
EY LAWÊ KURD
Serî rake û şîyar be, tu ji xewa mirinê
Deşt û çîya, wa ye li benda te ne, ey lawê kurd,
Ma tu nabînî Efrîn, Şingal û Serêkanîyê
Rake çek û rext, berê xwe bide şer, ey lawê kurd,
Ma te çi zû ji bîr kir, Amed, Nisêbîn û Cizîr
Êrîş bike wek şêr, hilde tola wan, ey lewê kurd,
Bîra xwe bîne, Helepçe, Dêrsim, Gelîyê Zîlan
Bi ruhê Elîşêran, tu her lêde, ey lawê kurd,
Pir şerm e ji te ra, ma tu nînî nevîyê Kawa
Hilde çakûç û das, dakeve qadê, ey lawê kurd,
Baş guh bide, gotinên bapîrê xwe, Zerdeştê Kal
Bi zikir û fikir, çalak be li pêş, ey lawê kurd,
Tu kurê dayîka xwedawendan î, serî nadine qet
Bi zanistî dijmin dîn û har bike, ey lawê kurd,
Netirse ji ar û agir, bibe şopdarê Manî
Bi hêrs û kîna xwe, tu li ber xwe de, ey lawê kurd,
Xewn û xeyalên Ehmedê Xanî bîne bîra xwe
Bi kelecana, eşqa Mem û Zîn rabe, ey lawê kurd,
Tu bixwîne, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran
Da ku têr û tejî bî, li meydanê, ey lawê kurd,
Tu bi bîra xwe bîne, Şêx Ubeydullahê Nehrî
Bi xwasteka, serxwebûnê derkeve, ey lawê kurd,
Birîna Mehabad, hêj di dilê me da ye wek ar
Bi vîna Qadî Mihemed, serî hilde, ey lawê kurd
Gotina Şêx Seîd, tu wek guhar, bixe guhê xwe
Newe lîstokên, gemar û xiraban, ey lawê kurd,
Berxwedana zindana Amedê, bîne bîra xwe
Ji Mazlum û Xeyrîyan, hêz bigire, ey lawê kurd,
Ma tu dê heya kengî, çav û guhên xwe bigirî
Welat kirin çar par, tu di xew da yî, ey lawê kurd,
Şewitandin, hemû çîya, rêl , gelî û daristan
Ma ne eybe ji te ra, rabe ser xwe, ey lawê kurd,
Beton kirin kanîyên welat, hişk û zûwa kirin
Çima tu napeyîvî û napirsî, ey lawê kurd,
Wêran û talan kirin, hemû dehl, rez û baxên te
Tu dîsa, naherikî ji cihê xwe, ey lawê kurd,
Şeref û namus ev in, tu qet wana ji bîr neke
Piştî vana tev çûn, tu yî çi bikî, ey lawê kurd
Tu her çi bikî bike, bese êdî ev bêdengî
Dem, dema azadîya Rêbertî ye, ey lawê kurd
Rojava, Dêrik
Şoreş Ûzîmî
08.12.2021