
Ser erd şûnwarên te, tev Ateşkede ne
Paşxane û rabihurî, pak û ron e
Pêşîyên te, peyamber û mamoste ne
De bizane, da ku serwext bî ya heval
Welat serzemîneke, tê da dijî
Bax û bistan e, tev hirmî û guhîjî
Bike kar û xebat, ku bibêjin bijî
Vana ne, rastîyên min û te ya heval
Li xanîyekî edetî, gihabûn hev
Zanist, bîr û bawerî, danîbûn serhev
Rêyeka dirêj e, rabe xwe bide hev
Tu jî, rêwîyekî şadmend be ya heval
Li banîkan tûnelên şer, tê da ne ew
Nebêj nikarim, ew jî wek te bûn û hew
Zend û bendan bade, li benda te ne ew
Quncik û taldeyan, nemîne ya heval
Ev dozeka giran e, têbigihije
Bibe dilopek, bila dijmin biheje
Rênîşanerê te, her kêlî ew Roj e
Hebe vîn û biryar, hêsan e ya heval