
Bîranînek ji 58 rojan
Piştî jiyana şazde sal a gund derbasî metropolê bûm. Dema ez derbasî metropolê bûm di wir de hinek tişt diqewimîn. Ev kiryarên dewleta tirk hîşt ku hestên welatparêziyê di min de pêş bikevin. Di vê demê de şerê Kobanî jî dest pêkir. Vî şerî dinya, alem hejand. Bi vê re kîneke mezin di min de ava bû. Lewre min dixwest beşdarî şoreşê bibim. Paşê min biryara xwe da û beşdarê şoreşê bûm. Paşê bi alikariya şoreşgeran ji Dîlokê derbasî Efrînê bûm. Heta şerê ku li Efrînê derket (Berxwedana Serdemê) û ta dawîya şer ez li Efrînê mam. Min perwerdeya bingehîn û yên biranşan di Efrînê de dît.
Ez dema li Efrînê bûm, beriya ku şer derkeve, min li ser branşa fûzeyê perwerde dît. Me dixwest em hînî fûzeyê bibin da ku şerek derkeve em rista xwe bilîzin. Destpêkê derfetên perwerde dîtinê zêde tunebû. Bi rêya hinek rêxistinan ku mamosteyên wan yên fûzeyê hebûn me xwe perwerde dikir. Tiştên ku hevalên me dizanîn jî hebûn û zanebûna xwe didan hev û dû. Bi vî awayî hêdî hêdî em fêr bûn. Tiştên ku em fêr bûn me wek broşûrekê jê nivîsand û belav kir. Bi vî rengî hêza me ya xwe perwerdekirinê derket holê. Em wek dewletan nebûn, lê em şervanê gelê xwe bûn û bi derfetên herî kêm me xwe pêş dixist. Ev jî yek ji taybetmendiyên şerên gel ku xwe dispêre hêzên cewherî ye.
Piştî ku me xwe wisa fêrî perwerdê kir û şûn de şer derket. Lê beriya şer me amadekariyên xwe di milê sînorê Tirkya de zêde nekiribû. Me wisa bawer dikir ku heke dewleta Tirk şer jî bike dê di rêka çeteyên xwe re bike. Ew bi xwe rasterast dê nekeve nava şer. Lewre me amadekarî di milê Şehba û Ezazê de li hember çeteyan dikir. Dema li ser sînor şer derket, me piranî giraniya xwe da ser sînor. Cara yekê ye ku em li hember hêzeke ewqas mezin û xwediyê teknîka herî pêşketî wek hêzeke biçûk berxwedaniyê dikin. Tê zanîn artêşa Tirk artêşeke duyemîn ya NATO ye. 58 rojan çi teknîka di destên wan de hebû bikaranîn. Li hember vê êrîşa ewqas hovane berxwedaniya ku hate kirin jî dîrokî bû. Ev berxwedan pêwîste di vê astê de were destgirtin. Di vî şerî de tişta me fêm kir; hêzeke biçûk heke xwe perwerde bike dikare li hemberî dewletan jî şer bike. Şervanên ku bê ezmûn bûn, caran şer nedîtibûn, di vî şerî de bûn xwedî ezmûneke baş. Li gel vê yekê hin kêmasiyên me jî çêbûn. Di dema şer de û pişt re her şervanek bi fikir û ramanê xwe tevlî nîqaşan dibûn.
Di destpêka şer de ez li milê Reco bûm. Li wir fûzevan tenê ez bûm. Li wir heval hebûn û nû şer derdiket. Firoke zêde nedihatin. Çete ketibûn Girê Kevirê Ker. Hevalan êrîşî wir kirin û gir careke din ji destê çeteyan girtin. Vê carê jî çeteyan di milên dîtir de êrîş dikirin. Ez jî di nav operasyonan de bûm.
Rojekê çeteyan serê sibê saet şeşan de êrîş kirin. Şer heta nehê şevê dewam kir. Di vî şerî de moral û motîvasyona hevalan tam bû. Paşê hevalan gavekê paş de hatin. Heval komî ser hev bûn. Di nava rojê de baran û mij hebû. Li erdê herî hebû. Di komkirina kel û pelan de zehmetî hebû, lê hevalan alikariya hev û du dikirin û kel û pelên xwe didan hev.
Dijmin li gel êrîşên hewayî bi topan û obusan jî pir zêde êrîş dikir. Di vê navberê de firokeyên keşfê dîmenên hevalan girtin û li hevalan dan. Di vê lêdanê de heft heval birîndar bûn û du heval jî di cih de şehîd ketin. Hevalên birîndar me bi xwe rakirin nexweşxaneyê. Piraniya birîndaran lingên wan qut bûbûn. Hevalên birîndar bi moral bûn û di heman demê de moral didan dora xwe jî. Me ji wan moral digirt. Ji ber rewş wisa bû di me de hêza şerkirinê xurt-tir dibû û me bi xurtî şer dikir. Wisa me dikarî li hember çeteyan ber xwe bida.
Ji ber berxwedaniya hevalan çete bi xwe jî ecêb diman. Çeteyan nedikarî şer bikin, lê ew ajotibûn nav bejahiya Efrînê û deriyê sînor jî li wan girtibûn. Artêşa Tirk ji wan re digot: An hûn ê herin şer bikin an jî heke hûn paş ve vegerin em ê li we bidin. Bi vî rengî dewleta Tirk çete neçarî şerkirinê dikirin.
Her ku çû lêdana firokeyan zêde bû. Lewre hevalan zehmetî dikişandin. Firokeyên keşfê û yên şer bi hev re radibûn. Roja destpêkê dewleta Tirk heftê û du firoke rakirin ser me. Ev êrîşeke hewayî ya wisa dewlet li hember dewleta nakin, lê li hember me hat kirin. Di şer de dijmin hemû cureyên çekan bikar anî, da ku karibe Efrînê dagîr bike. Dijmin digot: ˝Ez ê di sê rojan de Efrînê dagîr bikim˝. Lê belê hesabê malê yê tirkan û hesabê bazarê hev negirt.
Demên destpêkê dijmin pir pêş de nehatibû, lê wekî ku zaf pêş de hatiye dida nîşandan. Bi vî rengî dewletê şerê çekdarî û yê derûnî bi hev re dikir. Dijmin dema ket gundên li ser sînor hevalan jî li ser wan çalakî dikirin û Çekên wan desteser dikirin.
Dema dijmin firokeyên keşfê û yên şer pir zêde bikar dianî heval birîndar û şehîd dibûn. Lewre hevalan di mij û baranê de çalakî li dar dixistin ku teknîka wan li ser hevalan bêbandor bibe. Hevalan di bin baranê de diçûn çalakî dikirin. Heval şil dibûn û diman nava heriyê de. Li gel van zehmetiyan morala hevalan di cih de bû.
Min wek fuzeciyek di xeta Bilbilê de jî cih digirt. Destpêkê dema ez hatim eniya Bilbilê, me zêde bejahî nas nedikir. Destpêkê em çûn di Şêx Xûrzê de me keşifek kir. Tank herî zêde di vir de diman. Rojekê me keşif kir û roja duyemîn me kemîn danî. Fûzeyên me bi me re bûn. Fuzeyên konkurs. Qaîdeyek û du roket li gel me hebûn. Dema em di kemînê de bûn tankên wan derketin. Wê demê me derfet dît ku em fûzeyan biavêjin. Min fûze avêt û fûze çû tankê ket. Tank teqiya. Ji ber ku di tankê de cepxanê hebû teqîneke mezin çêbû. Di der û dora tankê de sê maşîneyên din yên cepxaneyê hebûn, teqîna tankê bandor li wan kir û ew jî teqîyan. Bi van teqînan re dengek, duman û agir bilind rabû. Ev çalakiya me ji bo hevalan bû moraleke baş. Dîmenên vê çalakiyê jî hatine kişandin û di ragihandinê de derketine û her kesî dîtine. Piştî vê çalakiyê hin hevalên me çûn xetên pêş û çalakiyên pir bi bandor li dar xistin.
Em di nava tevgerê de bûn. Me dît maşîneyeke çeteyan ji bo piştgiriya çeteyan tê. Ji bo lêdana vê maşîneyê me xwe da ser girekî bilind. Dema maşîne kete hedefê me bi fûzeyê lê da. Maşîne teqîya û hevalan dest bi çalakiyê kirin. Di encamê de bîst û heşt çete hatin kuştin û gelek birîndarên wan çêbûn. Hevalan çek û kel û pelên çeteyan jî desteser kirin û anîn. Milê Şêx Xûrzê me karî em çalakiyeke wisa bi bandor bikin.
Hevalên me her tim di nava çalakiyan de bûn. Li gel çalakiyên me çalakiyên suîkast û yên sabotajê jî dihatin kirin û wan çalakiyan bandoreke mezin li ser dijmin dikir.
Ruxmî ku teknolojiya herî pêşketî di destê dijmin de bû, lê psîkolojiya wan li gor ya me pir xirab bû. Ji xwe di şer de rola psîkolojiyê pir girîng e. Heke hêzeke şer di milê psîkolojiyê de têk biçe nikare şer bike. Rewşa dijmin jî ew bû. Nedikarî şer bike, lê teknîk zaf bikar dianî û bi vî rengî dikarî bi pêş de were.
Piştî lêdana bi fûzeyan dijmin êdî tankên xwe yên Leopar û M-60 nedida pêş.Di Mabeta, Şera û Cindirêsê de hevalan gelek tankên wan teqandibûn. Heval Enver û Dilşêr ku fûzevan bûn rola xwe pir baş lîstin û paşê şehîd ketin. Hevalê Enver du maşîneyên dijmin yek Mekzemîn yek jî Toyota tune dike û dema ji çalakiyê şûn de tê firoke lê dide û şehîd dikeve. Hevalê Dilşêr di bikaranîna fûze de kevin û bi ezmûn bû. Xwesteka wî ji bo karê wî pir zêde hebû. Gor xwesteka xwe kete nav pratîkê. Di pratîkê de rola xwe lîst. Gelek caran diçû nav dijmin. Xwe nêzikî karakolê dijmin dikir. Çalakî dikir û dizivirî dihat. Di milê taktîk pêkanînê de jîhatî bû. Hevalê Dilşêr çeka xwe bicih dikir, bi saetan di bin darekê de dima. Ji bo ku keşif wî nebîne. Carna deh metro cih diguhert û ji ber hebûna keşfê heta êvarê di cih de dima, bi şev di heman cihî de diraza, sibê re radibû diçû. Ji bo çalakiyan çi pêwîst ba dikir.
Heval di şer de şehîd diketin. Hinak heval birîndar dibûn û dikirin qîrîn digotin: ˝Hevalan werin me xelas bikin˝. Hevrêtiya me pir xurt bû. Lewre hevalan diçûn birîndar xelas dikirin. Carna hevalên ku ji bo xelasiya hevalan diçûn birîndar dibûn hinek heval jî şehîd diketin. Bi vî rengî zehmetiyên mezin hebûn, lê hevalan li hember dijmin bi ya xwe dikirin.
Hatina dijmin ya destpêkê û ya dawiyê ne wek hev bû. Destpêkê bi maşîneyên zêde û bi hejmareke zêde dihat. Ji ber vê roleke fûzevanan çêdibû û hevalan li Grup, tank û BMB yên wan didan û dijmin dikûştin. Piştî demekê dijmin bi xwe hesiya û makîneyên zirxî di qada şer de kêm kirin.
Li gundê Kotana Girêdayî Bilbilê çalakiyek hat kirin. Li wê derê hevalan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Hevalan amadekariyên çalakiyê baş kiribûn. Ji xwe çete dema dikevin gundekî gund digirin, lê pêşiya dijminê xwe saxlem nakin. Karê kesî bi pêşî tune ye. Hemû talanker in tên dikevin malan û malan talan dikin. Çi makîne, traktor û hwd hebe didizin. Di hişên çeteyan de ew tişt heye. Tedbîrên leşkerî nedigirtin, tenê dixwestin di gundan de malê gundiyan talan bikin. Dema hevalan dîtin ku tevgera çeteyan wisa ye tektîk dane meşandin. Di malan û maşîneyan de mayin danîn. Di gundê Kotana de hevalan cîbeke luks mayin kiribûn. Dema çete dikevin gund ev cîb balê dikişîne. Dora bîst û pênc çeteyan xwe nêzî cîbê dikin. Di wê kêliyê de hevalan cîbê diteqînin û tevahî çete hatin kuştin.
Carna çeteyan mayinên bicihkirî vedikirin. Dema hevalan dît wisa mayinan vedikin, tektîkeke dîtir dane xebitandin. Du mayin hev re danîn. Dema pisporekî mayinan ê çeteyan hat ku mayinê veke yek mayin vekir û yê din pê de teqîya û ev pisporê mayinan yê çeteyan di wir de mir. Vê çalakiyê di dilê dijmin de tirseke mezin çêkir.
Dema giraniya şer kete milê Şera em jî weke piştgirî çûn. Di cihekî de çend caran maşîneyek hat û çû. Dema wisa hat û çû me fêm kir ku di wê maşîneyê de tiştek heye. Lewre em çûn û me çeperên xwe hazir kirin. Me dê kemîn danîba. Paşê ber sibê re saet çaran de em rabûn û ber bi cihê kemînê ve çûn. Me di çeper de xwe bicih kir. Kameraya xwe amade kir. Paşê em man benda maşîneyê ku were. Hedef hat û pêşiya malekê sekinî. Di wê demê de me fûze avêt û bi teqîneke mezin maşîne teqiya. Bi teqînê re çeteyan tirseke mezin jiyan kirin û gund vala kirin û çûn. Gund gundê Berav bû û di dolê de bû. Ji parastinê re jî ne guncaw bû.
Di milê erzaq de me zehmetî nedikişand. Gelek caran gel ji me re xwarin û vexwarin dianî. Carna jî em bixwe diçûn û me pêwîstiyên xwe bi xwe dianî. Hevalên lojîstîkê jî, ji me re pêwîstiyên me dianîn. Me jî pêwîstîyên xwe yê 2-3 rojan bi xwe re radikir. Em birçî nediman, lê hinek hevalên me li ser girên stratejîk bûn wana carna zehmetî dikişandin. Ji ber ku çavên dijmin her tim li ser wan bû, pêwîstiyên wan hevalan bicih nedibûn. Çeteyên ku dihatin şer birçî dibûn û mirîşkên ku didîtin didizîn. Jixwe her kesî navê çeteyan kiribû ˝mirîşkdiz.˝ Çeteyek me dîl girtibû wî jî wisa vedigot, digot: ˝Ji ber ku em birçîne mirîşkan didizin û dibin˝.
Di şer de hevalên ciwan jî hebûn. Lê belê wisa pijiyabûn bûbûn weke miroveke/î zana. Ev hevalana di çûyina ser dijmin de pir wêrek bûn. Çavnetirs û hêja bûn. Dema min ev hevalên wisa didîtin germahiyek di min de çêdibû. Lewre min dixwest ez derbên giran li dijmin bixim. Di şer de arzuya her hevalekî ji bo şerkirinê di asta herî jor de hebû.
Di dema şer de dijmin gelek mirovên medenî jî kirin armanc. Ew an şehîd an jî birîndar kirin. Artêşa tirk û çeteyên wê bi vî rengî li gor exlaqê şer tev negeriyan. Gundiyên ku gundê xwe diterikandin û dihatin navenda Efrînê di rê de rastî êrîşan dihatin. Dijmin sekvanên xwe li ser van gelên medenî perwerde dikir û di rêyan de medenî dikuştin. Di gundê Meydana de gelek mal şewitandin. Ji ber çi? Ji ber ku ew welatparêz bûn. Gelê me dewleta tirk, çete û sîstema wan pesend nedikirin. Dijmin jî bi hovane ew dikirin armanc û şehîd dixistin.
Berxwedaniyê du mehan ajot. Yên ku di şer de rola xwe lîstin hevalên şehîd in. Ez jî li kêleka wan şehîdan bûm. Tiştê ku ji destê min dihat min kir. Di dawiya 58 rojan ku tijî berxwedanî bû, em ji Efrînê vekişiyan û hatin kantona Şehba.
* Vegotin: Zana Andok