
BILBIL Û GUL
Bilbilê gazî Gulê kir û got: “Tu çendî celal î
Pir xweşik, rind û zelal î
Narawestî li tu derê ji ber ku tu şîrhelal î
Yeqîn dikim tu delal î”
Gulê bersiv da bilbil û got: “Bilbilê dilkovan î
Pir hêja û dilovan î
Belê zanim tu jî wek min evîndarek kedervan î
Were ba min bi mêvanî”
Bilbilê li Gulê vegerand bi dilekê pir şewat
Got: “Bo te dikim watewat
Ji bo bigîjim evîna te, dikim dua û selewat
Rê nade Bekoyê qewat”
Gulê serê xwe rakir û gotê: “Ey Bekoyê bê bext
Te çavên xwe berdane text
Bi hezaran ji bo min li xwe rakirine çek û rext
Pir nêze ew dem û ew wext”
Bilbilê diljar û evindar qederekê ma bêdeng
Piştra got: “Ey Gula çar reng
Ez jî hazir û amade me bo te bikim şer û ceng
Tu yî dilbera şox û şeng”
Ji Bo Evîna Bilbil û Gulê
Qadên Azad
2020