Xanima Cemîlê Ebûd
Şerê Bê Xwîn
Yek ji rêgaza şerê bê xwîn ji holê rakirina nirxên civakî yên exlaqî û hêza fikirandina polîtîk a kolektîv e (girseyî). Şerê bê xwîn li dijî civakbûnê di xizmeta hêzên dasthiladar da bi rê û rêbazên cuda dixwaze tevahîya civakê bixe bin kontrola xwe. Gelek awayê şer hene ku divê mirov di ferq û zanebûna wan da be. Çîna serdast di dîrokê da berîya şer tirs ava kirîye, bi vê ra hêzên xwe yên leşkerî nîşan dane û armanc kirine ku xwe li ser civakê serwer bike.
Şerê Biçek û Şerê Bê Çek
Di cîhanê da her şer li ser du beşan hatîye pêş xistin. Şerê biçek û şerê bê çek. Şerê biçek: Ew şerê sîng bi sîng e, şerekî rast di navbera leşker an jî artêşên du welatan da pêk tê. Çek û hemû taknîkê pêşketî bi kar tînin, ji bo kuştina leşkerên dijber. Ev cewhera rastîn a şerê biçek e. Ji alîyê din ve şerê bê çek rewşek e ku tê da şerê germ nayê kirin. Dibe ku şerekî gotinan an jî nîqaşan hebe, lê şerekî bi çek nayê kirin.
Şerê biçek dibe ku bibe sedem ku gelek mirov jîyana xwe ji dest bidin. Li alîyê din ve şerê bê çek jî -di vê mijarê da- nabe sedema xwînrijandin û wendakirinan.
Her wiha, di navbera şerê bê çek û şerê biçek da cudahî hene. Dibe ku di dema şerê bê çek da gelek nîqaş û hevdîtin bi ser nekevin. Bi vî awayî şerê bê çek, bigelemperî, dibe sedama şerê biçek. Di encamê da jî şerê germ dardikeve.
Şerê bê çek bitaybet ciwan û jinan dike armanc. Ji ber ku jin û ciwan hêzên civakê yên guhertin û veguhertinê ne. Gava ku dijmin, di şerê biçek da, nagihije armanc û hedafa xwe, jin û ciwanan dike armanc. Bisalan e, bihemû cureyên teknîka pêşketî, hêzên desthihaltdar, êrişên xwe anîne li ser jin û ciwanan.
Dagirkeran bi hevkarîya ewqas dawletan êrişê jin û ciwanên kurd kirin, lê bi ser neketin. Pîlanên dijminan hatin vala darxistin. Lewra dijmin jî pîlanên cur bi cur pêş xist. Di şerê ku dijmin li hember me dike da, pîvanên exlaqê tune ne. Bi awayekî nemerdane, di nava gelê me da sîxurtîyê bipêş dixîne. Ji bo ku civakê têxin bin kontrola xwe. Bi vê yekê jî derûnîya civakê bixînin. Sedamên van êrişên dijmin ev in ku hewil didin di milê exlaqî, çandî, kevneşopîyê da, civakê û hemû nirxên pîroz, yê di nava civakê da heye, birizînin anku civakê ji rê derxin. Di vir da bitaybet kesayetên welatparêz, kadroyên rêxistinê, malbatên xwedan ked û tevgera ciwanan dike armanc. Di encama avakirin û bikaranîna sîxurtîyê da, gelek kadroyên rêxistinê, sivîl û ciwan şehîd bûn. Her wiha bi alîkarîya sîxuran, balefirên bê ajokar, 25ê kanuna pêşîn 2021ê, tevgera ciwanan li Kobanîyê hedef hat girtin. Di encamê da 5 endamên “Tevgera Ciwanên Şoreşger” yê bi navên Nûjîyan Ocalan, Vîyan Kobanî, Rojîn Ehmed Îsa, Mirhef Ehmed Xelîl Birahîm, Welîd Mihemed Menla Hisên û Masûd Birahîm şehîd bûn û 4 ciwanên şoreşger jî birîndar bûn.
Ya din jî dijmin hewil dide ku di sazîyan da, bi rêka sîxuran, bêexlaqîyê bi pêş bixin. Bi taybet sazîyên li gel civakê pir pîroz in, mîna sazîyên malbatên şehîdan, hedaf girtin.
Di encama şerê ku bê çek tê kirin da, ciwanên kurd berê xwe didin Ewropa û hinek ji wan di deryayan da dixeniqin. Ji bo çûyina dervayî welat, dagirkerên Kurdistanê ji ciwanan ra zemînê xweş dikin. Rê pêş wan dikin ku ji welatê xwe birevin. Ev jî metirsîyeka mezin e ku li ser serê ciwanên kurdan tê kirin.
Li ser vî esasî gava ku tu xwe ji fêmkirina rewşê dûr bixî û xwe rêxistin nekî tu dê têkevî feqa dijmin. Li rojavayê Kurdistanê ewqas êriş di bin her navî da bi ser gel da hatin. Gelo me çiqas karîbû xwe birêxistin bikin? Hêza me ya rêxistinê têrê nekir ku zihnîyeta ciwan û civakê ji pîlanên dijmin biparêze û hişyar bike. Wekî ciwan û giştî civak, tevî ewqas şer hat kirin, tevî ewqas şehîd, tevî ewqas ked, me nedikarî ji feqa dijmin xwe biparêzin.
Ji ber şerê dinyayê yê bigiştî, tiştên bi ser vî gelî da tên, ne tenê şer û êrişên dawletekê ye; em karin bejin, şerekî navnetewî ye. Şerê guhertina zemîna Rojhilata Navîn e. Ew şer jî li qada Kurdistanê dibe. Ji bo wê ciwan hatin hedef girtin. Ji ber ku dijimin gava ku dixwaze herêmekê dagir bike û ji hêza wê vala bike, ciwan û jinan hedef digire û her wiha sîxuran dide avakirin. Dorpêç kirina civakê di alîyê jîyanî da, dorpêçkirina qada aborî, mîna girtina rêyan, girtina sînoran ku tu nikaribî hemû daxwazên xwe yên jîyanî pêk bînî. Ew hemû dihêle birçîbûn pir bibe, pêş bikeve û civak di wî milî da ji hev qutqutî bibe. Dijmin ev rêbaz hemû bikar anîn. Li alîyê din, tevî ku vê dorpêçkirinê dikin, rêvebirîya ku li vê herêmê ye li ber çavên civakê reş dikin.
Dema ku vî şerî bi ser civakê dimeşînin, civak ne di wê ferqê da ye. Ji ber jîyaneka din didin ber çavê civakê, bi rêya kesên ku hîna di hembêza dijmin da mane. Ev jî yek ji beşên şerê taybet e anku şerê dijber. Dijmin wî jî bikar dihîne. Mînak, kesên di hembêza dijmin da ne, wekî ENKSê û PDKê, çawa ku zemîna ji te ra ava dike li Ewropayê û hemû deverên dîtir, da ku te dûrî welat bixe. Mîna ku dibêje ciwan li Ewropa pêş dikevin. Te ji qada şoreşê, qada berxwedanê dibe qada vala. Ev xweşik kirina Ewropayê, dibe sedam ku ciwan ji welat darkevin. Li alîyê vî şerê qirêj, hêzekî kevnar hêzekî welatparêz heye. Ew kesên ku xwedî fikir û felsefeya azad in, erka wan e ku van ciwanan hişyar bikin û ji qirêjîya vê şerê taybet biparêzin.
Ya din jî erka li ser milê her bav û her dayîkê ye ku zihnîyeta zarokên xwe ji pîlanên welat û şoreşê reşkirinê biparêzin û li şoreşa azadîyê xwedî darkevin. Ji ber ku ev hêza şoreşgerî û ev nifşê ciwantî, bûye metirsî li pêşîya dawletên dagirker.