Di Şoreşê Da Perwerde

gotar

Fina

Azadê Araratî

 Di Şoreşê Da Perwerde

Kesên ku li ser rêya rast û hêsan dimeşin

lingên wan lewaz in,

kesên ku pêvajoyên giran ra rûbirû nabin

serê wan vala ye.

Lewra astengî dê we bike pola,

dê hêza ku hûn hewcedar in bide we.

08ê kanûna paşîn 1992

Rêber Evdellah Ocalan

Nêzikbûna Rêbertî Ji Perwerdeyê Ra

Rêber Evdellah Ocalan gelek caran di dahûrînên xwe da anîye ziman û gotîye ku: “Ji sedî not û pêncê xebatê min perwerde kirine”. Di bingeha vê hizrê da jî xwe perwerde kirina Rêbertî heye. Bê guman Rêbertî ne wekî her kesî xwe perwerde kirîye. Wî bi awayekî cuda jîyana civakî nirxandîye. Hîna di temenê xwe yê piçûk da gavên mezin avêtîye. Ew gav avêtin jî xwe dispêre xwe rast perwerde kirinê.

Dema ku em serpêhatîyên Rêber Apo yê gund dinêrin, em dibînin ku her serpêhatîyek dersek e. Ji bo Rêbertî serpêhatî girîng in. Di dema xwe da ji serpêhatîyan ders deranîye. Ji me jî dixwaze ku em rastîya serpêhatîyan bibînin. Ji bo jîyan û têkoşîna xwe bikin bingeh. Dibe ku hin serpêhatîyên ku Rêbertî jîyaye, hinek ji me jî jîyabin. Lê belê jîyan kirin û girtina dest da pir cudahî hene. Di civaka me da piranî zarok xwe radestî mercan dikin. Hewil nadin ku rewşa heyî biguherin. Lê ya Rêbertî seranser guhertin e. Ji kadro, xebatkaran û gel dixwaze ku ji serpêhatîyên wî ders werin derxistin. Daku em karibin bi awayekî serkeftî bijîn û di têkoşîna xwe da encamgir bin. Bi vî awayî xwe gihandina rastîya serpêhatîyan, xwe gihandina kesayetekî xwedî vîn e. Xwe gihandina kesayeta kurdê azad e.

Ji bo şoreşê Rêbertî sala 1973ê dest bi lêkolînan dike. Lê belê li ser kurd û Kurdistanê materyalên berdest hema bêje tunene. Li Ankara ku paytexta Tirkîye ye, zu bi zu dikeve pirtûkxaneyan û dixwîne. Ji bo şoreşê dixwaze bingehek hizrî çêke. Ev destpêkek girîng e. Heke di roja me da ewqas materyal hene ku qala kurd û Kurdistanê dike, heke ewqas belge berdest in, divê were zanîn ku tevkarîya Rêbertî zêde ye.

Dema ku Rêbertî derfetekî piçûk jî bi dest dixe, hûr vedikole. Di heman demê da jî heval û hogirên xwe perwerde dike. Asta Rêbertî pir bilind e. Rastgo ye. Xwe ji doza kurdan nade alî. Dê doza mafên kurdan bike, lê ne wek her kesî. Ji bo serxistina dozê her çi pêwîst be wî dike. Hevalên xwe jî vedixwîne têkoşîneka rast û serketî. Şehîdê mezin Kemal Pîr bi guhdaneka nîv saetî heta nefesa xwe ya dawî bi Rêbertî ra meşîya. Mihemed Xeyrî Durmuş xwe tevlî Rêbertî dike. Di heman demê da alîkarîya Rêbertî dike. Mezlûm Dogan bi têgihiştina xwe ya hizrî tevkarîya Rêbertî dike. Hevalên destpêkê ku piştra şehîd ketin piranî bi vî awayî ne. Hevalên ku dijîn jî tim hewil didin ku bibin temamkerên Rêber Apo. Divê were zanîn: Di demên destpêkê da her kesê ku bi Rêbertî ra têkilî danîye; heta dawîyê nebûne meşvanên rêya şoreşê. Lewra ji Rêbertî bawer kirin, dil û mejîyê xwe pêra kirina yek girîng e. Tevî vê pêwîst e girêdana bi armancê ra mezin be. Tevî vana pêwîst e dev ji jîyana taybet were berdan. Fedakarîyên mezin bên kirin. Dema ku pêwîst kir, canê xwe jî bidî. Kesên ku bi Rêbertî ra meşîyan bûn dîrok. Kesên ku bê hêz û vîn bûn jî rêya xwe girtin û çûn. Bi vî awayî perwerdeya Rêbertî di kesayetan da zelalî çêdike.

Di salên 1976-77-78an da Rêbertî wekî pirtûkxaneyekî gerok e. Bajar bi bajar digere, mal bi mal digere, kadro û xebatkaran têdigihîne. Rêbazê Rêbertî jî ev e ku dengê xwe di şerîtan da tomar dike. Her cihê ku Rêbertî nagihê, şerît tên guhdar kirin. Lewra bingeha PKKê da perwerde dîyardeyekî bingehîn e. Ji bo kadroyên PKKê demekî digotin: “Wekî ku ji kargehekî derketine ne. Wekî ku bi destekî hatibin çêkirin in”. Lê ya rast ev e ku Rêbertî di kadro û xebatkaran da yekîtîya ruhî çêkir. Ji bo serxistina şoreşê ev girîng e. Di heman demê da asta perwerdeya Rêbertî nîşan dide.  Perwerde kirineka bi vî rengî xwedî wateyeka dîrokî ye.

Li welat perwerde kirina kadro û gel gihişt astekê û şûnda, Rêbertî ket pey lêgerînan ku karibe baştir û bi rêk û pêktir perwerde bide. Lewra berê xwe da xerîbîyê û çû Libnan û Filistînê. Li wan deveran dest bi perwerdeyê kir. Ders da û her dersê ku Rêbertî dida jî dibû pirtûk û belav dibû. Ji ber xebatên wisa hem kadro û gerîla hem jî gel pir bi hêz bû.

Bê Perwerde Hiştina Gelê Kurd

Di dirêjahîya dîrokê da kurdan şaristanî bipêş xistine. Kulturekî madî û manevî li dûv xwe hiştine. Lê belê li welatê kurdan dagirker jî hebûne û hene. Kurdan di milê hizrî da jî mîrateyekî baş ji bo nifşên paşerojê hiştine. Nîşaneya vê yekê jî zerduştî, êzidî û kakeyî ne. Bi dilekî pak em dikarin bibêjin ku: Kurdan ji misirî û helenan zêdetir nirxên mirovatîyê bilind kirine. Baş e! Çima di derbarê dîroka kurdan da belge kêm in? Ji ber ku mîrateya kurdan ji bo dagirkeran tirsnak e. Lewra dagirkeran pirtûkê kurdan şewitandine. Daku kurd hay ji dîroka xwe nebin. Ji dîroka xwe hêzekî manewî negirin. Tim bindest bimînin. Bi vî awayî kurd man bê perwerde û nezan.

Du sed sal e -kêmtir yan zêdetir- zanista arkeolojî û antropolojîyê bi pêş dikeve. Lê mixabin di van du sed salan da welatê kurdan tim dagirkirî bû. Kurd bê pergal bûn anku bê xwedî bûn. Lewra nayê zanîn ku di belge û şûnwaran da tiştinên derketine çiqas yên pêşîyên kurdan in. Pêwîst e kurd pergala xwe damezirînin û arkeologên xwe têbigînin. Pêwîst e kurd di nav xwe da kesayetên arkeolog û antropolog têbigînin ku ji dîroka xwe serwext bin. Mînak: Heke Avesta ji alîyê zanyarên kurdan were vekolînkirin, dibe ku tiştine balkêştir em hîn bibin. Dimilî, hewraman û kurmanc bi xebatekî hevbeş kar bikin, dê di derbarê dîroka xwe da hînî gelek tiştan bibin. Ev jî dê bingehek xurt ji bo kurdan çêke.

Du sed û bîst sal e -kêmtir yan zêdetir- li ser erdê kurdan şer heye. Axa Kurdistanê ji ber van şeran baş nehatîye vekolandin. Dibe ku ev tiştekî baş be. Li gorî vekolînan jî pêşîyên me heta 12 hezar sal tên zanîn. Ji Girêmiraza em vî dizanin. Girêmiraza dikeve gundê Xirabişkê. Xirabişk jî gundekî Riha ye. Cih jixwe dîrokî ye. Ji ber ku em bindestê tirkan in, tirk bi dilê xwe dîroka me şîrove dikin û navên tirkî li şûnwarên pêşîyên me dike. Ji xwe ra dîrokeka derewîn diafirînin û hebûna kurdan jî înkar dikin. Li hember van kirinan lazim e di asta jor da şîyarî hebe. Pêwîst e nifşên nû yên kurdan baş werin perwerde kirin ku dîroka xwe bizanibin. Dîroka derewîn ya tirkan neyin xapandin.

Di milekê da kiryarên wiha hene. Di milê din da jî tirk û dagirkerên din jî şûnwarên kurdan -her ku derfet dîtin- didin ber bombeyan û şûnwaran ji holê radikin. Eser û gencîneya me didizin. Bi kurtî dagirker hem dîroka me dide ber bombeyan hem didize hem jî dike yê xwe. Kurdan di gelîyên bi xêr û ber da jîyan geş kirine. Şopên jîyana kurdan, di Kurdistanê da pir zêde hene. Dijmin bi taybet li bakurê Kurdistanê bendavan ava dike. Dîroka me jî di bin avê da dihêle. Ji xwe ra qezencekî madî çê dike. Hişê kurdan jê dibe. Kurdan dike penaber ku kurd bê kok bimînin. Kurd bê esil û fesil bin. Di dawîyê da jî bi pişaftin û xwe pişaftinê kurdan bike tirk. Ji wan sûdê bigire û wekî karker û leşker ji xwe ra bixebitîne. Saloxgerîyên dewletên dagirker kurdan ji resenîya wan dur dixe û şûnda, sîxuran jî ji nav kurdan derdixîne. Ev sîxur di nava civakê da karên kirêt bi pêş dixînin. Şoreşger, xebatkar û welatparêzan dikin armanc. Di encamê da jî şehadet çêdibin. Wekî ku tê dîtin armanc û kiryarên dijmin pir tirsnak in. Wekî ku xwê berdî koka darekê û darê hişk bikî; dijmin koka me ji holê radike. Dixwaze me bike heyînên bê kok. Her kesê ku dibêje ez kurd im, di serî da lazim e hember dagirker û dijminê qirker xwedî helwest be. Têbikoşe û ser bikeve. Bê guman ev têkoşîn jî di kesayeta her kurdekî da dest pê dike.

Di rewşa heyî da kurdên ku li welat in, ji alîyê dagirkeran ve tên pişaftin. Di du beşên Kurdistanê da -bakur û rojhilat Kurdistanê- destûr nayê dayîn ku kurd bi derfetên xwe sûdê ji perwerdeyê bigirin. Her ku hewildan çêdibe, dagirker yekser dest lê werdidin û hînkeran digirin û diavêjin zindanê. Di salên bihorî da mamoste hatin dar ve kirin. Ji alîyê dijminan ve pêşî lê girtineka mezin heye. Gelo, çima? Ji ber ku kurdekî perwerde kirî be, dibe yê xwe. Kêrî dagirkeran nayê. Wê demê pêwîst e kurd zêdetir girîngî bidin perwerdeyê. Astengîyan li pêşîya xwe nas nekin.

Dijmin kurdan birçî û bê çare dihêle. Dihêle ku zarokên kurdan di dibistanên wan da bixwînin û bibin peyayê wan. Bêkarî tê pêşxistin. Ciwanên kurdan neçarî xwe dikin. Ji bo çûyina dervayî welat rê tên vekirin. Vana kiryarên dijminan in. Lê ya rast her ciwanê ku dikare çek hilgire, pêwîst e li hember dijmin bi awayekî tund bisekine. Her kes pêwîst e di nav civakê da têbikoşe. Serjimarîya kurdan digihije 70 milyonan. Heke bi awayekî rast têbikoşin kurd dê teqez bi ser bikevin.

Li bakur û rojhilatê Kurdistanê derfetên ziman bikaranînê tune ye. Lê pêwîst e bi xwestekeka mezin ziman were bikaranîn. Li rojava û başûrê Kurdistanê jî derfetên ku hene pêwîst e baş werin bikaranîn. Ji bo kesayeteka rast, dirust û serketî pêwîst e nivîsandin, xwendin kurdî be. Televîzyonên kurdî werin temaşe kirin. Muzîka kurdî were guhdar kirin. Çîrokên pêşîyan werin guhdar kirin û werin xwendin. Qalib û rêzimana kurdî were binyat girtin. Her kesê ku wiha bike, piştî demekê dê bibîne ku kesayeta xwe çiqas hatîye guhertin. Wê bibîne ku çawa vedigere resenîya xwe. Ji bo ku em kiryarên dewletê yên bi sedan salan e tên kirin vala derxin, pêwîst e xwedî bernameyekî têr û tijî bin. Bi vî awayî em dikarin bibin miletekî têgihiştî û serwextbûyî.

Akademîya Mehsum Korkmaz

Piştî şehadeta fermandar Egîd (Mehsum Korkmaz), 25-30 çirîya paşîn 1986ê kongreya sêyem ya PKKê hat bestin. Di kongreyê da biryar hat girtin ku Akademîya Mehsum Korkmaz were vekirin. Akademî ji nişka ve venebû. Ji sala 1979ê û şûnda Rêbertî dest bi kar û barên şoreşê kiribû. Astek jî hatibû girtin. Şerê sala 1982ê gerîlayên PKKê kêleka filistînîyan şer kirin. Şehîd û birîndar çê bûn. Bi vî awayî PKKê cihê xwe di dilê şoreşger, demokrat û gelê filistînê da çê kir. Ji Rêbertî û PKKê ra qad vebû ku tê da kar û barê xwe bikin. Dervayî welat xwe bicih kirineka bi vî awayî girîng e. Hizirîn, pêşdîtin û keda Rêbertî hişt ku Akademîya Mehsum Korkmaz vebe. Akademî xwe dispêre xwîna şehîd û birîndaran. Erê, akademî vebû, lê dîrokeka pir bi wate jî heye ku akademî vebû.

Pêwîstîya PKKê akademîyeka wisa hebû. Her çiqas di dîroka kurdan da şêwazekî perwerdeyê hebe jî di cihên dînî û perestgehan da, ji ber ku dem û dewran guherî ye, li gor van guherînan akademî hemdemî û zanistî ye. Di akademîyê da kadro dihatin gihandin. Ew kadro bûn ku belavî Kurdistan û cîhanê bûn û bi karê şoreşê rabûn. Ji ber ku PKK di navbera Rêbertî û gel da pir e. Di navbera PKKê û gel da jî kadro pir e. Heke nebe nabe. Bikadroyên ne serwext jî şoreş naçe pêş.

Di akademîyê da Rêber Apo kadroyên nû digihandin. Di heman demê da kadroyên xwedî ezmûn jî perwerde dikir û asta wan bilind dikir. Her wisa jî li kû derê pêwîstî hebûya Rêbertî bivan kadroyan pêwîstî dibersivand. Di akademîyê da fermandar hatin gihandin. Ji bo karên civakî kadro dihatin erkdar kirin. Ji bo ragihandinê kadro dihatin vesaz kirin. Kar û barên kultur û huner bi kadroyan dihatin bipêşxistin. Ji bo dîplomasîya şoreşê her wisa tevger û hewildan hebûn. Lewra akademî tim dihat armanc kirin. Dewleta tirkan tu carî zextê xwe li ser akademîyê kêm nekir.

Li akademîyê xebata sereke perwerdeyê bîrdozîyê ye. Bîrdozîya me sosyalîzm e. Heke em bi kurdî bilêv bikin “Civaknasî” ye. Em bizanistî civakê digirin dest. Lê me kurdan da hişmendîya feodal heye. Dema ku sermayedarî kete Kurdistanê hişmendîya burjuvazî jî kete Kurdistanê. Gundîtî jî bingeha civaka me ye. Wekî giştî em ê kurd cotkar û ajaldar in. Ev jî bi xwe ra hişmendîyek ava kirîye, di dirêjahîya dîrokê da. Ji ber ku em dervayî demê hatine hiştin, di me kurdan da hişmendîyeka zelal û saf tune ye. Gundîtî, feodalî, burjuvajîya piçûk di me kurdan da, di nav hev da ye. Hin kesayetên kurdan da gundîtî, feodalî û burjuvatî di nav hev da ye. Bi vî awayî kesayetên çeloxwar hene. Lewra Rêbertî pir girîngî dide perwerdeyê ku kesayeta kurdî ya çeloxwar biguherîne û bîne ser hemdê xwe. Di cewhera kurdan da civakeka kevnar her heye. Em ê kurd tevkarîya hev dikin. Mafê kesî naxwin û mafê xwe jî nadin xiwarin. Histûyê xwe ji kesî ra xiwar nakin. Azadîya xwe ve girêdayî ne. Serxwebûnî yan jî xweserîyê hez dikin. Vana taybetmendîyên bingehîn yên kurdan in. Lê belê dagirkeran pir bikesayeta kurdî ya resen lîstî ye. Ji nû ve sererastkirin pêwîst e. Hekena kurd zu dikevin xefika dagirkeran û xizmetê ji bo wan dikin. Di Akademîya Mehsum Korkmaz da ev mijar bi hurgilî hatine dest girtin. Kesayeta mîlîtan, kadro vî awayî derket holê. Xwebexşî wisa pêş ket. Kurdan dema ku ev asta şoreşgerî dîtin, dan pey Rêbertî û PKKê. Kadroyên PKKê ve hatin girêdan. Xebatekî wiha girîng ji alîyê Rêbertî ve hat kirin û encamên dîrokî derketin holê.

Di akademîyê da, zanista şer jî wekî mijareka girîng û sereke hebû. Di Kurdistanê da “Rista Zorê” wekî pirtûk hat çap kirin. Ji ber ku di serdema me da şer wekî berê nayê kirin. Were kirin jî ew şer bi xwe ra serkeftinê nayîne. Şerê kurdan şerekî gundîtî ye anku şerê kozikan e. Hin deman wekî taktîk kurdan dor li dijmin girtine yan jî dijmin kişandine nava xwe û lê dane. Di kelayên asê da ber xwe dane. Lê êdî bi vî şêwazî şer nedihat kirin. Rêbazê pêşmergetî û pişta xwe dana dewletekê jî bê sûd e. Bitaybet jî li hember dagirkerekî Kurdistanê, pişta xwe dana dagirkerekî din, şaşitîyeka dîrokî ye ku hat kirin. Dagirkeran ji vê sûd girt û kurd hem li hember dijminên xwe bikar anîn hem jî di nav kurdan da şer derxistin û jê sûd wergirtina. Sitratejî, taktîk û rêbazên bi vî rengî hişt ku di nav kurdan da têgeha birakujîyê saz bibe. Lê li Akademîya Mehsum Korkmaz zanista şer bi awayekî rast hat destgirtin. Gundîtî û pêşmergetî nehat kirin. Li gorî serdemê gerîlatî hat pêşxistin. Rêbertî di vê mijarê da hem sitratejîk hem jî taktîkî pêşîya kadroyan û gel vekir. Rêya rast nîşanî wan da. Esas di şoreşan da rêber yan jî serok xwe têkilî karên rojane û taktîkî nakin lê Rêber Apo dest avêt hemû karan û astek derxist holê. Tevî xayin û tasfîyekaran xeta şer ya PKKê hat zelal kirin û ew xet hat parastin. Encama vê xetê jî ber çavan e.

Rêbertî xwedî hişeka kûr ya dîrokê ye. Lewra dost û dijminan baş nas dike. Ji ber ku dost û dijminan baş nas dike, dikera sîyasetê pir baş bike. Dikare gavên sîyasî biavêje. Lê kurd ji qada sîyasetê hatibûn dur xistin. Rêbertî wisa kir ku ji kadroyan bigire heta dayîkên temen mezin giş bûn xwedî hişeka sîyasî. Pêşbînîyên Rêbertî pir xurt in. Ev jî dihêle ku di sîyasetê da pispor be. Ev taybetmendîya Rêbertî belavî nav kurdan bû. Ev jî qezencekî giranbuha ye ji bo kurdan.

Rêbertî dilê xwe bi gel ve girê da. Gel jî bi awayekî nedîtî bi Rêbertî ve hat girêdan. Dîmenên komcivînên Rêbertî bi gel ra di mejîyê her welatparêzekî da zindî ye. Gel ref bi ref diherikî Akademîya Mehsum Korkmaz ku carek be jî Rêbertîyê bibînin. Akademî bû zemînekî wisa ku her çiqas Rêbertî dervayî welat be jî ruhekî netewî bi pêş ket. Rêbertî bû Rêberekî netewî. Sitran hatin hunandin û di nav kurdan da tên guhdar kirin. Ji ber ku uslubê Rêbertî ji bo perwerde kirina gel taybet e û encamgir e. Hêvîya sedan salan ya rêberekî ya kurdan bi vî awayî bi ked û kar û bar bicih hat. Bi vî awayî rista Akademîya Mehsum Korkmaz û keda Rêbertî ji bo kurdan pir girîng e.

Akademîya Mehsum Korkmaz heta sala 1992ê vekirî û çalak ma. Dema ku rista akademîyê temam bû anku hat xiwestin ku bi awayekî din bidome, PKKê dawî bikar û barê akademîyê anî.

Li Çîyayan Rastîya Perwerdeyê

Li çîyayên Kurdistanê jîyan bixwe perwerde ye. Her kesê ku tevlî nava refên gerîla dibe, ji nû ve dest bi jîyanê dike û fêr dibe. Di Kurdistanê da gerîla tenê gerîla nîne. Gerîla her tişt e. Her pêşketin, guhertin û veguhertin destpêkê di nava gerîla da şîn dibe. Ji çîyayên Kurdistanê jîyana nû ya PKKê belavî nava gel dibe.  Lewra gerîlatîya ku PKKê bipêş xistîye tenê wekî gerîlatîya şer dest girtin şaş e.

Piştî ku Akademîya Mehsum Korkmaz dawî bixebatên xwe anî, li Şamê “Dibistana Navendî ya PKK”ê hat vekirin. Jixwe di wan salan da li çîyayên Kurdistanê hem kongreyên PKKê dihatin kirin hem jî gerîlayên nû dihatin perwerde kirin. Yanî PKKê xebatên xwe yê girîng dispart çîyayan, lê Rêbertî li qada Rojhilata Navîn karê xwe dikir. Tê gotin ku: Li Vîyetnamê gerîlayan 15 rojan perwerde didîtin û tevlî şer dibûn. Lê ya me hinekî cuda ye. Mînak: Di şerê 1992ê da -şerê xiyanetê- hin hevalan hîna cilê gerîla li xwe nekiribûn tevlî şer bûn. Gerîlayên PKKê tim li gor derfetan perwerde dibînin. Heke rewş dest bide perwerde heta 2 mehan diajo. Heke hin hereman derfet nebe 3 rojan perwerde tê dayîn. Yê mayî jî di nava kar û barê gerîlatîyê da sergihayî (temam) dibe. Di perwerdeyê da destpêkê gerîla fêrî meşa çîyayan dibe. Ruh, dil û beden ji nû ve xwe saz dike. Rabûn, rûniştin; xiwarin û nan çêkirin mijara perwerdeyê ne. Li hember teknolojîya şer xwe parastin mijareka din ya perwerdeyê ye. Ya girîng! Gerîla fêrî ruhê hevaltîyê dibe. Tevî hin kêmasîyan -ku jîyan bê kêmasî nabe- hemû gerîla alîkarîya hev dikin. Cihên razanê bi hev ra tên çêkirin. Gerîlayên jin kezîyên hev dihunin. Gerîlayên mêr porê hevûdu diqusînin.

Mijarên perwerdeyê kûr in. Perwerde wisa ye ku di zanîngehên herî navdar yê dinyayê da jî ewqas bi kûrahî mijar nayin dest girtin. Ji dîrokê bigire heta kuantumê, ji uslub bigire heta felsefeyê di gelek mijaran da perwerde tê dayîn. Gotûbêjên germ tên kirin. Mejî wekî deryayekî vedibe. Gerîla dibin xwedî karîna ders birin û dayînê. Gerîla hem mamoste hem jî şagirt e di van perwerdeyan da. Mijara rexne û rexne li xwe girtin balkêş û girîng e. Di dawîyê da pilatform tên bestin. Kesayeta her gerîlayekî tê dahurandin.

Piştî perwerdeya gerîlatîyê ya bingehîn dewreya perwerdeya kadrotîyê heye. Her gerîlayê ku bû xwedî ezmûn, îcar perwerdeyeka baştir dibine. Di van perwerdeyan da fermandar tên gihandin. Hêjayî gotinê ye ku were gotin: Li Qendîlê 28ê hezîranê heta 12ê tîrmeha 2001ê konferans hat bestin û “Hêzên Parastina Gel” hatin damezirandin. Di konferansê da biryar hat girtin ku li çîya “Akademîya Mehsum Korkmaz” were damezirandin. Pêdepêde “Akademîya Hakî Karer” vebû. Akademîya xweser ya “Şehîd Bêrîtan” ya jinê hat vekirin. Tevî hin akademîyên din, li çîyayên Kurdistanê pêvajoya perwerdeya akademîk bi vî awayî dest pê kir. Gerîlayên Azadîya Kurdistanê perwerdeyekî xurt dibînin. Lewra dest biavêjin kîjan karî sergihayî (temam) dikin. Heke kêmasî, nebesî hebin jî vana dibin mijara perwerdeyê. Bi rêka perwerdeyê kêmasî û nebesî tên çareser kirin. Gerîla li ser dijmin jî bi hurgilî diponije. Rêkên têkoşînê digere. Dikeve pey taktîk û şêwazên nû ku karibe dijmin bibin bixe. Ya herî girîng, têkoşîna navxweyî ye. Yanî têkoşîn tenê li hember dijmin nayê kirin, têkoşîn di nava xwe da jî tê kirin. Ev jî bi xwe ra xurtbûnê tîne.

Rêbertî berîya ku dîl bikeve destê dijmin, her tim perwerdeya gerîlayan xurt dikir. Ji nêzik ve têkildar bû. Piştî dîlgirtinê jî Rêbertî 5 parêzname amade kir. Gerîla bê navber bivan parêznameyan xwe perwerde dike. Ev ast û şêwazê perwerdeyê tu partîyên kurdî da tune ye. Qasî ku tê zanîn di asta cîhanê da jî perwerdeyekî bi vî rengî tune ye.

Divê were zanîn “Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd” biperwerdeyê birê ve diçe. Divê were zanîn li dervayî çîyayan jî akademîyên naverok cuda hene.

Di Perwerdeyê Da Rista Ragihandinê

Em di serdema telekomunîkasyonê da dijîn. Lewra rista ragihandinê girîng e. Ragihandin rasterast wekî mamosteyekî perwerdeya bi rêk û pêk nade lê civakê pir baş yan jî xirab perwerde dike. Bi awayekî rast şopandina ragihandinê girîng e. Ji ber ku hatîye dîyarkirin ku her bîst derew di mejîyê her mirovekî da wekî ku rast be cih digire. Yanî kesek bi rêya ragihandinê bîst caran derewekî guhdar bike, êdî mejî derewê wekî ku rast be dipejirîne. Ya din jî mejîyê mirov çi hilgire wî dide der. Li gorî hilgirtin û wergirtina mejî mirov dijî. Pêwîst e mirov qîmeta mejîyê xwe bizanibe û rast bikar bîne.

Ragihandin alîgir e. Tu ragihandin tune ye ku bê alî be. Heke hin kes ragihandina xwe bêalî bilêv bikin, lazim e were zanîn ku derewîn e. Jixwe bêalîtî jî alîyek e. Her amura ragihandinê xwedî armancan e. Armanc jî bêalîbûnê napejirîne. Heke armanc heye alîbûn jî heye. Heke armanc û girtina alîyekî heye, bîrdozî jî heye. Her ragihandin xizmeta bîrdozîyekî dike. Kes, sazî yan jî rêxistin hene ku xwe bêalî bilêv dikin. Bîrdozî, sîyaset û girêdana bi cihekê ve red dikin, lê bixwe xwedî bîrdozî û sîyaset in. Veşartî, nîv veşartî yan jî aşkera piropagandaya bîrdozî û sîyasetê tê kirin. Her kesê ku dixwîne, guh dide amûran, yan jî li şaşeyê dinêre; pêwîst e şîyar be. Çawa ku kesek bi rêk û pêk xiwarinê nexwe, her tiştî biavêje nava mahdeyê xwe bi zikêşê dikeve; her kesê ku her tiştî biavêje nava mejîyê xwe dê nexweş bikeve. Em bala xwe bidin, di civaka me da gelek kes hene ku bi çend zimanan ragihandinê dişopîne. Dibêjin: “Em sîyaseta dijberan dişopînin û dixwazin têbigihên”. Lê ya rast dikeve bin bandora ragihandina dijberan. Ev kesên wisa li hember nirxên manewî û madî qels in. Bêguman kesek guhê xwe ji dijminê xwe ra veke dê bêrûmetîyê bijî. Dê nirxên civaka xwe bê qîmet bibîne. Bi demê ra dê bibe heyranê dijberê xwe.

Kesên ku guh bidin li ser ragihandina derekî, dê di nava gelê xwe da piropagandaya ragihandina derekî bi pêş bixîne. Ev dê rojevekî ku kesên derekî afirandine bigire û veguhezîne nava civaka xwe. Ev rastî ji alîyê dewlet û şîrketan ve baş tê zanîn. Ji bo vî jî dewlet û şîrket girîngîyeka taybet didin ragihandinê û ragihandina xwe ya taybet bipêş dixînin. Dewlet û şîrket gelek daxwazîyên xwe bi rêya ragihandinê bi civakê didin pejirandin.

Hîna sala 1993ê li gel endamê komîteya navendî ya partîyeka şoreşger ya tirkan min gotûbêj kir. Ji bo wî kesî qaneh bikim min mînakek da û got: “Dema zarokê te di televîzyonê da reklamê çîkolatayê bibîne, dema te zarok bir marketê û wî zarokî heman çikolata di marketê da dît û ji te xiwest ku tu jê ra bikirî; gelo tu dê neçar nemînî ku wê çîkolatayê ji zarok ra bikirî”. Bersiv dîyar bû. Heman tişt ji bo her tiştê ku televîzyonê da tê dîtin derbasdar e. Êdî wisa lê hatîye ku di rêze filîman da kesek çawa rûne û rabe, cil li xwe bike, têkilîyên xwe yên civakî saz bike, tevgera çav û lêvan giş tê enjekte kirin. Tora înternetê ketîye mejîyê her kesekî. Bitaybet bikurte vîdyo û wêneyan jîyana civakê tê beralî kirin. Civak girîngî nade xwendinê. Êdî wisa li civakê hatîye ku dem jê ra namîne ku li ser xwe bihizire. Her tişt bi rêka tora înternetê jê ra tê veguhestin. Lê ev veguhestinên ku tên kirin jî bi armancan ve girêdayî ne. Kesan bê ku pê bihesin bi xwe ve girê dide. Ev jî gefek mezin e li ser serê civakê.

Ji bo me kurdên dilsoz, ragihandina azad heye. Rêçên xwe diçin heta sala 1978ê. Di wê salê da bipêşengtîya şehîdê mezin Mezlum Dogan xebatê ragihandinê hatîye dest pê kirin. Kurd êdî xwedî tevgereka dorfireh û kûr in. Lewra em dibêjin ragihandina azad anku ragihandina Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd. Gelek şaxên ragihandina azad hene. Kedeka mezin tê dayîn ku gelê kurd bibe xwedî agahîyên rast. Şehîd tên dayîn ku rastîya Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd ji alîyê kurdan ve bête zanîn. Li welat û dervayî welat, li qadên şer û di çalakîyên civakî da, rojnamevan têdikoşin ku ji alîyê ragihandinê ve kêmasî dernekevin. Kar û barên ragihandinê giranbuha ye. Ji milê madî ve xercek girîng ji bo ragihandinê tê xerckirin. Yanî lêçûna ragihandinê zêde ye.

Ragihandina azad xwe bi pergal kirîye. Yekîtîya Ragihandina Azad (YRA) heye. Yekîtîya Ragihandina Demokratîk (YRD) heye. Ragihandina Jin (RAJIN) heye. Yekîtîya Ragihandina Jin (YRJ) heye. Ragihandina ciwanan heye. Ragihandina hêzên leşkerî heye. Li welat û dervayî welat bi hejmarekî zêde di qada ragihandinê da têkoşîn tê kirin. Beşeka kurdan ragihandina azad dişopînin û jê sûdeka baş digirin. Lê mixabin beşeka kurdan jî heye ku hîna xiyanet û welatparêzîyê ji hev dernaxin. Haya wan ji çalakîyên gerîlayan tuneye ku ew gerîla ji bo wan şer dikin. Sîyaseta netewî nizanin. Dost û dijminê xwe nas nakin.

Ragihandina azad di bin gefên dagirkeran da kar dike. Şehîdkirin, desteserkirin, êşkencekirin li pêşîya wan e. Ragihandina azad biesil û fesil e. Xwedî pîvanên azad û demokratîk e. Ji ber vî jî hêja ye û yê me ye. Resen kurdî ye. Her kurdê dilsoz û welatparêz pêwîst e ragihandina azad ji xwe ra wekî dibistanekê bibîne. Ragihandina azad li ser şaşeyan û li ser telefonan her tim bi me ra ye. Wekî mamosteyekî şîretkar e. Rêya rast şanî me dide. Lewra jî hêjayî şopandinê ye.

Tedeyîyê Verîn
Tedeyîyê Badê
- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img