ewqas zext û zorî jî, carek din jî jinên heremê di hêla kesayeta xwe da xûrt in û zîrek in. Ji xwe bawer in, bi înîsîyatîf in, wêrek in û tiştek çavê wan natirsîne. Lê mixabin, her çiqasî jin jêhatî be û xwedî bandor be jî, careka din xwe malê bav, bira û mêr dibîne û wekî ku ne tiştek be li xwe temaşe dike. Di civakê da hewildanê jinê her ew e ku xwe bi zilam bide pejirandin. Zilam di çavê jinê da pir giranbuha ye û her tişte û bêyî wî jîyan nabe. Hişmendîya zayendperest, bandora xwe bi kûrahî li ser jinê kirîye. Jin xwe ya zilam dibîne, ku ev jî bingeha xwe ji xwe bê bawerîyê digire. Dema ku em bi hizir û ramanên şoreşê temaşeyî pirsgirêkên jinan ên di nava êl û eşîrê dikin, hîn baştir rastîyê dibînin. Bi taybet jî dema ku em tehlîla rewşa jinên herema Dêrezorê dikin, wê demê em rastîyan bi zelalî dibînin. Teqez gerek e em jibîr ve nekin ku di kesayeta jinên Dêrezorê da, dibetîya pêşketinê pir xûrt e. Bi taybet jî di kesayeta jinên ciwan da cewherek pir xûrt heye. Bi taybet jî em di wan jinên ku beşdarî nava şoreşê dibin da wê xurtbûnê dibînin. Ciwanên jin ên şoreşger pir zû pêş dikevin û pileya mejîyê wan pir bilind e û zîrek in.

Encam

Ji bo herema Dêrezorê, guhertin û veguhertinên lezgîn gerek in. Ev guhertin jî tenê di çerçova paradîgmaya Rêber Apo da dê were çêkirin. Peradîgmaya Rêber Apo a civaka demokratîk, ekolojîk li ser bingeha azadîxwazîya jinê, dê were binyad kirin. Berîya her tiştî divê pergala heremê ya civakî were guhertin. Li himberî vê guhertinê dê bertekên pir tund ên malbat, eşîr û êlê derkevin. Ew bertek dê bi sedema ku pergala wan ya kevnar xerab dibe be. Herî zêde jî dê berteka serokên êl, rûsipî, axa û began derkeve pêş û dê li ber xwe bidin û guhertinê red bikin. Li vir a giring ew e ku di piroja Rêbertî da îsrar were kirin. Jixwe gerek e guhertinên ku hetanî niha hatine bidestxistin, piştguh neyê kirin û li ser wan bingehan xebatên xwe berdewam bikin.

Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê

Piştî şoreşê guhertinek mezin di xelkê heremê da çêbûye. Bi taybet jî piştî bi dawî kirina hêzên DAÎŞê yê di heremê da guhertin û veguhertina li gelê heremê xweş dîyar e. Girseya herema Dêrezorê mûdaxela heremê ya şoreşgerî qebûl kir û civak ji serwerîya serok eşîr û began razî nîne û dixwazin ku dawî li wê pergalê were anîn. Gerek e were zanîn ku kesên serdest pala xwe didan hêzên çete, yên ku demekê di meclisa leşkerî ya HSDê da ciyê xwe digirtin. Hetanî Rêvebiriya Xweser a meclisa medenî jî ciyê xwe girtibûn û dixwestin bi navê hesasîyeta gel û feodaltîya wan xwe ferz bikin û axatî û begitîya xwe ya kevnar berdewam bikin. Jixwe kesên ku di fermandarîya meclisên leşkerî û meclisa medenî da wek rêvebir cihê xwe digirtin, xwestin ku wan meqaman xerab bikar bînin. Jixwe ji derveyî xizmeta şoreşê, her karê xerab û fesadî kirin. Hêza çete ya bi navê êl û eşîrê, jixwe kesên wiha ne. Baş bû ku derketin holê û hesab ji wan hate xwestin. Ji niha û şûnda jî gerek e venêrîn hebe û kesê minasib li ciyê minasib be. Di heman demê da gerek e gel were esas girtin û kesayet dernekevin pêş. Ji bo ku bingeha civaka demokratîk were meyandin û encamê baş derkevin holê. Gerek e rêvebirên gel baş werin hilbijartin û dema ku erka xwe baş pêkneanîn di cih da werin guhertin. Gerek e tedbîrên wiha hebin. Jixwe ew bûyerên çetetîyê yên dawîyê jî fêrker bûn. Di heman demê da, bûn ezmûnên baş. Naxwe tişta ku em li vir têdigihêjin ew e ku gel jî guhertina pergala kevnar û rizî dixwaze û yên ku di kevneşopîyan da îsrar dikin, qata jor e ku ew jî axa û beg in. Gerek e tevgera civaka demokratîk bi israreka mezin kar û xebatên xwe bike û dereng nehêle.
Wek kesayetî lêkolîna min, li ser jin û civaka heremê çêbûn û min xwest ku ez bi rêya vê nivîsê ji we xwendevanên bi rûmet ra rewşa heremê rave bikim. Di kar û xebata we da serkeftin be.
Silav û Rêzên Şoreşgerî

- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img