
Helbest Jîyan E – 1
Berîya Pêşgotinê
Ji bo cangorîyên doza azadîyê û lehengên çand û wêjeya azad, ez dê hest û nêrînên xwe li ser mijara helbestê bînim ziman. Di beşa pêşgotinê da, ez dê hewil bidim, bi çend mînakan girêdana helbestê, bijîyan xweza û kuantumê bînim ziman. Piştra ez dê di beşa destpêkê da mijarê berfirehtir û kûrtir bikim.Ez dê hewil bidim, bimînakên hêsan, têkilîya helbest û jîyanê raxim li ber çavan ku ka em çiqas di koka xwe ve girêdayî ne. Piştî beşa destpêkê, ez dê êdî rasterast derbasî beşa têketinê bibim. Ez dê têkevim mijara helbestê ya di roja me da û serbihurîya helbesta resen. Ez dê hewil bidim ji her alîyê ve binirxînim. Ji ber ku gelek kes wek helbestvan an jî helbestkar derketine, lê di eslê xwe da tu têkilîya wan bi helbestê nîne. Ez dê hewil bidim ji dîrokê mînakan bidim ku helbesta resen ketîye di bin bandor populîzm, kapîtalîzm û arabesktîzmê. Piştî vê beşe jî beşa encamê tê. Ez dê di beşa encamê da, bikurtasî bandora helbestê li ser civakê, malbatê û bi taybet jî li ser wêjeyê binirxînim. Di “gotina dawî” da ez dê li ser çend mijarên “taybet” rawestim û bi dawî bikim.
Pêşgotin
Ne mirov ne nebat û ne jî ti zindî bê helbest nikarin bijîn. Ji ber ku wateya helbestê hest e. Qasî ku em ji rêbaza kuantumê fêr bûne, di gerdûnê da, her tişt zindî ye. Ev jî tê vê wateyê ku her tişt xwedî hest e. Ma kî dikare bipeyitîne (îspat bike) ku pirtikên jêr atomê bê hest tev digerin. Ev pirtikên ku em qala wan dikin. Xwedî tevgerên aheng û hevseng in. Carna bi lib û carna jî bi pêl xwe didin xuya kirin. Ev tevgera wan ya rewşedar (muhteşem), mirov ber bi hest û xewnên kûr û dirêj ve dibe. Çawa ku helbest bi du şêwazan (helbesta bipîvan, helbesta azad) tê nivîsîn. Bi heman rengî, tevgera jêr atoman jî xwedî du cureyan e. Heke mirov hinekî din xwe berde nav tevgera pirtikan, mirov dê bibîne ku xwedî herikîneka azad û jîyaneka wekhev par ve dikin. Heke mirov mana û wateya helbestê bi çavekî gerdûnî lê binêre û şîrove bike. Dê mirov bibîne ku sira hestan bêdawîtîya herî bedew, di pirtikên jêr atoman da tê jîyîn. Em dizanin ku hemû zindî ji van pirtikan pêk tê. Ev jî me piştrast dike ku hemû zindîyan da hest hene. Yanî her tişt di resenîya xwe da, xwedî jîyaneka helbestwarî ye. Em jibîr nekin ku pêşîyên me gotine: “Her tişt li ser koka xwe şîn dibe.” Me li jorê anîbû ziman ku koka her tiştî ji jêr pirtikan pêk tê. Ev pirtikên ku gerdûna me dixe nava hevsengî û ahengeka wisa ku mirov li ber sermest dibe.
Em hinek qala vê ahengîya ku mirovan aşiq û evîndarê xwe dike bikin. Em bala xwe bidinê, zivirîna gerstêrkan. Çêbûna çar demsalan, zivistan, payîz, bihar û havîn, nîşanî me dide ku ev xwedî ahengeka baştirîn e. Em li çêbûna helbesta pêşîn binêrin. Helbesta ku em di roja me ya îroj da jê ra dibêjin “helbesta kilasîk”. Ev cure helbest, ji çarîkekê pêk tê. Yanî ji çar rêzan pêk tê. Heman wek çar demsalan. Çawa ku her demsal di nava xwe da jî xwedî ahengekê ye û di xwe da li gorî wê amade dike, her rêzek helbestê jî xwedî heman wateyê ye. Barîna baran û berfê gelek tiştan bi bîra mirovan tîne. Her dilopek baranê, an jî her peşkeka berfê, xwedî hevsengîyên wisa qewîn e ku ne ba û ne jî bahoz dikare ahengîya wan ya barînê xira bike. Ev jî bime dide zanîn ku di navbera wan da têkilîyeka hestwarî heye. An jî helbestwarî ye. Ji ber ku ev pirtik hem wek pêl û hem jî wek lib xwe didin herikandin.
Em li hunandina helbestê binêrin. Helbest jî hem rêzbirêz xwedî wate û ramanê ye hem jî wateyeka gelemperî di hundirê xwe da dihewîne. Ji bo baştir were zanîn, em çend mînakên din jî bidin.
Hin Mînak û Şibandin
Bihesibînin baxçeyekî gulan li pêşberî we ye. Di wî baxçeyî da curbicur gul hene. Heke mirov ji dûr ve wan gulan bîhn bike, dê bîhneka giştî ya hemû gulan di hundirê xwe da dihewîne, were bîhn kirin. Lê heke ku te xwe nêzî wan kir, tu dê bîhna her guleka cuda bîhn bikî. Pircurebûna gulan hem ji alîyê dîtbarî ve mirovan bandor dike hem jî ji alîyê bîhnê ve mirovan ber bi hest û xeyalên azad ve dibe. Çawa ku her malekê helbestê xwedî hest û ramanekî ye. Mirovan ber bi asoyên bê dawî ve dibe. Ev mînak jî bime dide zanîn.
Em werin li ser mînaka xwe ya duyem. Dema mirov xwarinekê çêke, mirov çiqas pêra ked bide û dema xwe pêra derbas bike, ev xwarin ewqas biçêj û xweş dibe. Lê heke tu qet xwe pêra newestînî û kedê nedî, dê xwarina te bêçêj û ne xweş be. Yanî gerek tu bizanî pîvana ava wê çiqas e, pîvana xwêya wê çiqas e, pîvana biharatên wê çiqas e û hwd. Çêkirina helbestê jî mîna çêkirina xwarinê ye. Te çiqas xwarina xwe xweş çêkir wê ewqas were xwarin. Nexwe te xwarina xwe xweş çênekiribe, dê were avêtin û kesek naxwe. Hunandina helbestê jî bi vî awayî ye. Te li ber helbesta xwe ked neda, dema xwe nedîyê, dê kes ne bixwîne û ne jî guhdar bike. Ji ber ku te pîvanên helbestê bicih neanîne. Te xwêdan nerijandîye. Te bi dilê xwe yê helbestwarî nenivîsandîye. Ji bo wî jî helbesta te bê çêj maye.
Ka em derbasî nimuneya xwe ya sêyem bibin. Wekî hûn jî dizanin. Di xwezayê da sê rengên bingehîn hene, sor, zer û şîn. Lê lihevxistina van sê rengan bi milyonan rîtîm tê pêşberî me. Di helbesta resen da jî heman qaîde derbas dibe. Ev jî ev in. Wezn: Yanî pîvana helbestê. Qafîye: Yanî ahenga helbestê. Ya din jî redîf e. Yanî: Xweşik kirina helbestê. Wezn, qafîye û redîf. Ev jî di nav xwe da beş bi beş dibin. Em dê piştra li ser van xalan bisekinin. Çawa ku hatina van sê rengan li gel hev xwezaya me rengbireng tê xemilîn. Mirov jî bi sê xalên bingehîn ya helbestên resen dikare warê hest û xeyalan bixemilîne. Pircurebûna rengan, di heman demê da, di me da jî pircurebûna helbestan tîne bîra mirovan. Çawa ku reng ji bo hemû gerdûn û gerstêrkan biwate ye, heman tişt ji bo helbestê jî derbasdar e. Helbest jî ji bo hemû zindîyan heman tişt e. Ne gerdûn û gerstêrk bê reng dibin, ne jî zindî dikarin bê hest û helbest bijîn. Bi kurtî mirov dikare weha bîne ziman: Kengî gerdûn û gerstêrk karîn bê reng xwe nîşanî zindîyan bidin, dê hingî mirov karibin bê hest û helbest bijîn. Lê qasî ku em têgihiştine her du jî ne gengaz in. Çawa ku her bi derketina rojê ra, gerdûna me rengbireng dixemile. Xwendin û guhdar kirina helbestan jî mirovan bi coş û xiroş dike.
Em derbasî mîsala xwe ya dawî bibin û pêşgotina xwe bi dawî bikin. Em hemû pê dizanin ku tişta herî zêde li ser mirovan bandor dike yek ji wan jî muzîk e. Muzîk ruhê mirovan dixe tevgerê. Muzîk carna xemgîn, carna dilşad dike. Carna dikenîne, carna jî digirîne. Mirov li ber senfonîya muzîkê, carna ji xwe ve diçe, carna dikeva xeyalên kur û dirêj û pêda diçe. Carna mirov xwe di nav şerekî giran da dibine û carna jî mirov dibe aşiq û evîndar. Carna mirov dibe egîd û carna jî mirov dibe qehremanekî nemir. Carna mirov dibe mêrxas ku li hemberî hezar û heftsed siwarîyan şer dike û carna mirov dibe jinxasek ku ji bo nekeve destê dijmin, xwe di zinaran da wer dike. Carna mirov dibe kalekî heftî an jî heştî salî li ser dîwaran rûniştî û carna jî mirov dibe dayîkeka kezeb şewat, bi çavên girî li rêya kur û keça xwe dimîne. Bi guhdar kirina muzîkê mirov navdar, zanyar û feylesofên xwe nas dike. Mirov çand, dîrok, ziman û wêjeya xwe fêr dibe.
Girîngîya Hestan
Ev hest û xalên me li jor anîn ziman hemû bi nota tên zanîn. Anîna notayan li gel hev melodî ava dibe. Wekî ku em tev jî dizanin. Di notayên muzîkê da heft nota hene, do, re, mî, fa, sol, la û sî. Bi van heft notayan bi milyaran muzîk tên ava kirin. Heke em werin li ser mijara xwe ya helbestê, helbest: Ji alîyê naverok anku ji alîyê mijarê ve heft cure ne. Helbestên pesindanê, xwezayê, êşûken, rexneker, eşq û evînî, bişîret û helbestên zarokan hene. Em dê piştra yek bi yek li ser van bisekinin. Dema mirov baş bala xwe bide şêwaz û rêkûpêkîya muzîkê, mirov dê pir baş bibîne ku bingeh dîsa helbest e. Yanî ji bo tu bikarî melodî çêbikî, pêwîste tu xwedî hest bî. Me li jor jî anîbû ziman ku têgeha helbestê jî ji hest zêde bûye. Tu çiqas li ser melodîyê kar û xebat bikî jî heke te bi hestên xwe yên helbestwarî çênekiribe, ew melodî dê neyê pejirandin û guhdar kirin.
Ev her çar mînakên me dane, her çar jî bi hev ve girêdayî ne. Yek bê ya din nabe. Ev her çar mînak bingeha jîyanê ne. Jîyan ne bê reng dibe û ne jî bê muzîk dibe. Ne bê xwarin dibe û ne jî bê hevsengî dibe. Carna dengê herikîna avê ji te ra dibe senfonîyek. Carna cîvecîva çûk û bilbilan ji mirov ra dibe awaz û aheng. Carna vijevija ba û bahozê ji mirov ra dibe melodî ku tê da hesreta bi salan ji dil û hinavan dertîne. Carna jî şîqeşîqa ewr û birûskan mirov ji xewa mirinê şîyar dike.
Encam
Em hatin dawîya pêşgotinê. Tiştên me li jor anîn ziman. Tiştên esas û bingehîn bûn. Di beşa destpêkê da, em dê hewil bidin, mijarê berfirehtir bikin û ber bi têketina mijarê ve herin.
*Hun dikarin helbesta “Çemê Firatê” jî gudar bikin. Hûn dikarin bibin aboneyê kanalê û zengila danezanan jî vekin.