
GELO SALEK TENÊ SALEK E?
Ser û binê salê
Serê salê binê salê, xwedê kurekî bide vê malê! Erê, lê çima ne keçikek! Pêşîyên me wisa sala nû pêşwazî dikirin. Mirov tim ji sala nû bi hêvî ye, ne wisa? HÊVÎ bi ya min rengdêreka joker e. sala nû ji bo me ne 21ê Adarê ye gelo? Erê, dema ez li gund, sersala me hem sersal bû hem jî cejneka kevnar a kurdî bû. Lê ku ez bûm bajarî û ez fêrî sersala xelkê jî bûm! Niha du sersalan pîroz dikim. Gelo serê salê heta binê salê çi bûyer rû dan? Ez dê bi kurtî binivîsim li gel şîroveyên xwe.
Peyamên serê salê
Gel, hêz, partî û rêxistin dewleta netewe di serê salê da peyamên xwe didin. Du hêzên dijberî hev jî peyaman didin hev. Çi bi başî çi bi xirabî lê peyamên xwe digihînin hev. Bi awayekî ji awayan.
Mînakek
Ez li Gabarê bûm, Sala 2004an diqedîya. Em diketin sala 2005an. Dema saet bû 12:00 û sal diqulipî, helîkopterên şer ên tirkan, bi tîpên xwe yên kobra hatin û di ser me da roket barandin. Têra xwe guleyên agirî reşandin û çûn. Me di nav xwe da guftûgo kir. Me got: “Me ji hev fêm kir, tirko”!
Îcar serê salê di eslê xwe da, ji bo me 23-24ê avrêlê dest pêkir. Roja ku tirkên faşîst qira ermenan birin. Tam di wê rojê, wê şevê da tirkên bê esil êrîşekî nedîtî kirin. Xwestin peyama xwe bigînin Tevgera Azadîyê ya Gelê Kurd. Xwestin bi vê êrîşê dest bi ji holê rakirina kurdên xwedî keramet bikin. Lêêê! Li Garêya şêr û şêrejinan dijminê xwe baş nas dikirin. Lewra ji bo wan kêmkerametan bersivekî baş amade kiribûn. Serê salê bi êrîşbirina li ser Garê hat fêmkirin ku dê sal çawa û bi çi rengî derbas bibe. Binê salê li Kobanî 25.12.2021an tirkan rûyê xwe yê kujer dîsa nîşan da. Bi kurtî dewleta hov bi temamê salê li Kurdistanê û derva her di nava êrîşan da bû. Tevî ku bi hêzên cîhanî ra êrîşî kurdan dikin, tirkên faşîst û desthilata wan serkeftî nebû. Yê di rêya xwe da ji xwe bi bawer dimeşe gelê kurd e. Ji ber ku li çîya, gund û bajaran berxwedanîyekî domdar heye. Heke em li rewşa dewleta tirkan binêrin, di nava qirêj û gemarê da digewize.
Rêbertî û gelê xwe
Di meha adara 2021an da li gel Rêber Apo têkilîyeka telefonî hat sazkirin. Lêbelê di nava çend deqeyan da telefon hat birîn. Wekî din jî tu agahî di derbarê Rêbertîya me da tune ye. Tevahîya salê gelê kurd ji bo Rêberê xwe li ser pîyan bû. Bi çalakîyên cihêreng xwedî li Rêbertîya xwe derketin. Di heman demê da tim bang li wijdana mirovahîyê jî kirin. Di encamê da di asta dinyayê da gelek rewşenbîr, fîlozof, akademîsyen û hwd xwedî li Rêber Apo derketin. Di raya giştî ya gelan da Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo tim di rojevê da bû. Di nav kurdan da û di asta Dinyayê da bi mîlyonan mirov xwe bi bîrewerîya Rêbertî perwerde dikin. Dixwazin bi ronahîya Rêber Apo paşeroja xwe ronî bikin. Ev jî girîngtirîn serkeftina Rêbertî ye ku dîyarî gelan kirîye. Di sala 2021an da, di vî warî da gavên tekuz hatin avêtin.
Hestên Netewî û Netewa Demokratîk
Di vê salê da xiyanet û nokerî li ser kar bû. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Zirarên ku gihandin têkoşîna gelê kurd ne hindik bûn. Li Bakurê Kurdistanê kes û komik xebitîn. Li Rojavayê Kurdistanê her wisa. Lê îsal baştirîn sal bû ku gelê kurd rûyê rast yê xayin û nokeran nas kir. Êdî gotin nema tê kirin. Ji ber ku her tişt bi dîmen, wêne û belge li ber çavan in. Êdî xeta azadîyê zelaltir bûye. Xeta xiyanetê jî baş hatîye naskirin. Xayin êdî nikarin rûyê xwe bipêçin û gel bixapînin. Ev jî serkeftineka vê salê ye.
Di gelê kurd da hestên netewîbûnê bilind bûn. Çi gelê ku li ser erdê xwe ye, çi gelê ku li dîaspora dijî; heman hest û bîrbirinê dikin. Hest û xwestekên xwe azadkirinê di gelê me da gihaye asta herî bilind. Lewra jî pêşîya me vekirîye û em dê bi serkeftinên nû dîrokeka ku nifşên nû pê şanaz bin tê nivîsandin. Bawerîya bi Netewa Demokratîk bilindtir û geştir bû. Tevî ku bi awayekî sexte qala dewleta netewe ya kurdî dihate kirin jî kurdan ji Netewa Demokratîk û Rêvebirîyên Xweser zêdetir bawer kir û lê xwedî derket. Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û di asta Dinyayê da jî hat dîtin ku; Netewa Demokratîk baştirîn pergal e ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi pêş da birina gelan.
Di warê xwedîderketin û pêşxistina ziman û çanda kurdî da çalakîyên baş hebûn. Wêjeya kurdî zêdetir ser hemdê xwe da hat. Sînema û muzîka kurdî berhemên nû pêşkêşî gel kir. Bi hêvî me, heta deh salên din, di van mijaran da dê gavên mezin werin avêtin.
Encam
Têkoşîna me wekî dîwarekî ye. Her roj tê lêkirin. Keda her kesekî welatparêz têda heye. Lê keda herî mezin yê Rêbertî û şehîdan e. li zîndan sekna bi rûmet jî tevkarîyeka girîng e. em şoreşa xwe dirêsin. Di sala nû da jî em dê bêwestan têbikoşin. Pir bi hêvî me ku sala 2022an dê bibe saleka kurdî.