
DIJ: DI XETA NE MAFDAR DA
Destpêk
Di gerdûnê da kêlî bi kêlî guhartin heye. Di encama her guhartinekî da tiştek diguhere û dibe tiştekî din. Guhartinin hene berbiçav in û tên dîtin lê guhartinin jî hene bi demê ra giran diguherin û bi çavdêrîyeka baş guhartin tê dîtin. Guhartinên jî hene bi sedan salan diajon. Ji bo têgihiştina van guhartinan jî çavdêrîyeka pisporane pêwîst e.
Veguhartin jî rastîyeka gerdûnê ye. Heyînek yekser naguhere û nabe tiştekî din. Heyîn xwe nû dike. Lewra jî hem tiştinên berê hem jî tiştinên nû di xwe da dihewîne. Bi vî awayî gerdûn dibe rengîn.
Di gerdûnê da çêkerî û rûxînerî heye. Bi vî awayî gerdûn xwe di nava ahengekî da dimeşîne. Di heman demê da gerdûn xwedî pergaleka çar bi çar e. Di vê pergala gerdûnê da her tişt rast û dirust nameşe. Ji rê derketin jî heye. Lêbelê ev ji rê derketin jî rastîyeka gerdûnê ye û pê pergala gerdûnê narûxe. Gerdûn bi vî awayî her xwe diguhere û vediguhere.
Cîhana ku em di ser da dijîn, beşek pir hindik yê gerdûnê ye. Rûyê erdê em weke xweza-hawirdor jî pênase dikin. Di xwezayê da jî ji rê derketin heye. Yanî tiştinên xirab jî diqewimin. Bi vî awayî rûxînerî jî dibe dîyardeyeka xwezayê. Mînak: Ajalinên hene goştxur in û ev tê wateya ji rê derketinê. Di têkilî danîna mê û nêr da jî ji rê derketin heye. Her çiqas jê ra “bijartin” were gotin jî lê di eslê xwe da têkilîyekî ne xwezayî ye. Bi wateyeka giştî da her tişta ku ne xwezayî û ne civakî be ji rê derketî ye.
Mirov bi milyonan sal bi awayekî jîya. Piştî ku di mejîyê mirovan da veguhertin çêbû, hizirîn û ziman jî pêş ket. Pêdepêde mirovan dikarîn xwe bi rêxistin bikin û teknîkê biafirînin. Bi vê veguhertinê ra -ji ber ku mejî jî nerm e- mirovan dikarîn li ser tiştên xirab jî bihizirin. Ev hizirandin bû sedema xirabkarîyan û heta roja me ya îro jî hat. Beşekî zêde yê mirovan -ji sedî not- li ser qencîyê dijîn. Lêbelê beşekî hindik jî heye ku di hizra xwe da ji rê derketî ne. Bi taybet ji dema çanda Ubeyd û Sumeran, her ku çû mirovên ji rê derketî kesinên wekî xwe zêde kirin. Ev bû sedem ku di serdema me da ewqas mirovên ji rêderketî zêde bibin.
Bi van rastîyan ve girêdayî, di jîyana mirovan da hizir û peyvinên nû îcad bûn. Wekî rastî û dijberîya rastîyê, mafdar û ne mafdar, di rê da û rêderketî, mirov û hirçûhov û hwd. Ya girîng ev e ku kesek wekî mirovekî xwezayî jîyan bike. Tim alîgirê rastîyan be. Bo rastîyan têbikoşe.
Peyva Dij
Li gorî “wîkîferheng”ê wateya dij ev e: eks, zid, ters, hember, li rexê din, bi temamî jê cuda, qet ne wek hev, dijber, hevber, miqabil, kerb, kîn.
Di kurdî-kurmancî da wiha bi gelek bêjeyan “dij” tê bilêvkirin. A rast xwezayî ye, civakî ye, pêwîst e û nebe nabe. Lê dijîtîya rastîyan, ne xwezayî ye, ne civakî ye, ne pêwîst e û nebe jî dibe. Ez dê di vê nivîsa xwe da li ser dijîtîyê bisekinim ku jêdera hemû kirêtîyan e.
Dijîtî Çi Ye?
Xweza û civak, wekî xwezaya yekem û duyem, demna dikevin nava alozîyan. Alozî ji bo xwezaya yekem û duyem pêwîst in. Ji ber ku serûbinîbûn tê jîyin. Ew jî dibe sedem ku guhertin û veguhertin bên jîyin. Lêbelê her guhertin û veguhertin tim di milê erênî da nabe. Dijîtî û ji rê derketin jî xwe nîşan dide.
Baran dibare. Di encama barîna baranê da xweza jîndar dibe. Ew bûyereka xwezayî ye û heke nebe jîyan naherike. Lêbelê heke lehî rabe, ji bo xwezayê nabe qezenc, berovajî dibe zirar. Bi vî awayî em têdigihên ku her guhertin û veguhertin nabe guhertin û veguhertineka rast û di cih da.
Heman tişt ji bo civak û gelan jî derbasdar e. Di civakê da dema pirsgirêk zêde û giran bûn, alozî der tê. Alozî di demekî dîyar da tê jîyin û derbas dibe. Di dema alozîyê da kîjan mil bi giranî û xurt têbikoşe ew bi ser dikeve. Lewra çêdibe milên rastîyê bi ser bikeve lê çêdibe milên dij jî bi ser bikevin. Lewra ji bo civakan demên alozîyan girîng in. Lazime bi xurtî têkoşîn were kirin ku rastî bi ser bikeve. Nexwe dijîtî dê serî bigire û here.
Di şoreşan da tê dîtin; tevî ku bedelên giran hatine dayîn şoreş ji rê derketine. Hin şoreş jî vegerîyane û bûne dij-şoreş. Mînaka herî ber bi çav şoreşa Bolşevîk e. Piştî du şerên cîhanê, sih milyon mirov wendakirin, gav bi gav helîya û şûna xwe dij-şoreşê ra berda.
Çi dewlet-desthilat çi jî partî, komik û kes li dijî rastîyan-şoreşan kar dikin û dixwazin ser bikevin. Lewra rastî -di Avesta da Aşa- lazime serkeftina misogerbûyî esas bigire. Şoreş, şoreşger baldar be.
Di Dema Komê Da
Kurdan demeka dirêj li ber xwe dan. Tevî ku di Avestayê da zêdetir rastî û xerabî tê ziman jî kurdan xwe ji dijîtîyan rizgar nekir. Li hundir û ji derve neqencî xwe sipart kurdan. Dîrokeka qirker û tuneker hat jîyin. Bi Taybet PZ 1800î û şûnda kurdan ji çand û zimanê xwe gelek tişt ji dest dan. Di milê bawerîyê da şikestin. Zerdûştî û êzidîtî her ku çû kêm bû. Bi vê ra kesayet û ruhê kurdewar jî derb xwar. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê kurd serberjêr bûbûn û tune dibûn. Di demeka wisa da Rêber Evdellah Ocalan dest bi têkoşînê kir.
Hişê civakî yê hevpar, piştî hezaran salan, di Rêber Evdellah Ocalan da xwe da der. Rêbertî di heftsalîya xwe da dest pê kir û gav bi gav xwe gihand asta Rêbertîyê. Ji sala 1973an bi rêk û pêk dest bi têkoşînê kir. Di destpêkê da komek bijarte damezirand. Bi damezirandina komê ra dijîtîya komê jî dest pê kir. Dijîtî bi zanebûn bû yan bê zanebûn (supjektîv-objektîv) ew hîna jî nayê zanîn lê dijîtî dihat kirin. Dijberên destpêkê Kesîre Yildirim-Fatma û Necatî Kaya-Pîlot bûn. Ji bo şoreşê hîna gavên destpêkê dihatin avêtin. Ji bo Rêbertî bi şaşîyan ra rûbirû bihêlin, hewldan hatin kirin. Ji bo komê ji rêya şoreşê derxin kar dihat kirin. Ji alîyê dewletê ve ji bo tunekirina komê suîkest li endamên pêşeng kirin. Armanc ji vê ev e ku komê bê bandor bikin û bixin xizmeta dewletê. Heke ew nebû komê ji holê rakin. Li hember vê Rêbertî têkoşîneka bêhempa da meşandin. Mînakê vê têkoşînê nîne lewra têkoşîneka bêhempa ye. Ji ber vê jî zûbizû nayê fêmkirin ku bê ka Rêbertî çawa têkoşîyaye!
Dijîtîya ku di vê demê da hatîye kirin girîng e. Hekena dê dîroka Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd dê baş neyê zanîn. Ji sala 1973an heta sala 1978an, hin partî, rêxistin, îstixbarata dewletê bi giranî dijîtîya koma apoyîyan kirîye û zirarê mezin gihandîye komê. Tevî êrîşên dewletê yên rasterast û nerasterast, hin partî û rêxistinên tirkan û kurdan jî êrîş kirine. Ji vana Halkın Kurtuluşu (HK) Kurdistan Ulusal Kurtuluşçuları (KUK) e. Wekî rêxistineka dij-kontra Stêrka Sor bi awayekî xeter li dijî koma apoyîyan çek bikar anîye. Lê di dawîyê da ev rêxistina kontra ji holê hatîye rakirin. Di vê demê da kesinên ne serwext û ne têgihîştî ketine bin bandora dijberan û ji komê veqetîyane. Bi vî awayî hem rasterast hem jî nerasterast bandora dijîtîyan li koma apoyîyan bûye.
Ji Damezirandina PKKê Heta Pêngava 15ê Tebaxê
PKK di dîroka 27ê Çirîya Paşîn 1978an, li Licêya Amedê, li gundê Fîsê hatîye damezirandin. Bîst û du kes beşdarî kongreya damezirandinê bûn. Ji van beşdarvanan hinek di dem û cihên cuda da dest bi dijîtîya PKKê kirin. Hinek ji van hatin cezakirin û hinek ji van jî hîna jî dijîtîya PKKê dikin.
Şahîn Donmez yê ku beşdarî kongreya damezirandina PKKê bûbû, dema ji alîyê dewleta tirkan ve hat desteser kirin, di cih da radest bû û dest bi dijîtîyê kir. Li zindana Amedê -ku bi êşkenceyên xwe di dinyayê da deng veda- Şahîn Donmez li dijî hevalên xwe yên têkoşînê hovîtî nîşan da. Ji rê derketinek bi sosret zirar da berxwedêr û doza gelê kurd. Ev kesên wiha dema ji rê derdikevin, ji dijminan xirabtir dibin û mirovbûna xwe bi temamî ji dest didin. Dibin heyînek wisa ku ji dijmin wêdetir in. Ev rasterast dijmintî bû û dihat zanîn.
Mihemed Cahîd Şener jî li zindana Amedê rûyê Şahîn Donmez yê veşartî bû. Li zindanê rêya rast nezelal dikir. Dijberîyeka hizrî û rêxistinî dikir. Li ser kadro û dilxwazên PKKê têkoşîna bîrdozî dikir. Ji vê jî armanc ev bû ku vîna ku radest nabe were şikandin û yên mayî jî radest bigire û bike maşikê destê dijmin. Mihemed Cahîd Şener piştî ku ji zindanê jî derket, dev ji kiryarên xwe yên dijber berneda. Piştî ku ji nava partîyê revîya, xwest partîyekê ava bike û li dijî PKKê têbikoşe. Ev kes dawîya dawî hat cezakirin.
Rêber Evdellah Ocalan li Gelîyê Bekayê konferansa zindanê lidarxist. Konferans 23-28ê tebaxê 1991ê hat lidarxistin. Bi vê konferansê rêya rast ya şoreşê zelal bû û dijberî-tasfîyekarî hat bibinxistin.
Piştî ragihadina damezirandina PKKê, têkoşîna gelê kurd asteka bilindtir girt. Lewra dewleta tirkan kete nav hewldanan ku pêşî li şoreşê bigire. Ji ber ku Rêber Evdellah Ocalan ji vê armanca dewletê têgihîşt, kete nav hewldanan ku partîyê biparêze û têkoşînê bilindtir bike. Rêbertî derket dervayî welat û li welat jî derbeya leşkerî hat kirin. 12ê êlûna 1980 derbeya leşkerî hat ragihandin.
Rêber Evdellah Ocalan li Rojava, Sûrîye û Lubnanê dest bi amadekarîyan kir. Li ser vî esasî kadro hatin û perwerde birin. Kadro vê carê wekî gerîla vedigerîyan welat û li çîyayan belav dibûn. Şerê Filistînê û Îsraîlê sala 1982an dest pê kir. PKK jî beşdarî vî şerî bû. Şehîd jî da. Akademîya Mahsum Korkmaz hat damezirandin. Rêbertî perwerde dida kadroyan. Pirtûkên bingehîn nivîsand. Kongre û konferans hatin lidarxistin. Xebatekî têr û tijî hat kirin lê. Lê dijber jî her hebûn û dijbertîya xwe dikirin. Tevî dijberîya dewletê û hêzên cîhanê yên sermayedar, di nava PKKê da jî dijîtî dihat kirin. Bi vî awayî dijîtî giha astekî. Her ku têkoşîn bilind dibû, dijîtî jî zêde dibû.
Di nav refên PKKê da yên ku dijîtî dikirin Semîr û Bakî Karer bûn. Kesîre Yildirim jî dijîtî dikir. Semîr endamê komîteya navendî ya PKKê bû. Bakî Karer hem birayê şehîdê yekem û pêşeng û cîgirê Rêbertî Hakî Karer bû, hem jî endamê komîteya navendî ya PKKê bû. Kesinên dijberîyê dikin jixwe ne ew kesên ji rêzê ne. Lewra dikarin bi awayekî neyînî bandorê li partîyê bikin.
Di vê demê da çepgirên tirk jî li qada Filistînê ne. Di nav wan da jî dijberî hebû. Hinek ji wan vegerîyabin welatê xwe jî serkeftî nebûn. Yên mayî berê xwe dan Ewropa û ji armanca xwe dûr ketin. Ketin pey jîyana kesayetî û taybet.
Dijberên ku mijara gotinê ne li ser hiş û bawerîya kadroyan kar dikirin. Di vê demê da Semîr digot: “Çûyîna Hekarî mirin e”. Dewletê jî digot: “Em nahêlin yek kes jî derbasî Hekarî bibe”. Bi vî awayî gotinên Semîr û yên dewletê ji hev digirt û hevûdu temam dikir. Rêber Evdellah Ocalan kar dikir ji bo vegera welat. Van dijberan jî kar dikirin ji bo çûyîna Ewropa. Vegera welat bilindkirina têkoşînê, çûyîna Ewropa jî dûrketin ji têkoşînê bû. Dijberan kadro ber bi jîyaneka sivik ve kaş dikirin. Xwestek û arezûyên kesayetî derdixistin pêş. Lêbelê ji bo şoreşê fedakarî û xwebexşî pêwîst bû.
Li qadê perwerde dihat dayîn. Pirtûkên ku rêya şoreşê ronî dikin hatin nivîsandin. Konferans û kongreyên partî hatin lidarxistin. Ji qada Lubnan-Filistînê bi sedan kadro belavî Kurdistanê bûn. Ji bo kar û barên şoreşê, yên dervayî welat kadro hatin gihandin. Alîgir, dilxwaz û kadroyên ku derketibûn dervayî welat, hatin rêxistin kirin. Di encamê da li dervayî welat gel rabû li ser pîyan. Gav bi gav bi hezaran ciwan wekî kadro beşdarî PKKê bûn. Jîyana erzan, sivik, bibin ketî, radestî dagirkeran bûyî bibin ket. Jîyana bi rûmet bi têkoşînê dagirtî bi ser ket.
Ji Salên 1984 Heta 1994
Gava 15ê Tebaxê hat avêtin. Serkeftî, balkêş û rakişîner bû. Coş û xiroş bilind bû. Hêvî bilind bûn. Qidûmê dijmin şikestin. Gelê kurd ji nû ve zindî dibû. Lê mixabin nexweşîyên ku li zindanan da derketin, li qada Filistînê jî derketin, xwe li qada çîyayan jî da der. Kesayeta negihayî ya gelê kurd bi awayekî giştî dibû asteng. Vê kesayetê bi xwe ra kesayetên ne şoreşger, ne hemdem, ne şaristan derdixist. Ev jî dibû sedem ku şerê gerîla wekî pêwîst nemeşe. Sergêrîya-koordîne qada welat wekî ku dihat xwestin tev negerîya. Lewra jî kêmasî hatin jîyin. Di encamê da sala 1986an kongreya PKKê ya sêyem hat bestin. Nirxandinên dîrokî ji alîyê Rêbertî ve hatin kirin. Di rêvebirîya partîyê da guhertin çêbûn. Bi pîlansazîyeka nû dest bi têkoşînê hat kirin. Di navbera kongreya sêyem û çarem da piratîk hat kirin. Di navbera her du kongreyan da fermandarên pêşeng jîyana xwe ji dest dan. Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz), fermandar Erdal (Mustafa Yondem) û fermandar Bedran (Mehmet Sevgat) piştî ku şehîd ketin, fermandarî ma di destê çeteyan da. Di van salan da wekî çete, wekî dijber Cemalê Kor, Zekî, Hogir, Şahîn, Botan û Ebubekir derketin pêş. Wekî fermandarên şoreşê tev negerîyan, Piratîk û şêwazê fermandarîya wan li dijî şoreşê bû. Gelek zirar dan gerîlayan û gel. Hiştin ku li welat êl û gundî li dijî şoreşê rabin. Hiştin ku gundî çeka dijmin rakin û li dijî gerîlayan şer bikin. Bi vê piratîka xwe alîkarî dan dijmin ku bi dijwartirîn şêwaz di ser gel û gerîla da biçe.
Pêşîya pêşketinên ku bi asayî bihatana jîyin, bûn asteng. Rêbertî her sal û demsal dest li rewşê wer dida ku têkoşîna gerîla yekcar bi bin nekeve. Kadroyên gihaştî di Akademîya Mahsum Korkmaz da dihatin gihandin. Ew kadro li welat, li çîyayên Kurdistanê têdikoşîyan û pêşîya serkeftinan vedikirin. Şer êdî şerê ronahî û tarîtîyê bû. Şerê qencî û xirabîyê bû. Şerê şoreş û dij şoreşê bû. Ev şer rasterast li hember dewleta tirk dihat kirin lê belê di nava refên şoreşê da jî heman şer bi awayekî din dihat kirin. Kesayetên kurd di xwe da şer dikirin. Bi vî awayî dibûn şoreşger û gerîla. Kesayetên gihayî di nav yekîneyên gerîlayan da têdikoşîyan. Kesayetên dijber diguhartin. Dianîn li ser rêya rast. Hin kesayet jî hebûn nediguherîn. Di encamê da yan direvîyan û radestê dijmin dibûn, yan jî bi dada şoreşê ra rûbirû diman û dihatin dadgeh kirin.
Kongreya çarem ya PKKê di sala 1990î da li dar ket. Piratîka çar salên dumahîkê hatin nirxandin. Rastî çîye, dijbertî çi ye? Hatin zelal kirin. Şoreşger kî ye, dijşoreşger kî ye? Bi awayekî zelal aşkera bû. PKKê, gerîla, gelê kurd rêya xwe girt û meşîya. Li pêşîya xwe tu astengî nas nekir.
Ji Dema Destpêka Pîlangerî Heta Sala 2004an
Li welatan sosyalîzm piştî bedelên giran pêk hat. Bi taybet li Sovyetê bi deh milyonan mirov canê xwe bexşandin. Lê ya rast sosyalîzm bi awayekî pêk hatibû, ne wekî xwe. Lewra jî dihat gotin sosyalîzma pêkhatî. Piştî heftê salan ev sosyalîzma ku pêk hatibû rûxîya. Salên 1990-91an ev sal bûn ku sosyalîzma pêkhatî rûxîya û dinya serûbin bû. Rêvebirîyên dewletan têk çûn. Di hin dewletan da jî partîyên sosyalîst û kominîst hebûn ew jî ji holê rabûn. Yên mayî jî bêbandor bûn.
PKK tevî ku partîyeka sosyalîst e, lê tim rexne li sosyalîzma pêkhatî dikir. Bi esil û fesil bû. Di Koka xwe da kurdistanî û rojhilata navînî bû. Lewra dema sosyalîzma pêkhatî rûxîya PKK neket. Her li ser lingan ma. Lewra jî tim rûbirûyê êrîşan dibe.
Di sala 1992an êrîş bi ser PKKê da hat. Bi piştgirîya NATOyê êrîş hat kirin. Dewleta tirkan û du partîyên kurd yên Başûrê Kurdistanê êrîş anîn ser PKKê. PKKê xwe parast û di rêka xwe da berdewam kir. Di sala 1993an di encama hin hevdîtinan da PKKê agirbest ragihand. Di sala 1996an da li dijî Rêber Evdellah Ocalan bombe hat teqandin lê tiştek bi Rêbertî nehat. Herî dawî di sala 1998an Rêbertî di nava hewildanan da bû ku pirsgirêka kurd bi rêkên dan û sitandin û bi rêkên sîyasî çareser bike. Nexêr! Ew yek ne ji alîyê hin baskên dewleta tirkan ve, ne jî ji alîyê zirhêzan ve nehat pejirandin. Dihat xwestin ku Rêbertî û partîya xwe ji holê rabin ku karibin koka kurdan biqelînin. Bi vî awayî 9ê çirîya pêşîn komplo hat pêşxistin. Di encamê da Rêber Evdellah Ocalan dîl ket destê tirkan. Dewletan û di nav PKKê da jî dijberan dixwestin dîlgirtina Rêbertî wekî derfetekî bikar bînin û di PKKê da guhartin û veguhartinan çêkin. Lewra ji sala 2000î heta sala 2004ê têkoşîneka navxweyî ya dijwar hate kirin.
Di vê têkoşînê da alî hebûn. Ji vana rewşa YNK hêjayî nirxandinê ye. Demekî ku gerîla vekişîyan Çîyayê Qendîlê bi piştgirîya dewleta tirkan û Îranê, YNK êrîş bir ser gerîlayên PKKê. Dixwest bi dîlgirtin yan jî ji holê rakirina gerîlayan, PKKê teslîm bigire yan jî ji holê rake ku ew jî dihat wateya tunekirina gelê kurd. Esas YNK bi tunekirina PKKê ra xwe jî tune dikir lê ew mejî û hizir di serê wan da tune bû. PKKê şerê parastinê kir, xwe û hebûna xwe parast.
Îcar di nav PKKê da hin kesên sexte çalaktir bûn. Hewl dan piştî dîlgirtina Rêbertî dest deynin ser PKKê û hemû nirxên madî û manewî yê gelê kurd. Kî bûn ew? Di serî de Botan (Nîzametîn Taş) û Ferhat (Osman Ocalan) bû ku Osman di heman demê da birayê Rêber Evdellah Ocalan e.
Armanca yekem şikandina hêza şer a PKKê bû. Jixwe heke hêza şer nebe radest girtina PKKê dê ji bo wan hêsantir bûya. Di PKKê da bîrdozîyeka lîberal ya pergala sermayedar dê bihata bipêşxistin. Sosyalîzm dê di xeyalan da maba. Kadroyên sosyalîst dê bihatana bêbandor kirin yan jî dê bihatana tune kirin. Êdî PKK dê bûba maşikek destê hêzên derve. Noker û hevkarên dagirkeran dê doza kurdî di bazarê da bifirotana.
Piştî ku Rêber Evdellah Ocalan li rewşê serwext bû, dest bi destwerdanê kir. Serhev parêzname amade kir. Bi vî awayî bîrdozîya Tevgera Azadîyê ji nû ve danî pêşîya her kesî. Di heman demê da Rêbertî sitratejî guhart û nûbûn xiste nav bîrdozîya PKKê. Paradîgmaya PKKê destnîşan kir. Ev jî azadî, demokrasî, hawirdorparêzî û azadîya jinê bû. Bi vê re zanista jinê jineolojî-jinnasî pêş xist. Rêber Apo di kadroyan da biryardarî û coş û xiroş pêş xist. Hêza têkoşînkirinê ji nû ve da têkoşeran. Gelê kurd şîyar kir û nehişt bikeve bin bandora dijberan. Di dawîyê da dijber-tasfîyekar ji nav refên partîyê revîyan û xwe spartin xwedîyê xwe. Bi vî awayî PKK, bi giştî Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd, rêyeka dîyarkirî, ronî û zelal da ber xwe û dest bi têkoşînê kirin.
Encam
Divê were zanîn; wekî ku pêxember Zerdeşt di pirtûka pîroz da destnîşan kirîye, qencî û neqencî tim di nava têkoşînê da ne. Li gorî fîzîka kuantomê tim dibetî hene. Her çi dîyarde bi awayekî rêbazrast têkoşîn bike ew serkeftî dibe. Lewra di xwe da hêza têkoşînê dîtin û têkoşîn kirin esasê şoreşa me ye. Di hemû rêxistin, sazî û rehendên Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd da, pêwîste li hember dijberan têkoşîn bi awayekî serkeftî were meşandin. Heke wisa bû dê tim serkeftin yê mafdaran be. Rêya şoreşê dê tim ronî be.
Di Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd da fîltre heye. Herdem nava Tevgera Azadîyê paqij dike. Ev wekî nametekê ye. Di tu tevger û partîyan da ev fîltre tuneye. Lewra bi demê ra nava tevger û partîyan qirêj dibe. Di dawîyê da ev partî û tevger, di nava qirêja xwe da difetisin û tune dibin. Lazime nava partî, sazî, rehend û rêxistinan tim were paqijkirin.
Di pêşengtîya PKKê da Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd, tim bi serkeftî têkoşîyaye. Rêbazê serkeftinê hatîye naskirin û bi başî tê zanîn. Lewra doza gelê Kurd û hemû gelên herêmê dê serkeftî bi rêve biçe û bigihîje armanca xwe.