
Erê Pîro Can
Erê Pîro Can! Ji kur û çawa dest pêbikim? Nizanim! Hemû pênaseyên çêker li te tên, lewra nikarim ji bo te pênaseyek yan du pênaseyan bikim. Hemû bêjeyên dagirtî li te tên, lewra yeko yeko bilêv nakim. Ya rast û aşkera, ya ku ez dizanim; min heval û hogirekî xwe bi fîzîkî wenda kir. Gelê kurd yê têkoşer jî şoreşgerekî bi awayekî fîzîkî ji dest da. Civaknasî-sosyalîzm tu bixwe yî. Ruhê te kominal û ewqas jî kurdewar bû. Li min bibore, ji ber ku min di rûyê te da nedigot, lê niha dibêjim: ”Rastî tu yî û hew”. Ji bo te rexneyên min hebûn, her wiha pêşnîyar jî dihatin kirin. Lêbelê tu pêştira gihayî rastîya rast, lewra hemû rexneyên xwe paş ve dikişînim. Êdî tu rênîşanerê min î. Ez dê tim şopdarê te bim.
Heval û Hogirê Min Î Hêja!
Jîyan çi ye? Jîyan tu bixwe yî. Ji ber ku hemû pakî û xweşîyên bavkalan, dak û dapîran di şexsê te da ji nû ve şînber bûbûn. Ruhê te bi resentîya kurdewar dagirtî bû. Ew kesayeta “torîyan” ku li ser kok û hemdê xwe ye, di te da xweş diberiqî can. Yên wekî te gelek in bêguman, lê ya rast tu yê çendan î ku koça dawî dikî, nema dizanim. Gelên Mêrdîn, Kurdistan bi te û yên wekî te ji nû ve rehê xwe berdidin ji nava axê. Şînberîya kurdewar ya ku li ser erdê ye û dijî, ji ber keda we ye. Tu dê bijî, hûn dê her bijîn di qefsingê nûnifşan da.
Kedkarê Şoreşê
Te jîyaneka bi ked û xwîdan jîyan kir, ji ber ku te ji Rêbertî baş fam dikir. Bi vî avayî kesayeta te ya xwezayî û kesayeta partîyê dibû yek. Lewra te dikarî ji bo şoreşê kedeka bêhempa bidî. Raste ku mirov bibêje -ji destpêkê ve- jîyan bi kedê tê jîyin. Heke keddayîn nebe jîyan yekcar bê wate dibe, mirov ji mirovbûyina xwe derdikeve.
Di rêveçûna dîrokê da, qasî ku kedkar hebûn yên ku ked didizîyan jî hebûn. Di roja me ya îroyîn da keddiz zêdetir bûne, ku tu jî jixwe dizanî. Bavên me, bavkalên me; dayîk û pîrikên me ne ku ked nedidan yan jî kêm ked didan. Na, ne wisa ye, pêşîyên me kedkarên baş bûn timî, lêbelê keda wan dihate mêtin. Di dawîya temenê xwe da ku li xwe vedigerîyan didîtin ku keda wan berhewa bûye, lê êdî ji wan ra dereng bû. Bi awayekî poşmanbûyî û xembar koça xwe ya dawî dikirin, ji ber vê ye ku di encama fêrkerîya fêrkerê mezin da tu, em bûn şoreşger.
Di şoreşê da ked watedartir dibe, kedxwarî bêwate dibe. Bi kedê jîyaneka ewle û aram tê avakirin. Te jî kedeka wisa da ku ji bo gelê me, roj bi roj jîyaneka bi rûmet û şerefmende tê avakirin. Te herî dawî bi salan karekî rêxistinî yê girîng dikir. Te hem xizmeta hevalan hem jî xizmeta gel dikir. Dema ku karekî dihat pêşîya te û ew kelecana ku te jîyan dikir, ji bo pêkanîna kar; ma tu carî tê jibîrkirin! Ji bo te karê partîyê ser her tiştî ra bû. Heke bihata xwestin te ne xew dikir, ne vedihesîyayî, ne jî xwarin dixwar. Te li xwe jî nedinêrî ya heval!
Hevaltîya Te
Wekî ku tê zanîn têkîlîyên civakî hene. Di navbera kur û bav, kur û dê, bira bi bira, xwîşk û bira, birader bi birader, dotmam û pismam û hwd bi awayekî têkilî henin. Hevaltî an ku hevrêtî ne yek ji vanan e, hevaltîyê wekî dîyardeyeka nû di nav refên şoreşê da zîl daye. Di eslê xwe da, bi dehhezaran heval bi ked û xwîna xwe ev dîyarde ava kirin û anîn li rasteyê li ber çavan raxistin û gotin: “Ev e rêya rast, hevaltî, hogirtî û hevrêtî”. Dema hevalan xwestin ji bo hevûdu canê xwe bibexşînin, hevaltî ava bû. Her hevalê ku ji bo heval yan jî hevalan biparêze canê xwe kir mertal, hevrêtî ava bû. Her hevalê ku ji bo hevalên xwe bi pêş bixîne ked da, feraseta çêker ya hevaltîyê ava bû. Ev pênase hemû jî di te da hebûn heval Pîro Can.
Bizane, ku min ji hevaltîya te çêjek girt. Ji ber ku hevaltîya te xwerû bû, li hember her kesekî xwedî heman helwestê yî tu. Lê tu xwedî pîvan û rêgeza yî. Hêrsa te lihember şexs û kiryarên xirab her heye, fît û fen li ber dîwarê dilê te disekinin. Ha wisa jî tu dibî kesekî rastgo û parêzvanê rastîyan.
Tu dilpak î, lewra heskirîyê her kesî yî. Tu qencîxwaz î, lewra kesek nikare xirabîyan li te bike. Tu bi piçûkan ra piçûk, bi mezinan ra mezin î. Di her temenî da heval û hogirên te hene. Wê rojê hevalên te yên piçûk li ber derîyê mala te bûn, situ tewandî li dora xwe dinêrîyan.
Şoreşgerê Qadan, Waran
Te li Ewropa dest pêkir, li Bakur gerîyayî, li Başûr di nava kar û xebat da bûyî û herî dawî li Rojava roj bi roj te keda xwe tevlî têkoşînê kir. Ji serê sibehê heta derengîya rojê te her kar kir. Ew lez û beza te hişt ku kar bi aramî û bê pirsgirêk were kirin. Xeman nexwe! Ev gel û ev ax tu caran te jibîr nake.
Hîna zu bû, lê tu bûyî sitêrkek li asîmanê welat. Ruhê te yê pak tim bi min ra, bi me ra ye. Em ê ji te moral bigirin û xwe bihêztir bikin. Dîwarên mekanên me da wêneyê te dê hebin. Tu dê tim bi me ra bî. Her rêya ku em tê ra biçin, tu dê hevaltîya me bikî. Her warê ku em lê bigerin, tu dê hevrêyê me bî.
Minetdarê te me, baş e ku min hevalekî mîna te nas kir. Her çûk an teyrek li ber çarçiwaya min deyne, ez dê silavên te jê bigirim. Her gul û guldankê ra dê dengê te were min. Em dê her heval û hevrê bimînin.
Ez dê carinan werim serdanîya te yan jî her ku derfet çêbe. Hêvîdar im tim şad û bextewer bî. Niha bimîne di nav xweşîyê da, bimîne li nav gul û kulîlkan da, bi xatirê te.