Gerdûn

gerdûn (helbest)

Fina

Azadê Araratî

Gerdûn

Gerdûnek bê ser û bin
Tê da dijîn mêr û jin
Tevlîhevîya vê jînê
Rê daye wê evînê
Têkel in tev dîyarde
Da ku giran rûbide
Gerdûn e ev rewşedar
Tê bigihije bextewar
Şansek mezin berdest e
Qîmetê wê sermest e
Ser pirtikekî dijî
Çima wisa tengijî?

Têkel in tev dîyarde Da ku giran rûbide
Gerdûn çi ye? Jîyan çi ye?

Cîhan beşek gerdûn e
Li ser jîyan efsûn e
Tu gerdûna piçkolek
Pêş ve biavêje gavek
Xweş e jîna hunandî
Wata wê ked û merdî
Hene çeqel û tolaz
Rêka wan timî avraz
Nebe ji wan kambaxan
Bijêr rêka dilpakan
Xwe bişo ji kirêtî
Da ku bibî kêrhatî
Bîr û raya kevnare
Dê te bike aware
Nûjen hizra civakî
Her roj bike çalakî
Leheng qeşeng ciwanik
Dilê me dikin hênik
Rûpela Facebook. Bitikne.
Şoreşê xweş dizanin
Dêbêjî qey hozan in
Ez Azadê Ararat
Rastgoyê doza welat
Li Çêrmûgê xebitîm
Gel Rêbertî seridîm
Hezar sal in ev dewlet
Serî xwarin bê minet
Vê dîlana serdemê
Bigerîne her demê
Xwe berde vê civatê
Te digihîne felatê
Bo gulşenê dilxwaz î
Heke bimirî şanaz î
Ev daxwaza bê dawî
Bi cih dibe bi her awî

Tedeyîyê Verîn
Tedeyîyê Badê
- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img