
Peymanên sedsala 20em û 21em
Di serê sedsala 20em da, mirovahîyê şerekî şer dît. Ev şer di dîroka cîhanê da yekem şer e ku ewqas rûxîner bû. Her ku deverên cîhanê yên destê sermayedaran negihayî hatin zeptkirin, cîhan êdî ji sermayedaran ra teng dihat. Lewra dewletên zirhêz yên cîhanê hewil dan ku cîhanê ji nû ve, di nava xwe da parve bikin. Jixwe ji ber vê em dibêjin şerê parvekirinê. Ev şer êdî bi aşkera dida nîşandan ku bi pergala sermayedar ra nabe. Divê pergalên nû û civakî werin sazkirin. Lê mixabin! Wekî ku dihat pêşbînîkirin nebû. Lewra jî cîhan hîna jî rastîya xwe digere. Mirovahî rêyek digere, lê ka dê kengî bibîne!
Piştî şerê cîhanê yê parvekirinê, yê yekem, peymana Sîver hat morkirin. Lê ew peyman neket merîyetê. Divê were zanîn, jixwe peyman çêdibe nekeve merîyetê. Dibe ku hin xalên peymanê bikevin merîyetê û çêdibe ku peymanek qet nekeve merîyetê jî. Di vir da piştî ku peyman hatin morkirin, êdî dimîne ser alîyan ku bê ka ew peyman dê çiqasî bibe jîyanî û vegere rastîyekê. Peymana Sîverê jî ew peyman e ku neketîye merîyetê. Êdî li ser vê peymanê galgal nayê kirin. Heke mirov galgal bike û bêje peyman biketa merîyetê dê wiha bûba yan nebûba, ew dibe galgalekî bêsûd. Lewra pêşîyan gotine: Tişta çû nede dû! Dîsa jî nirxandin û encam jê derxistin pêwîstîyek e.
Piştî peymana Sîverê, peymana Lozanê ket merîyetê. Encamên wê yên xirab hene. Jixwe peyman di encama dek û dolabên mezin da hat morkirin. Ew dewletên ku di şer da bibin ketin, bineçarî radestî dewletên ku di şer da ser ketin bûn. Ji ber ku encama şer ji hêla madî û manewî ve giran bû, dewletan lihev kirin. Lêbelê ev lihevkirin jî nebû çareserîyeka mayînde.
Yekê îlonê jî wekî peymanek e ku tê pîrozkirin. Piştî ku Almanya 1ê îlona 1939ê êrîşî Polonyayê kir, dewletên sosyalîst ew roj wekî “Roja Aştî ya Cîhanî” pîroz dikirin. Lê Netewên Yekbûyî sala 1981ê 21ê îlonê wekî roja aştî ya cîhanê pejirand û ji wê rojê ve pîroz dike. Mixabin li ser pîrozkirina roja aştîyê jî nelihevîyek heye. Îcar çawa dê aştîya ku tê xwestin û tê xeyal kirin, pêk were!
Jixwe heke dinyayeka di nava aştîyê da hebe, pêwîstî bi pîrozkirineka wisa jî namîne. Lewra salê rojek û bi şahîyan pîrozkirina aştîyê wekî tinaz pê kirina aştîyê ye. Ya rast û pêwîst, pêşxistin û avakirina jîyaneka aram û wekhev e.
Yekîtîya Sovyetan û DYA
Di dema şerê cîhanê yê duyem da, Yekîtîya Sovyetan û Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) dest bi hevdîtinan kirin. Ji ber ku armancên emperyal yên Almanya, ji bo her du dewletan jî tirsnak bû. Ev hevdîtin heta sala 1991ê dihatin kirin. Piştî ku Yekîtîya Sovyetan rûxîya, jixweber hevdîtin nedihatin kirin.
Di dema Mîhaîl Sergeyevîç Gorbaçov da (Bi rusî: Михаи́л Серге́евич Горбачёв, 02 adar 1931 – 30 tebax 2022) salên 1985 – 1991 hevdîtin di navbera Gorbaçov û Ronald Wilson Reagan ( 6ê reşemîyê 1911 – 05ê pûşberê 2004) 40em Serokê Dewletên Yekbûyî. Dema seroktîya DYA, ji sala 1981ê heta sala 1989ê.) dest pê kirin. Di vê demê da Yekîtîya Sovyetan Perestroika ragihand ku reformên sîyasî dikir armanc. Di heman demê da, Glasnost ragihand ku şefaftî dikir armanc.
Yekîtîya Sovyetan di hundirê xwe da, pirsgirêkên mezin dijî. Hewil dan ku bi Perestroika û Glasnostê xwe ji pirsgirêkan rizgar bikin. Lê mixabin! Şoreşa ku bi bedîla 30 milyon kesan da hat kirin û hat parastin, di encmê da ruxîya. Her çiqas sedemên rûxandina Yekîtîya Sovyetan hundirîn bin jî wan hevdîtinên du alî jî bandora xwe lê kir. Hevdîtin û peymanên di navbera her du dewletên bihêz da, ji bo DYA bû hêz, lê ji bo Yekîtîya Sovyetan jî bêhêzî çêkir. Ji vê mînakê jî dîyar dibe ku hevdîtin girîng in. Di heman demê da, peymanên ku werin mor kirin jî divê bibin sedema bihêzbûnê.
Piştî Bihara Gelan
Piştî sala 2 hezar û yazde, dîrokeka bi rûmet, ji dîroka gelan zêde bû. Gelên Rojhilata Navîn, ji dewlet û pergala heyî nerazî bûn. Lewra serî rakirin ku xwe ji dewletên despot rizgar bikin. Di vê oxirê da bedelên giran jî dan. Gelan xwestin bibin xwedî pergaleka civakî. Lê belê xwedî pêşeng û serokan nebûn. Ji ber vê jî gelan nedikarî ya tê xwestin ava bikin.
Kom û komikên desthilat xwedî ezmûn in. Wan karî careka din -bi awayên din- xwe bikin desthilat. Tevî vê, dewletên zirhêz jî dest li nava dewletên Rojhilata Navîn werdan. Nehiştin ku demokrasî bipêş bikeve.
Gelek rêxistin û partîyên sîyasî hatin damezirandin ku têkilîya wan bi gelan ra tune ye. Pêdepêde rêxistinên çete hatin damezirandin. Bi taybet li Îraq û Sûrîyeyê. Bi vî awayî, her ku çû, rewşa heremê aloztir bû. Ew şer û pevçûnên ku di navbera desthilatî û gel da derketibû, veguherî şer û pevçûnên navbera dewletan. Hevdîtin û hewildanên morkirina peymanan jî wisa dest pê kir. Bê ku gel hebe, êdî dewlet dihatin gel hev û bi navê gelan sîyaset dikirin. Rewş hîna jî ne aram e û dê ber bi kû ve here jî ne dîyar e. Ev rewşa heyî, bandoreka neyînî li ser gelan dike. Ji hêla jîyana rojane bigire heta derûnîya kesan, ji gelek alîyan ve bêhêvîtî heye. Hewildanên terikandina axên pîroz pir bipêş e. Lewra em di qonaxeka nazik û tenik ra derbas dibin.
Piştî bihara gelan, li hin welatan guhertin çêbûn. Lê li Sûrîyeyê heta vê gavê jî tiştekî şênber tune ye. Bi piştgirîya DYA û Rusyayê, li Cenevreyê hevdîtin dest pê kirin. Ji sala 2016ê ve, dem bi dem navber ketibe jî lê hevdîtin serhev hatin kirin. Pirsgirêk di navbera gelan û desthilatan da ye. Dema hevdîtin çê dibin jî em nûner û vîna gelan nabînin. Desthilatdarên cîhanî û heremî tên gel hev û du û dişêwirin. Wekî pirsgirêk di navbera desthilatan da be, tev digerin. Ev rewş bixwe dibe kanîya pirsgirêkan. Heta nûnerên gelan yên rasteqîne, nerûnin û neşêwirin, rewş dê herdem wisa be.
Lewra hêvî ji hevdîtinên Cenevreyê kirin şaş e. Lazime gelên Sûrîyeyê hemû, di vê mijarê da werin şîyarkirin. Ev hevdîtin, ji nû ve parvekirina berjewendîyên desthilatan e. Di van hevdîtinan da, tiştek ji bo gelan dernakeve. Hêzên heremê, çi dewlet çi jî rêxistin bin; hêzên hegemon, piropagandayekî wisa dikin ku tu dibêjî qey hemû xema wan gel e. Ev piropagandayeka derewîn û xapînok e. Çi gelê ku di cihê xwe da ber xwe dide, çi gelê ku bûye penaber, ne xema wan hêzan e. Ew tenê desthilatî û paşeroja xwe dihizirin. Nakokîya wan bi hev û du ra ye û ne nakokîyeka bingehîn e. Nakokîya bingehîn di navbera gelan û desthilatan da ye. Ji ber vê jî ji bo gelan, hevdîtinên Cenevreyê nabin hevdîtinên sûdewer .
Opozîsyona Sûrîyeyê jî hat dîtin ku ji hêla hişmendîyê ve ne cudayî desthilatîya ku niha ser kar e. Bîrdanka wan wekî hev e. Şer û pevçûnên wan bi hev û du ra, ji bo zêdetir bidest xistina desthilatî û zengînî ye. Divê bi têkoşîneka civakî, gelên Rojhilata Navîn ji her cure desthilatî û hegemonyayê werin rizgar kirin. Ev jî bi hevdîtinên Cenevreyê nabe, bi têkoşîneka dijwar ya gelan dibe.
Hevdîtinên ku li Astanayê tên kirin heman hevdîtinên wekî Cenevreyê ne. Hevdîtinên Cenevreyê zêdetir di bin venêrîna DYA da ne. Her çiqas sergêrîya hevdîtinan di destê Netewên Yekbûyî da be jî, rista DYA bi awayekî aşkera yan veşartî dîyar e. Lewra hêzên dijberê DYA û NATOyê hewil dan ku bi awayekî din dest bi hevdîtinan bikin. Bi vî rengî dest bi hevdîtinên Astaneyê kirin. Dewletên sereke jî Rusya, Îran, Tirkîye û Sûrîye ne.
Di van hevdîtinan da jî her qala perîşanîya gelên Sûrîyeyê tê kirin. Lê belê rastî ne wisa ye. Hêzên desthilatdar yên dewletan û hêzên opozîsyonê her heman piropagandayê dikin. Ew her dibêjin aştî, aramî, alîkarîya mirovî ji bo gelan. Bi vê vegotinê armanc û nîyeta xwe ya esasî vedişêrin. Armancên van dewletan û rêxistinan ev in: Rusya dixwaze destilatîya heyî li Sûrîyeyê li ser lingan bigire. Ji ber ku desthilatî yekser radestî Rusyayê bûye. Rusya bi desthilatîyeka wisa dixwaze hegemonyaya xwe tekuz û mayînde bike. Sûrîye hat ber rûxandinê. Rusya nehişt ku desthilatîya Beşar Esed bikeve. Lewra desthilatîya Sûrîyeyê êdî rêvebirina welat û şer radestî Rusyayê kir. Ev jî dixwazin bi vî awayî temenê xwe dirêj bikin. Tirkîye xwe têkelî Sûrîyeyê kir. Armanc jî ev e ku li Sûrîyeyê erd bidest bixe. Ji bo vî jî ji destpêkê ve piştgirî da rêxistinên terorîst. Weke tê zanîn beşek axa Sûrîyeyê ji hêla Tirkîyeyê ve hatîye dagirkirin. Hin deveran her çiqas qala hebûna çeteyan were kirin jî ew çete girêdayî Tirkîyeyê ne û Tirkîye wan bi rê ve dibe. Îran jî bi hizra şîatî, dixwaze li Sûrîyeyê bibandor bibe. Armanca Îranê jî fireh kirin û tekuz kirina hegemonya ye. Sûrîye jî ji ber artêşa xwe ji hev ketîye, pêwîstîya xwe bi hêzên çekdar heye ku ew çekdar karibin li hember çeteyan şer bikin. Îran ji bo karibe bi bandor bibe, van leşkeran ji bo Sûrîyeyê dabîn dike. Yanî di hevdîtinên Astanaya paytexta Qazaxistanê da armancên hêzan bi vî rengî ne. Ji bo vê jî di van hevdîtinan da berjewendîyên sîyasî, aborî û hwd tên galgale kirin. Bi navê gelan û civaka dîrokî ya Rojhilata Navîn tu tişt tune ye.
Em dê dîsa vegerin enîya gel. Li sûrîyeyê heta ku gel dîplomasî nekin, ji bo gelan tu pêşketin çê nabe. Heta ku gel bi hev ra nerûnin û paşeroja xwe dîyar nekin, li Cenevre û Astanayê ji bo gelan tu pêşketin çê nabin. Heke gelên ku li Sûrîyeyê dijîn, herem bi herem xwe rêxistin bikin û hev û du ra bişêwirin, dikarin ji bo xwe paşerojek ava bikin. Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûrîyeyê ev tişt tê kirin, lê lazime ev hewildan giştî û dorfireh be. Lewra herî dawî Rêvebirîya Xweser ya bakurrojhilatê Sûrîyeyê 18ê nîsana 2023 daxuyanî da ku pirsgirêkên Sûrîyeyê çareser bike. Di daxuyanîyê da 9 xal hatin ragihandin ku pêşîya çareserkirina pirsgirêkan vedike. Ew hewildaneka gelêrî û civakî ye. Êdî divê li gorî vê, di merîyetê da gav bêne avêtin.
Hewildanên peyman bestinê
Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd, hîna di destpêkê da, hewil da ku bi navê gelan peymanan mor bike. Bitaybet Rêber Apoyî rêyeka wisa da pêşîya xwe. Destpêkê Rêbertî dixwest bi partî û rêxistinên kurdan ra peyman mor bike daku karibin bi hev ra têbikoşin. Partî û tevgerên kurdî nehatin nava xebatekî wisa.
Rêber Apoyî xwest bi partî û tevgerên tirkan ra jî li hev rûne û têkoşînê bihêz bike. Lê mixabin dîsa ev partî bûn ku nehatin nava enîyeka wisa. Li Beyrûtê, piştî derbeya 12ê îlonê, lihevkirinek hebe jî dirêj neajotîye û di qada merîyetê da tu gav nehatine avêtin.
Dîsa Rêbertî bi Meshûdê Barzanî ra rûnişt û peyman mor kir. Ev peyman di bihara sala 1983 da hatîye morkirin. Peyman heta sala 1985ê derbasdar bû. Lê paşê KDP pêwîstîyên peymanê bicih neanî. Hewildanên bi vî rengî, ji alîyê PKKê ve, tim têne pêşxistin. Ji ber ku peymanên bi vî rengî, ji bo çarenusa gelan girîng in.
Hewildanên lihevkirinê, bi dewleta tirkan ra, di sala 1993ê da, dest pê kir. Piştî ku şoreşa PKKê berfireh bû, hêzên NATO, dewleta tirkan, KDP û YNK tev bi hev ra, êrîşê gerîlayên PKKê kirin. Wan wekî ku dixwest encam bidest nexistin. Di sala 1993ê da, dewletê bi navbeynkarîya Calalê Talebanî, peyam ji PKKê ra şand. Di encamê da, 17ê adara 1993, Rêber Apoyî agirbesa destpêkê ragihand. Bi vî hat xwestin ku pêşîya çareserîya sîyasî vebe. Ji ber hin sedeman, ev pêvajo serkeftî nebû. Piştra jî her dema ku pêwîst dikir PKKê agirbes ragihandîye. PKK dixwaze bi van ragihandina agirbesan, pêşîya azadî û wekhevîya gelan veke. Dixwaze civakeka demokratîk, aram û tendurist bipêş bixîne. Lê heta vê gavê jî ji agirbesan wekî pêwîst encam nehatîye girtin.
Wekî ku tê gotin û tê zanîn, her şer dawîya xwe jî heye. Dawîya dawî, dewleta tirkan neçare ku bi kurdan ra rûne. Ji ber ku kurd bibiryar in ku mafên xwe yên netewî bidest bixin. Ev jî bi lihevkirin û peymanan dibe.
Têkilîya Rêbertî-PKKê bi dewleta Sûrîyeyê ra
Têkilîya Rêber Apo bi dewleta Sûrîyeyê ra, hêjayî nirxandinê ye. Ev têkilî xwe naspêre peymaneka morkirî û fermî. Nexwe bi vê têkilîyê em têdigihijin ku peymanên ne fermî û ne morkirî jî hene.
Rêbertî li rojavayê Kurdistanê, li Sûrîyeyê û li Libnanê bi ked û têkoşînê xwe bicih kir. Berî her tiştî pêwîst e ev were zanîn. Rêbertî hemwextî hev, hem bi kurdan ra hem jî bi civaka Sûrîyeyê ra dostanî bipêş xist. Bi vê yekê ve girêdayî, bi malbata Hafiz Esed ra jî têkilî danî. Her ku çû ev têkilî bihêztir kir. Êdî wisa lê hat ku PKKê kar û barê xwe dikir. Wekî dewlet Sûrîye, wekî malbata desthilatdar malbata Hafiz Esed jî bi vê têkilîyê sûdeka sîyasî digirt. Bi vî awayî rewşek derket holê. Ev rewş hem kêrî PKKê dihat hem jî kêrî dewletê dihat. Lewra jî meşîya heta ku Rêbertî ji Sûrîyeyê derket.
Piştî mirina Hafiz Esed û derketina Rêbertî ji Sûrîyeyê, rewş guherî. Dewleta Sûrîyeyê dest bi zextan kir. Bi vê sîyasetê jî zirarekî mezin da xwe. Bi awayekî ecêb, xwe radestî Tirkîyeyê kir û bi wan ra peyman mor kir. Ev bû destpêka têkçûna sîyaseta Sûrîyeyê.
Piştî sala 2011, rewşeka nû derket pêş me. Sûrîye wekî dewlet hema hema nema. Zêdetir bi hêzên derve ve hat girêdan. Ew dewleta ku bi sîyaseta xwe, bandor li Rojhilata Navîn dikir, li holê nema.
Di van deman da, kurdan xwe rêxistin kir. Şerekî giran kirin. Di encamê da, Rêvebirîya Xweser ragihandin. Li heremên ku Rêvebirîya Xweser birê ve dibe, heta astekê aramî heye. Jîyana civakî ji ya heremên ku desthilatîya Sûrîyeyê birê ve dibe baştir e.
Niha tişta ku were kirin ev e: Divê wekî dewlet dewleta Sûrîyeyê û desthilatîya wê, dev ji hişmendîya xwe ya paşketî berde. Ji ber ku ev hişmendî kevneperest e. Bi sedsala 21em ra nagunce. Divê desthilatîya Sûrîyeyê bi Rêvebirîya Xweser ra rûne. Peymanên pêwîst mor bike. Qanunan biguhere. Wekî din çi rêyeka aqilane pêşîya dewletê tune ye.
Têkilîya Rêbertî Bi Cîhanê Ra
Ji ber rewşa taybet ya Rêbertî, em nikarin qala peymanan bikin. Her wisa rewşa PKKê jî taybet e. Cîhanê gelek partî û serokan ra hevdîtin kir. Her çiqas ji wan ra gotibin terorist jî di dawîyê da bi wan ra rûniştine. Yaser Arafat û Nelson Mandela her wisa bûn. Lê mijar dema dime Rêbertî û PKK, rewş diguhere. Sedemên vê yên îdeolojîk, sîyasî û hwd hene. Lê ev nayê wê wateyê ku Rêbertî anku PKKê sîyaset nekirîye. Yan jî hewil nedaye ku hin dewlet, partî yan jî rêxistinan ra peyman mor bike.
Têkilî partîyên şoreşger, rêxistinên şoreşger ra her hebû. Di heman demê da, bi dewletan ra jî hebû. Lê mixabin tu partîyeka şoreşger yan jî dewletek derneketîye û bi aşkera PKKê ra peyman mor nekirîye. Ev girêdayî rewşa taybet ya kurdan û PKKê ye. Ya din jî PKKê tu caran xwe nexistîye bin baskê partîyeka şoreşger yan jî dewletekê. Ji wan di bedîlê girêdanê da tişt nexwestîye. PKKê tim xeta xwe ya serbixwe parastîye.
Ji ber vê rewşê, Rêber Apoyî giranî daye lihevkirinên dostane û demokratîk. Hin serokên dewletan ra name şandîye û daye û sitandîye. Di vê mijarê da, dostê herî baş, di asta dewletan da, Muammer Qazzafî bû. Muammer Qazzafî bi aşkera jî piştgirî daye kurdan û PKKê. Welatê xwe ji xebatên PKKê ra vekirîye. Bi awayekî fermî PKKê di merasîman da jî cih girtîye. Wekî din, di dan û sitandinan da, çi encamekî berbiçav derneketîye pêş.
Bi van salên dawî, bi rêxistinên şoreşger yên Tirkîyeyê ra, heta asteka baş lihevkirin û peyman hene. Bi awayekî vekirî jî di derbarê kurdan da konferans tên bestin. Xencî PKKê hin rêxistin û sazîyên kurdan di asta navnetewî da, kar û xebat dikin. Rojek were ev kar û xebatên tên kirin, dê vegerin lihevkirin û peyman morkirinê. Lewra ev karên wisa jî binirx in.
Em dê li bendê bin, dema ku me kurdan xwe dinyayê da pejirandin û wan jî em bi awayekî fermî nas kirin, hingî peymanê me jî bi gelan û dewletan ra dê hebin.
Têkilîya Rêbertî Bi DYA, Îsraîl û KDP Ra Çawa Ye
Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) bihêz e. Di asta cîhanê da bandora xwe erênî yan jî neyînî heye. Partîyeka wekî PKKê DYAyê tim dixe hesabê. DYA jî bala xwe dide ser partîyeka wekî PKKê. Bixwazî nexwazî dê têkilî hebin. Di dîroka PKKê da, bi DYAyê ra, hevdîtinên rasterast û yên ne rasterast hene. Lê heta niha jî berjewendîyên DYA û yên PKKê, di nuqteyekî da nebûne yek. Lewra ti peyman nehatine mor kirin.
DYA tim dixwaze PKKê biguherîne û bixe xizmeta sîyaseta xwe. Jixwe DYA vê yekê her kesî dixwaze. PKK jî xwedî xeteka sêyem e. Hem xeta DYA ya hegemonya napejirîne hem jî xeta dewletên heremê ya sitatûkoparêz napejirîne. Ji ber vê jî peyman pestin, di rewşa heyî da jî zehmet e. Ev rewşa ku heye, dê heta kengî bidome nayê zanîn. Lê heke gelê kurd şoreşa xwe pêşdatir bibe, dibe ku hingî rewş biguhere û hin peyman werin morkirin.
Îsraîl dewleteka herema me ye. Em gelê cihu dost dibînin. Lê bîrdozîya sîyonîzmê jî rast nabînin. Ji ber ku çavkanîya gelek xirabîyan e. Sîyonîst zilmeka mezin li ser gelê Filistînê jî dikin. Ku ew zilim jî bi berdewamî ye. Desthilatîya Îsraîlê zirarê dide gelê Îsraîlê jî. Bi kiryarên xwe wisa dike ku gelek kes bibin dijminê cihûyan. Em vî rast nabînin. Lewra em pêwîst dibînin ku Îsraîl xwe biguherîne.
Îsraîl dixwaze wekî Îsraîlê dewletokeka kurdan ava bibe. Ew dewlet jî mîna Îsraîlê bi DYAyê ve girêdayî be. Lingeka NATOyê be. Wekî Îsraîlê. Bi vî awayî dixwaze rewşa xwe ji hêla sîyasî û leşkerî ve xurttir bike. Ew daxwazî rasterast yan jî nerasterast ji Rêbertî û PKKê jî tê kirin. Heke Rêbertî û PKK li gorî wan bûya, niha Rêbertî dê ne di zîndanê da baya. Heke PKK jî li gorî sîyaseta wan bûya niha ne lîsteya rêxistinên terorist da bûya. Lewra têkilîyên PKKê û Îsraîlê venagerin lihevkirin û peyman bestinê. Ev jî tiştekî asayî ye.
KDP makêta piçûk ya DYA û Îsraîlê ye. Lewra navbera wan xweş e. Rêber Apoyî gelek caran anîye ziman û gotîye ku Mesudê Barzanî ji min xiwestîye ku ez dev ji xeta xwe, bîrdozîya xwe berdim. Paşê jî gotîye ku em dikarin dewleta kurdî damezirînin. Ev daxwaz bi awayekî hatine kirin. Lêbelê Rêbertî tu caran dev ji xeta xwe ya azadîxwaz bernedaye. Lewra di pêşxistina komployê da KDP jî bi awayekî xurt cih girtîye.
Bi PKKê ra bi awayekî fermî hin peyman hatine bestin. Ev jî ev in ku PKK zarokan nede şerkirin. Mayinan jî daneyne. Rêxistinên cîhanî di van mijaran da têkoşîna me dişopînin û heke pêwîst bû peymanan mor dikin.
Em Çi Bikin
Di encamê da, pêwîst e em têkoşîna xwe bilind bikin. Em tevahîya welatê xwe azad bikin. Xwe bi cîhanê bidin pejirandin. Wê demê gelê kurd jî dê karibe dîplomasîyeka baştir bike. Dê karibe gelek peyman mor bike. Jixwe ev peyman jî dê hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên din sûdewer be.
- Ji kerema xwe ra, kiner.info bişopînin!