Rêvebirî Çareserker E

gotar

Fina

Azad Ararat

RÊVEBIRÎ ÇARESERKER E

Civakeka ji desthilatdarî û
dewletê hatibe şuştin,
lê polîtîk nebûbe,
dibe civak an netewa
teslîmî kaos an anarşîyê bûyî.

Rêber Evdellah Ocalan

Destpêk

Ez dê di vê gotara xwe da li ser rêvebirina erênî binivîsim. Rêvebirîya xweser û sûdên wê çi ne? Ez dê binivîsim. Di vê mijarê da gotûbêj hene. Hem rast têgihiştin hem jî şaş têgihiştin heye. Lê ya rast ev e ku: rêvebirîya xweser herikbar e, tim di nava guhartin û veguhartinê da ye. Xwe dispêre dîroka kilan, hoz û êlan. Pêde pêde xwe dispêre dîroka qewman û gelan. Dirûvê dawî yê civakan jî netewîtî ye, xwe dispêre Netewa Demokratîk lê çawa? Di gotarê da dê were nivîsandin; netew dewlet û dewlet netew tiştekî din e, ti têkilîya xwe bi Netewa Demokratîk ra nîne. Netewa Demokratîk xwe dispêre demokrasîya civaka xwezayî û civaka demokratîk. Lê belê netew dewlet xwe dispêre dîroka dewlet, çîn û desthilatî yê. Bi rastî jî heke ev bi baştirîn têgihiştin were dîtin; dê bête zanîn ku têkilîya netew dewletê bi civaka demokratîk ra nîne. Di vê mijarê da xelitandinek (şaşîyek) hizrî heye. Tê gotin ku bê dewlet nabe lê di eslê xwe da bi dewletê nabe. Her kesê ku van qalibên hizrî di mejîyê xwe da parçe bike dikare rastîya civakê bibîne û dê bibîne ku Netewa Demokratîk çiqasî hizreka rast û sûdewer e. Dê bibîne ku rêvebirîya xweser çiqas rast û jêveneger e.
Kesayetên ku suc dikin hene. Ev nayê vê wateyê ku pergal bêkêr e. Nexêr! Her pergaleka ku xwedî îdîa (doz) û armancan e, di dema avakirina xwe da pirsgirêkan dijî. Ev jî asayî ye. Xweserîya Demokratîk û rêvebirîya wê hîna diberide, hîna ne seridî ye. Îcar pergala demokratîk ya gelan ti carî sabît û statûkoparêz (rewşparêz) nabe, tim xwe nû dike. Li gor mercên civakî, sîyasî û Cîhanî xwe nûjen dike. Wekî ku pergalên komputer, telefon û hwd çawa ku xwe nûjen dikin, pergala Xweserîya Demokratîk jî xwe nûjen dike. Ew nayê vê wateyê ku pergal ne rastgo ye. Na! Pergal kuantomîk û tim di nava liv û tevgerê da ye. Erê, jixwe divê wisa be. Ji ber ku pergal û hevpeymana civakî were qalibkirin û hişk be dê di demeka kurt da wekî dewletên bêkêr û rizîyayî bibe. Lewra jî tim lêgerîn rastîyeka pergala Xweserîya Demokratîk e. Bi vî awayî pergal pergaleka zanistî ye. Ne dogmatîk e. Pêwîstîya gelê kurd û gelên xwîşk û birayên kurdan bi zanistê û bi vê pergalê heye.

Rêvebirîya Xwezayî

Rêvebirîya xwezayî xwe bi xwe rêvebirin e. Dema ez vê dibêjim; qala hizra anarşîstan nakim. Xwe bi xwe rêvebirin, di nava xwe da bi awayekî asayî dîyarkirina rêvebiran e. Destekî derva dest li rêvebirîyê wer nade. Di hûndir da jî çîneka serdest dest li rêvebirîyê wer nade. Hin kes bi huner û karîna xwe dibin rêvebir û dest bi rêvebirîyê dikin. Heta ku di hêla mirovan da tên pejirandin li ser kar dimînin. Heke mirovan rêvebirî nepejirand diguherin. Heke rêvebir xwe bi fîtneyan li ser kar bigire, hingî ew rêvebir yan jî rêvebirî nabe rêvebirîyeka xwezayî. Divê em bala xwe bidin rêvebirîyekî ku çiqas mirov jê razî ne. Heke razîbûnek hebe ew rêvebirî dibe xwezayî. Ev pênasekirin ji bo demên civaka xwezayî û demokratîk derbasdar e. Bi avakirina dewletê ra heta serdema me, rêvebirîyên dewletan yên cur bi cur jixwe ne xwezayî ne. Ji ber ku di encama têkoşîn û xapandina civakan da dibin desthilat û di desthilatîyê da jî her berdewam dibin.
Di dema kilanan da -qasî ku tê zanîn- rêvebirin bi temen ve girîdayîye. Her kesên ku temen dibihorînin dibin xwedî ezmûn. Lewra jî dikarin bi ezmûnên xwe kilana xwe bi rêve bibin. Di vê serdemê da karbeşî jî xwezayî ye. Mêr û jin di nava hevsengîyê da ne. Lê ji ber rista jinê zêdetir heye, di rêvebirinê da jî jin derdikeve pêş.
Di kerîyên ajalan da jî rêvebirin yan jî pêşengî heye. Em ji vê jî têdigihêjin ku di kilanê da rêvebirin heye. Di kerîyên pezkovîyan da nêrî nobedar e. Êvaran berîya ku kerî ji cihê xwe rabe, nêrî li ser cihekî bilind bi saetan derûdora xwe guhdar dike. Bi çavan li dora xwe dinêre. Heke çi xeterî nebe fîtikekê lê dide û kerîyê pezkovîyan ji cihê xwe radibe û dikeve tevgerê. Di kerîyên ajalan da ev taybetmendî heye. Tevî ku mejîyê ajalan bi qasî mirovan ne pêşketî ye, xwedî rastîyeka wisa ne. Bêguman komikên mirovan yên 25-30 kesan dê xwedî sergêrîyeka-koordîne pêşketîtir bin. Çawa ku di govendê da sergovend heye û sergêrîyê dike, di komikên mirov û ajalan da jî sergêr heye û komik yan jî kerî li gor vî sergêrî tev digere û dijî. Lewra rêvebir di heman demê da sergêr e. Sergêr jî di heman demê da rêvebir e. Bêyî rêvebir û sergêr jîyan naherike. Kaos derdikeve û di eslê xwe da ji civakîbûnê durketin tê rastê. Di civaka me da ez rastî kesinên wisa hatime ku dibêjin: “Em du bira li hev nakin”. Ev jî asta belavbûn û bê rêvebir û bê sergêr mayîna civakî nîşan dide ku ev mezintirîn karesat e, li ser serê gelê me hatîye.
Lazime haya me ji dîroka me hebe. Da ku em karibin li resenîya xwe vegerin. Pergala Xweserîya Demokratîk jî bi awayekî hemdem lêvegera resenîya me ye.
Di dema hoz û êlan da rêvebirî reng diguhere. Rêvebirin dibe dîyardeyekî xwecihî. Rêvebirin ji bav derbasî kur dibe. Ev teşeya hizirînê ji civaka pederşahî tê. Bav şûna xwe ji kurê mezin ra dihêle. Heke kurê mezin bêkêr be hingî bav kurekî din li şûna xwe dîyar dike lê ev jî dibe sedem ku di nav kuran da nelihevî derkeve. Paşê jî êl parçe dibe û dikeve şerê navxweyî. Hin caran jî serekêl nabe xwedî kurek. Îcar ji bo şûna xwe karibe kurekî ra berde dikeve nav lêgerînên cuda. Zêdetir jinan tîne. Di encamê da ev rêbaz jî dibe jêdera pirsgirêkan ku êl rûbirû dimîne.
Li dora serokên êl serokên hozan û bavikan di asta duyem da dibin rêvebir. Di dîwana êlê da û di rêza duyem da cih digirin. Yên mayî jî bendeyên asayî ne ku mafê wan î gotinê nîne. Hoz û êl bi temamî demokratîk nîne. Lê belê heta astekê xwedî demokrasî ye. Ji ber serokên êl neçar e ku êla xwe xwedî bike. Êla xwe têr bike. Pirsgirêkên êla xwe çareser bike. Di destpêka hoz û êlan da ev rastî heye. Lê her ku çû ev rastî jî guherî. Di serokên êl û rêza duyem da serokên hoz û serokên bavik bi temamî bûn desthilat. Ketin bin bandora desthilatîyên dewletan. Bi vî awayî ji rê derketin. Di serdema me da heke êl xwedî demokrasî nebin, risteka pir xirab dileyîzin. Lewra lazime hoz û êlên serdema me demokratîk bin. Di heman demê da welatparêz bin. Bi dagirkeran ra hevkarî û nokerîyê nekin. Bi hêzên parastina Kurdistanê ra yek bin. Di şerê rizgarîya kurd û Kurdistanê da cih bigirin.
Lazime hoz û êl di pergala Xweserîya Demokratîk da ji bo çareserkirina pirsgirêkan bixebitin. Bi rêvebirîya xweser ra hevsengîyekî ava nekin. Di xweserîyê da cih bigirin. Xwedî gotin bin lê bi hişekî demokratîk. Hoz û êl berjewendîya hoz û êla xwe di ser berjewendîya Netewa Demokratîk ra negirin. Bi dagirker û desthilatên ne demokratîk ra aşkera yan jî veşartî tevkarî û hevkarîyan nekin. Wekî hêzên çareserker Rêvebirîya Xweser bi hêz bikin. Bi vî awayî ji alîyê civakê ve jî qedrê wan dê were girtin. Cihekî wan dê di dîroka gelan da hebe.

Rêvebirîya Xwecihî

Wekî pîvanekî giştî, her rêvebirî di cihê xwe da rêvebirîyeka xwecihî ye. Lê împarator û keyatîyên ku di dirêjahîya dîrokê da hatine avakirin û hatine rûxandin, ev rastî ji holê rakirine. Dewletên federal, unîter, otokratîk jî girîngî dane navendperestîyê û rêvebirîyên xwecihî bê bandor kirine. Ev pergalên dewletparêz xwestine ji navendekî herêman bi rê ve bibin. Lê tim bûne jêdera pirsgirêkan û di dawîyê da gengeşe derketîye holê. Çi herêm bi alîyê navendekî ve nayê bi rêvebirin. Lê ji bo şelandin û berjewendîyên çîn û koman ev yek hatîye kirin. Lewra jî rêvebirîyên xwecihî nebûne rêvebirîyên çêker. Danîna sînor û gumrikan jî pirsgirêkeka din yê pergala dewletdar e. Heke herêm bi herêmeka din ra di nava hevsengîyê da bin, bidin û bistînin, dikarin pirsgirêkan jî çareser bikin. Herêm di asta welat yan jî erdnîgarîyê da dikarin bi sergêrîyekî-koordîne ve di nava dan û sitandinan da bin. Ji bo pêwîstîyên giştî yên welat yan jî erdnîgarî, rêvebirîyên xwecihî dikarin bi sergêrî yan jî bi rêvebirîyê ra di têkilîyê da bin. Ji bo aborî, sindoqa darayî, perwerde û tenduristîyê lihevkirineka giştî pêwîst e. Lê ew lazime ne navendî be. Di dewletên cur bi cur da ev yek nayê kirin. Lewra jî pirsgirêk nayên çarserkirin. Her ku diçe girantir dibin. Daxwazîyên gel nayên pejirandin. Pêwîstîyên civakê nayin bersivandin. Êdî rewş tê wê astê ku civak ser û bin dibe. Bêkarî pêş dikeve. Di kulturê (çand) gelan da rizandin pêş dikeve. Pergala xwendin û tenduristîyê têk diçe. Her çiqas gel serî radikin jî çareyekê nabînin û dubare neçarî pergala dewletdar dibin. Heke rêvebirîyên xwecihî demokratîk û çareserker bin, civakekî aram û bextewar ava dibe.

Di dirêjahîya dîrokê da û di serdema me da jî tim rêvebirîyên xwecihî hebûn. Carna dor li wan tê tengkirin lê carna jî rêvebirîyên xwecihî meydanê li xwe fireh dikin. Şerê çekdarî, sîyasî, aborî, tê kirin. Ji ber ku dewletên navendparêz bihêztirin, piranî ser dikevin û dawî li rêvebirîyên xwecihî tînin. Heke gelek êl, gel ji holê rabûbin sedema xwe yek jî ev e. Qet nexwestine dev ji xweserîya xwe berdin. Rêber Evdellah Ocalan vê rewşê wisa dinirxîne: …Tevî ku di nava dem û pêvajoyê da rêvebirîya desthilatperest bi ser ketiye jî, civak ti carî ji xwesteka xwe ya xwerêvebirinê negerîyaye û li dijî rêvebirîya desthilatdar timî xwesteka xwe ya xwerêvebirinê mezin kiriye. Jixwe di dîrokê da rêvebirîyên qebîle û eşîran şêwegirtina herî berfireh a civakan e. Ya ku qebîle û eşîran pêk anî bi xwe, xwerêvebirin e. Li şûna ku li ber rêvebirîyên xerîb stûyê xwe xwar bikin, timî tercîh kirine ku bibin civakên koçer ên li çol û çiyan, li qelaç û zozanan. Çi dibe bila bibe ji ya xwe nehatine xwarê; qirkirin jî li ber çavan girtine, lê ji pêdivîya bingehîn a xwezaya civakî mafê xwerêvebirinê negerîyane. Qebîle û eşîr gelekî serwext bûn ku ji xwerêvebirinê bigerin wê nasnameya xwe ji dest bidin û êsîr bikevin… Rêber Evdellah Ocalan, PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊ QIRKIRINA ÇANDÎ DE, r. 49-50, Weşanxaneya Şilêrê, Qamişlo, 2018.
Rêvebirîya xwecihî ya ku em qala wê dikin, rêvebirîyeka nû ye lê xwe dispêre dîroka êl û gelan. Ji bo rêvebirîya xwecîhî ya nû têgihîştineka nû lazim e. Bi kesayet û hişê kevin rêvebirîya xwecihî ya nû ava nabe. Tevî têgihiştina gerdûnê têgihiştineka cîhanî jî pêwîst e. Bêguman bi awayekî şaristan û zanistî. Vêya jî em ji dahurîn û parêznameyên Rêber Evdellah Ocalan serwext dibin. Ne ku her kesek li gor xwe hişmendî ava bike û pê bimeşe. Hişmendîya me yekpare, kuantumîk û zanistî ye ku ji alîyê Rêbertîya me ve hatîye destnîşankirin.
Ji bo rêvebirîya xwecihî bîrdozîyeka rast lazime hebe. Heke na, ji her serîyekî hizrek, ferasetek derdikevê ku di encamê da ne rêvebirî gengeşe der tê. Bîrdozîya me sosyalîzm e. Heke em bi kurdî vê bilêv bikin, civaknasî ye. Sosyalîzm wekî bîrdozîyekî zêdetirî sed û pêncî sale tê vegotin. Lê wekî dîyarde, dema ku civakîbûnê dest pê kir, sosyalîzm an ku civaknasîyê jî dest pê kir. Rêber Evdellah Ocalan jî sosyalîzm pênase kir û ji nû ve danî pêşîya civakan ku karibin pê xwe rizgar bikin û azad bijîn. Hişê (paradîgma) sosyalîzmê azadî, demokrasî, hawirdorparêzî û azadîya jinê ye. Civaknasî bîr û bawerîya ji civakê ye. Civakê bi awayekî zanistî digire dest û pêş dixîne. Bi hiş an ku paradîgmaya xwe, xwe dixe merîyetê. Kesên ku di rêvebirîya xweser da cih digirin, lazime xwe bigînin vê asta têrker ya bîrdozîyê. Nexwe her kesê ku di rêvebirîyê da cih digire li gorî bîrdozîya malbatî û dewletî dê nêzî rêvebirîyê bibe. Bi vî awayî jî dê di rêvebirîyê da kar bike. Hingî jî gengeşe û kaoseka rûxîner dê derkeve holê ku kesek ji bin karesateka wisa nikare rabe.
Di rêvebirîya xwecihî da rêsixtin mijareka sereke ye. Rêxistinên şaristan (medenî) yên xwecihî ji êl, partî û dewletan cuda ne. Rêzikname û pîvanên xwe xweser in. Berîya her tiştî lazime rêzikname were xebitandin. Pîvanên çi nivîskî çi jî ne nivîskî lazime werin bicih anîn. Tekmîl û civîn di dema xwe da werin bestin. Konferans di dema xwe da werin lidarxistin û bi encam bin. Demokrasî jî pêwîst e xwecihî û redîkal be. Demokrasîya temsîlî neyê esas girtin. Rêvebirî bi hilbijartinê neyên hilbijartin. Di encama gotûbêjan da rêvebir werin dîyarkirin. Ji bo vê jî şîrovekirina kesayeta kesên ku bibin rêvebir girîng e. Her kesê ku xwedî hunera rêvebirîyê ye pêwîst e bibe rêvebir. Di rêxistinê da cudakarî nabe. Ji ber ku wekhevî bingeh e. Têkilîyên civakî ne derbasdar in, têkilîyên rêxistinî yên bi pîvan derbasdar in. Çênabe rêvebir ji bo malbat û êla xwe kar bike, yan jî li hember malbat û êla xwe bêdeng û bêhelwest bimîne. Heke li holê kêmasî yan jî sucek hebe rêvebir lazime li gor rêziknameya rêxistinê tev bigere. Wekî car caran ez li rastî hin kesan têm ku dibêjin: “Em ji heman êlê ne, lewra nikarim tiştekî bêjim an bikim”. Dibêjin: “Em dê siba çawa li nav çavên hevûdu binêrin”. Vana pîvanên paşketî ne, Pergaleka pêşketî û hemdem bi van ferasetan nayê birêvebirin. Pergal rast, rêvebirî hemdem, bîrdozî çareserker be û rêxistin jî ne li gor van dîyardeyan be, çi pirsgirêk çareser nabin, kar nayê meşandin û gel jî ji vê rêxistinê dûr dikeve. Lewra jî rêxistin wekî motorekî lazime saxlem bixebite. Pêşî li civakê veke. Pirojeyan biafirîne û pêk bîne. Wê demê rêvebirîya xwecihî bi her alîyên xwe ve bihêz û çareserker dibe.
Ji bo rêvebirîyên xwecihî sîyaset girîng e û temamker e. Lê sîyaset çawa tê nirxandin? Ev girîng e. Li gor pergala dewletan sîyaset karê rêvebirina dewletê ye. Bi rêya partîyên sîyasî ev kar tê kirin. Demokrasîya temsîlî roleka xwe di rewakirina partîyên sîyasî da dilîze. Li meclîsên dewletan jî hikumet tê erêkirin û hikumeta ku hatîye erêkirin jî dest bi kar dike, ev têgihiştinek e.
Gel piranî sîyasetê wekî derew, fîtne û bi dest xistina îmtîyazan bilêv dike. Lewra di vê mijarê da sererastkirin girîng e. Gelên berxwedêr û bi rûmet lazime qada sîyasetê ji partîyên sîyasî yên dewletê û ji dewletê ra nehêlin. Bi awayekî rast sîyasetê bikin. Ji ber ku sîyaset mafê her gelî ye ku lazime bike. Hekena dewlet û partîyên sîyasî dê vê qadê tim li dijî gel bikar bînin û gel jî tim xwe ji dûrî vê rewşê bigire. Çewtîyek heye. Şaş têgihiştin heye. Lazime bi cidî were sererastkirin.
Sîyaset ev tişte ku netew, di nav da gel, kom, komik, rêxistin, bawerîyên cihêreng, rêxistinên kulturan (çand) û rêxistinên şaristan (medenî) pê karê xwe dikin. Pirsgirêkên xwe çareser dikin. Jîyana xwe bi rêkûpêk dikin. Pêşîya xwe vedikin. Rêya xwe ronî dikin. Pirojeyan pêş dixin û paşeroja xwe bi plan û rêxistin dikin. Sîyaset ev bixwe ye. Tişta ku partîyên dewletparêz dikin îdare ye. Tişta ku dewlet dike jî îdare ye. Rast e, wekî ku gel şîrove dike; şelandin, derew û fîtne di pergala dewletê da heye. Gel xwe ji dewlet û partîyên sîyasî dûr digire. Ev jî rast e. Lazime wisa be. Lê belê heke gel xwe dûrî sîyaseta rast a çêker bigire ev jî şaşîtîyek girîng e ku zirarê dide gel, kom û rêxistinan. Bi perwerde, bi têgihiştinekî rast lazime gel sîyasetê bike û vê qadê ji partîyên sîyasî yên dewletperest ra nehêlin. Jixwe di pergala Xweserîya Demokratîk da partî bi rola pêşxistin û zanekirina civakê radibin. Partî ji pergalê xweyî nabin lê pergalê xweyî dikin. Rast e ku her kesê ku civakî be cihê xwe di partîyên wisa da bigire û bixebite. Herî kêm lazime her welatîyekî civakî bibe endamê partîyên sîyasî yên pergala Xweserîya Demokratîk.

Konfederalîzma Demokratîk

Her ku rêvebirîyên xwecihî ava bûn, rêvebirîyên xweser ava dibin. Her ku rêvebirîyên xweser ava bûn Netewa Demokratîk ava dibe. Her ku netewên demokratîk ava bûn Konfederalîzma Demokratîk ava dibe. Heke Konfederalîzmên Demokratîk ava bûn Modernîteya Demokratîk ava dibe. Feraseta sereke ev e û pergal xwe ji jêr ve ava dike. Her ku ava jî bû rengê xwe yê firehtir ava dike. Pergal ne tîk pahn e. Ne ser hevûdu, bi kêlekê hev sekinandin heye. Ji bo sergêrîya giştî jî pergal xwe bi rêk û pêk dike. Ji bo jixweberî û bêserîtî çê nebe. Ya girîng ev e ku bi navê demokrasî û xweserîyê navendîtî neyê pêşxistin. Di heman demê da bi feraseta xwecihî parçekirin û bi serê xwe tevgerandin çê nebe. Pergala Xweserîya Demokratîk di nava xwe da temamker e. Ev dem bi dem şaşîyan bi xwe ra tîne. Rêxistin û sazî bi serê xwe tev digerin û hevûdu nas nakin. Yan jî hevûdu asteng dikin. Nexêr! Lazime pergal di nava xwe da temamker be. Ji ber ku her kêmasî, lewazî yên hemû pergalê ne. Başî û serkeftina beşekî pergalê dilxweşî û serkeftina pergalê hemûyî ye.

Netewa Demokratîk

Hizra Netewa Demokratîk, piştî ku hat ragihandin, ji alîyê gelan ve bi xweşhalî hat pêşwazîkirin. Rêbertî wekî ku ji birîneka bê derman ra derman dîtibe, hizra Netewa Demokratîk dît û wekî dîyarîyekî dîyarî gelan kir. Bêguman PKK bi kadroyên xwe ve pêşengîya vê hizrê dike. Gelê kurd jî di xistina merîyetê da berpirsîyar e. Em dê di vê rêkê da bedelan jî bidin û her bedela ku em bidin dê gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên Cîhanê bide qezenckirin. Êrîşên ku ji alîyê dewlet û bendeyên wê ve tên kirin jî bi vê rastîyê ve girêdayî ye. Coş û xiroşek heye. Bi mîlyonan gel di xizmeta Netewa Demokratîk da ne. Lewra serkeftina Netewa Demokratîk misoger e. Lê lazime bi qencî were zanîn ku rêvebirîyên xweser her ku pêş ketin û xwe tekûz kirin, Netewa Demokratîk jî jîyanî dibe. Li tevayî welat û dervayî welat bi salan e kar tê kirin. Bi şûn xwe hiştina hizra netewa dewletdar pêşîya gelê kurd vekir. Bi giranî du sed sal e mirovahî di nava lêgerînê da ye ku dixwaze xwe ji qeyranê rizgar bike. Ceribandin hatin kirin lê encam her wekî berê dibû. Lê niha rê ronî ye. Armanc dîyar e. Bi bîrdozîya sosyalîzma zanistî û demokratîk, her gel dikare bi hizra Netewa Demokratîk pirsgirêkên xwe hemûyan çareser bike. Ne tenê çareser bike, dikare di her warî da xwe pêş bixîne.

Rêvebirîya Xweser

Rêber Evdellah Ocalan ji heftsalîya xwe ve dest bi lêgerînan kir. Xwe mezin kir. Her ku xwe mezin kir, bi xwe ra gel jî mezin kir. Di nava lêgerînan da lêgerînên din jî dikir. Rêber Evdellah Ocalan ne wekî rêberên din e. Bi lêgerînan digihîje encaman lê nasekine. Lêgerînên ku kirî çiqas bikêr in, yan bêkêr; li ser radiweste. Bi vî awayî hizrên xwe zelal dike. Lêgerîna tiştekî dike lê dema ku dît kêm yan jî nebes e, îcar dikeve pey lêgerînên cewherî û nûtir. Encamên ku derdixîne jî dîyarî gelan û dîrokê dike. Wekî şêwazê rêvebirinê Rêvebirîya Xweser jî bi vî awayî derket holê. Rêvebirîya Xweser ne tenê encama lêgerînan e. Nexêr. Rêvebirîya xweser encama piratîkan e. Di nav partîyê da û di nava gel da bi salan şêwazê rêvebirinê hatin ceribandin. Hat dîtin ku heke hizir û rêvebirin ne civakî be, di encamê da bi dewletbûnê encam dibe. Pêdepêde jî şoreşa ku gel kirîye ji rê derdikeve û dişibe desthilatîyên berîya xwe.
Wekî hizir Rêvebirîya Xweser encama gelek ezmûnan e. Di serî da li Bakurê Kurdistanê her cihên ku kurd lê dimînin dikeve merîyetê. Di xistina merîyetê da jî kêmasî derketin. Ji ber têgihîştina kêm, xistina merîyetê jî kêm dima. Ev jî tiştekî asayî ye. Ji ber ku gelê kurd cara yekem e ku ceribandinekî wisa dike. Lê di encamê da rêvebirîyên xweser bandora xwe li rojeva cîhanê kirîye. Bi taybet ji alîyê gelan ve bi xweşhalî tê pêşwazî kirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê asteka baş hatiye girtin. Tevî ku şer heye, dorpêç heye, şerê bîrdozî heye, şerê sîyasî heye, şerê taybet heye, şerê derûnê heye; rêvebirîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi serkeftî karên xwe bicih anîn. Hekena li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dê karesatên mezin rû bidana. Di tevahîya şoreşan da tim gel koçber bûye. Hatîye kuştin. Xela rabûye. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ew yek nehatiye jîyîn. Dîsa ez balê bidim ser ku; bi salan e Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji Başûrê Kurdistanê, ji Sûrîyeyê, ji Îraqê, ji Tirkîyeyê, ji Îranê baştir e. Di hemû waran da lazime gelên me yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dijîn qîmetê vê yekê bizanibin. Di bin bandora reşkirina dijminan da nemînin. Rêvebirîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê wekî ronahîya çavên me be, em biparêzin û xurttir bikin.Bi rêvebirîyên xweser, hem li Rojava-Bakur û Rojilatê Sûrîyeyê, hem jî li devereka din em dikarin pirsgirêkên şer û aştî, aborî, perwerde, tenduristî û hwd çareser bikin. Pirsgirêkên cîhanê li ser hev kom bûne. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn kûr in, pirsgirêkên Kurdistanê an ku yên gelê kurd wekî girêka kor in. Pirsgirêkên gelê kurd êdî bûne cîhanî, ev pirsgirêkên dîrokî û evqas kûr in çareserkirina wan jî hêsan nîne. Lê êdî em gihaştine qonaxekê ku êdî gavên mezin biavêjin û ji nû ve derkevin li ser dika dîrokê. Bi meclis û kominan em dikarin pirsgirêkên xwe hemûyan çareser bikin. Her tekmîl, civînên mehane, konferans û kongreyan, em bikin warên gotûbêjan û gotûbêj bikin. Pêşnîyaran bikin, biryaran bigirin, bi coş û xiroşekê herin ser kar. Çi astengî pêşberî me namîne, bîra me ev e, bawerîya me ev e, emelê me jî ev e.

Encam

Tiştên ku li jor hatin nivîsandin bi perwerde û kesayetên têgihîştî jîyanî dibe. Bê perwerde Rêvebirîya Xweser bi rê ve naçe. Her kesê ku di rêvebirîyê da cih digire berîya her tiştî lazime perwerdeyeka baş dîtibe. Di heman demê da lazime bi berdewamî wekî kesayet xwe perwerde bike. Dem bi dem tevî dewreyên perwerdeyan bibe. Ji ber ku Rêber Evdellah Ocalan dibêje: …Civakeka ji desthilatdarî û dewletê hatibe şuştin, lê polîtîk nebûbe, dibe civak an netewa teslîmî kaos an anarşîyê bûyî. Eger civak û netew demeka dirêj ji anarşî û kaosê rizgar nebin wê birizin, ji hev belav bibin û wê bibin alavên kozmosên xerîb ên din… Rêber Evdellah Ocalan, PARASTINA KURDÊN DI NAVA PENCÊN QIRKIRINA ÇANDÎ DA, r. 562, Weşanxaneya Şilêrê, Qamişlo, 2018. Di vir da polîtîkbûn tenê bi perwerdeyeka pêşketî û rast pêkan e. Kesayetên sîyasî-polîtîk bi perwerde serwext dibin. Polîtîkbûn kesayetan dike xwedî wijdaneka zanistî û civakî. Lewra perwerde pir girîng e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê Akademîya Civaka Demokratîk heye. Li bajaran hemû şaxên akademîyê hene. Akademî bi pirzimanî perwerde dide. Heta niha bi hezaran rêvebir û karmendên Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk perwerde dîtine. Lê belê lazime bi rêbazên zengîn perwerde tim were dayîn. Her kesê ku tevlî perwerdeyê dibe lazime bi temamî dildar be. Ji xwenûjenkirinê ra amade be.
Daxwaz û xwesteka gelan rêvebirîya xweser û demokratîk e. Bi hezaran salan e gelên cîhanê ji bo pergaleka wisa têdikoşin lê di encamê da wenda dikin.
Dema em berê xwe didin dîroka gelê kurd jî heman hêvî û xwestek hene. Dem bi dem kurd xweser jîyane. Lê belê pergaleka mayînde saz nekirine. Lewra jî rûbirûyê komkujîyan hatine. Vê carê rewş cuda ye. Bi rêbertîyekî rast, bi partîyeka tekuz û kadroyên têgihîştî astek hatîye girtin. Tevahîya Kurdistanê astek girtîye û gelê kurd tevî xwîşk û birayên xwe yên ji gelên dost rojane têdikoşin. Her kesê ku di rêvebirîya xweser da cih digire lazime bi vê hişmendîyê tev bigere. Gelê me yê hêja jî lazime rojane xwedî li pergal û rêvebirîya xwe derkeve.
Serkeftina misogerbûyî rastîyek e û li pêşberî me ye. Em dê teqez bi ser kevin.

*Hun dikarin gotarê bi deng li ser YouTubeê guhdar bikin.

Hun dikarin bibin aboneyê kanalê.

Tedeyîyê Verîn
Tedeyîyê Badê
- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img