4ê Nîsanê (coş û peroş)

Gotar

Fina

Azadê Araratî

4ê Nîsanê (coş û peroş)

Dayîkbûn

Ji berê ve her zindîyek û her mirovek, bi awayekî ji dayîk dibe. Her mirovek dijî û zu yan jî dereng, dawî li temenê her zindîyekî tê. Em wekî civak dibêjin: Dawî hatin. Yan jî guherîna dinyayê. Lê di gerdûnê da, dawî tune ye. Her tiştekî vediguhere û dibe tiştekî din. Jîyan bi vî awayî her didome.

Hin mirov hene ku zayin yan jî jidayîkbûna wan cudayî her kesekî ye. Çima? Ji ber ku ew di dirêjahîya jîyana xwe da, jîyana civakî ser û bin dikin û jîyaneka nû diafirînin.

Jîyana pêxemberan wisa ye. Pêxember ew kes in ku pêşîya civakê vedikin û pirsgirêkên civakî ra dibin bersiv, anku wan pirsgirêkan çareser dikin.

Fîlozof anku kesinên zana hene. Bîr û bawerî bipêş dixin. Civak ji wan bîr û bawerîyan sûd digire û pê bi awayekî baş jîyan dikin. Lewra, di dirêjahîya dîrokê da, qîmeteka fîlozofan jî heye.

Dayîkbûna bîyolojîk

Îcar ji bo me kurdan, jidayîkbûna Rêber Evdellah Ocalan pir girîng û pir bi wate ye. Çima? Ji ber ku Rêbertî gelê kurd ji tunebûne rizgar kir. Ji bo kurdan partîyeka wekî PKKê damezirand ku hemû tiştên me yên qenc bi vê partîyê dest pê kir.

Her wisa jidayîkbûn yan jî zayîna Rêbertî em bi sê qonaxan digirin dest. Wekî ku Rêbertî dahurandîye.

Zayîna yekem bîyolojîk e. Ya duyem îdeolojîk. Ya sêyem jî felsefîk û hişî ye. Ev her sê zayinan hişt ku em karibin xwe biparêzin û xwe birêve bibin. Her wisa me bi têkoşîna xwe xwe dinyayê ra da nasîn. Keremat û şanazîya kurdan pir bilind bû. Bêguman em qala kurdên têkoşer dikin, ne yên xayin û noker.

Bi salan e, em zayîna yekem pîroz dikin. Her ku sal derbas dibin, zayina yekem watedartir dibe. Em wekî her kesî, bi awayekî asayî jidayîkbûna Rêbertî pîroz nakin. Her pîrozkirinek ji bo me perwerde ye. Her pîrozkirinek ji bo me xwe pêşxistin e. Em ji vê pîrozkirinê hêz digirin û bi baştirîn şêwaz karê xwe dikin. Lewra jî pîrozkirina 4ê Nîsanê, ji bo me xwedî wateyekî cuda ye.

Pêşwazîya gelê kurd

Gelê kurd vê rojê wekî rojbûna xwe dibîne. Di vê rojê da em ji hev ra dibêjin:  R0JBUNE ME PÎROZ BE. Ji ber ku rojbûna Rêbertîyê em wekî rojbûna xwe dibînin. Ma çima em dê nebînin! Hemû qencî û başîyên me girêdayî vê rojbûnê ye.

Bitaybet dayîkên kurd -lê her ku diçe dayîkên ji gelên din jî- bi awayekî pir bi wate vê rojê pîroz dikin. Gelo çima? Ji ber ku dayîk zarokan diwelidînin. Welidandina zarokekî çawa ye? Herî baş dayîk dizanin. Dayîk 9 mehan zarokan di malzaroka xwe da hildigirin. Paşê, heta 18 salî, bi awayekî hestîyarî zarokên xwe mezin dikin. Ew kedeka bê hempa û bê beramber e. Bi vî awayî -tevî afirandina zarokan- dayîk jîyanê diafirînin. Lewra herî baş dayîk dizanin bê ka zarok çawa diwelide û mezin dibe.

Ya din jî -bi taybet- Rêbertî girîngîyeka cuda dide dayîkan. Wan hem dixe nava têkoşînê, hem jî rêzê ji wan ra digire. Di heman demê da dayîk baştir tê digihên ku ka Rêbertî Rêbertîyekî çawa ye! Lewra, Rêbertî û dayîkên kurd, bitaybet yên têkoşer, biawayekî bihêz, bi hev ra girêdayî ne. Têkilîya wan dagirtîye bi hest û raman.

Zarok jî pir hej ji Rêber Apo dikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo zarokan paşerojeka azad misoger kir. Rêbertî her dibêje: “Ez dê welatekî wekî gulşen ava bikim ku zarok tê da azadîya xwe bijîn.” Lewra di navbera Rêbertî û zarokan da girêdaneka pir bi wate heye.

Di pîrozbahîyên îsal da jî me dît ku zarok pir bi başî pwerwerde dibînin û mezin dibin. Helbest û hestên wan yên ji bo Rêbertî dagirtî û têr û tejî bûn.

Ev wekî rastîyekî, di mejîyê me da rûniştîye. Em dê êdî her wisa girêdayî Rêbertî bin û rojbûna wî, yanî zayîna yekem, bibaştirîn şêwaz pîroz bikin.

74 salên têkoşîna yekta

Heftê û çar salên bitêkoşînê dagirtî gihan serî. Rêbertî ket heftê û pênc salîya xwe. Di van salên bi wate da, gelê kurd xwe nas kir û kete rêya têkoşînê ku cîhan tev ji xwe ra mînak digire. Ev têkoşîn bê sekin her dê bidome.

Ya mayî -pêwîste ku em bikin- azadîya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Em dê hewildanên mezin bikin û Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin.

Ez û gelek hevalên min ku di nava têkoşînê da şehîd ketine; dema me dest bi têkoşînê kir, me soz da hev. Me ji hev ra got ku: Li Amedê, di Newrozê da, em û Rêbertî em dê werin gel hev û Newrozê pîroz bikin. Ew armanca me hê bicih nehatîye. Em dê bi bîryardarîyeka mezin têbikoşin ku ew armanca me bicih were.

Bi hêvîya ku rojbûn û Newrozeka din da, em li Amedê tevî Rêbertî rojbûn û Newrozê pîroz bikin.

- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img