
Zerîyek
Îro serê vê sibehê, rastî min hat Zerîyek
Pir nazik, rind û delal bû, dişibîya perîyek
Ew ber bi min ve hat hêdî hêdî, ez ketim tayê
Her tişt ji bîra min çû, wê gavê ketim ber bayê
Zerîyê xwe xemilandbû, bi rengên kesk, sor û zer
Her du çavên min ji şewqa wê, perde hatin li ser
*Helbesta Bang li ser kiner.info ye.
Bêhiş û mest bûm, ji çavan bûm, ketim li nav axê
Axîn û nalîn dihat, wek ku min bidin ber daxê
Hewar û sed hewara min e, mame bi vê halê
Lê, Zerî li ber min ra diborî, bi bisk û xalê
Porê wê ji şevê bû, berdabû ser her du milan
Ez xistim qefesa evînê, bi roj, meh û salan
Enî sedef bû dibiriqî, wek heyva çardehê
Dil û cerg li min heland, fena agirê dojehê
Gava ku ew ji min dûr diket, bi gavên hûr û hûr
Ew tîra ku berdabû dilê min, diçû kûr û kûr
Êdî min nedidît ew, bi van çavên korebûyî
Min qet pirsa xwe jî ji wê nekir, ka tu ji kû yî?
Ûzîmî ketîye li nava xeyal, derd û xeman
Rondikan dibarîne, mîna ewrên li asîman
*Pirtûka JÎN (di dema şer da) hûn dikarin bixwînin û daxînin.
*Kovara Civaka Demokratîk bi dosyeya Peymana Lozanê hûn dikarin bixwînin û daxînin.