Helbest Jîyan E – 5

Gotar

Fina

Şoreşê Ûzîmî

GIRÊDANA DEMÊ BI HELBESTÊ RA

Ji bo em têkilîya dem û helbestê bi her alîyan ve raxînin ber çavan, pêwîst e em ewil danasîna dem ê bikin. Ji ber ku heta sira demê neyê zelal kirin, mirov nikare bi awayekê şênber hevpeywendîya di navbera dem û helbestê bîne li ber çavan. Dem an jî zeman, bingehê hemû tiştan e. Ji ber girîngîya wê, lazim e mirov baş li ser xala demê bisekine.

Dem an jî zeman çi ye?

Ji avabûna gerdûnê heta çêbûna roj, heyv û stêrkan; ji wan jî heta çêbûna gerstêrkan û heta valahîya atmosferan. Wir jî heta tebeqeyên jêrzemîna cîhana me. Ji vir jî heta bigihêje çêbûna gulekê an jî heta danîna tîp, kîte, peyv û hevokên helbestê, wextek jê ra divê. Ji çêbûna wext bixwe ra jî dîsa dem pêwîst e. Ji ber ku xwe bixwe, xwe diafirîne. Dem dayîka hemû tiştan e. Em zindî tev, dayîka xwe dem ê çêbûne. Nêrîna min a şexsî, tişta em ji ra dibêjin “xwe-da” zeman bixwe ye. Ji ber yê dibe sedem ku em çêbibin, dem e. Her tişt di gerdûna xwe ya taybet da xweyî wextekê ye ku çêdibe. Tu tişt tune ye ku bê wext çêbibe. Eger ku mirov çav li pirtûkên dînî bigerînê Avesta, Tewrat, Încîl, Zebur û Quran bi awayekî azad binirxîne, dê mirov pê bihese ku ew Xwedayê kala wê tê kirin, zeman bixwe ye. Ka em bînin bîra xwe, ka pirtûkên pîroz, ji bo danasîna Xweda çawa şîrove kirine.

1em: Ne jin e, ne jî zilam e.

2em: Ne kurt e, ne jî dirêj e.

3em: Ne dixwe, ne jî vedixwe.

4em: Ne li cihekî ye, li her cihî ye.

5em: Tu kes wê nabîne, lê ew her kesî dibine.

6em: Ji bo her kesî wek hev e û naguhere.

7em: Ew serwerê her tiştî ye.

8em: Kes an jî tu tişt, nikarin bibin wek wê.

9em: Wî her tişt afirandîye.

10em: Her kes muhtacê wê ye, lê ew ne muhtacê tu kesî ye.

11em: Ji kesekî çênebûye. Ne dê heye ne jî bav.

12em: Ew ji kesekî natirse, lê her kes ji wî ditirse.

Wexta mirov van diwazdeh xalên li jor binêre, dê baş were xwîya kirin ku her deh xal jî qala zeman dikin. Ka em yek bi yek li ser van xalan bisekinin.

Xala yekem: Di gerdûnê da, her tiştên ku hene, xwedîyê zayendekî ne. An jî yan nêr e, yan jî mê ye. Hin tişt hene, du zayend bi hev ra jî dibin. Tişta ku zayenda wê ne dîyar e, dem bixwe ye.

Xala duyem: Dîsa tişta ku em bi çavên xwe dibînin, em pê dizanin ka kurt e, yan jî dirêj e. Di vir da jî xwîyaye ku dîsa tişta ne kurtbûna wê, an jî dirêjbûna wê ne dîyar, wext bixwe ye.

Xala sêyem: Hemû zindî -çi mirov dibin, çi jî nebat û çi jî lawir dibin- bi kurtasî, yan vedixwin, yan jî dixwin. Di vir da jî yê ku ne dixwe, ne jî vedixwe, zeman bixwe ye.

Xala çarem: Di gerdûnê da, her tiştek cihê ku lê dimîne, bi çavan jî tê xwîyakirin. Ew tişt tenê li cihekî dikare hebe. Vê xalê da jî dîyar dibe ku tişta li her derê heye, dem bixwe ye.

Xala pêncem: Her zindî, di rewşa xwe ya xweser da, yan bi çavên xwe, yan jî bi hestên xwe yên hundirîn, dikare bibîne. Lê tu zindî nikarin bi tu awayî wext bibînin. Em tenê bi derbasbûna wê dihesin. Wekî din em dikarin dema derbasbûyî hesab bikin. Pê amûran. Mînak jî demjimêr e. Tişta ku em wê nebînin û ew me bibîne, zeman e.

Xala şeşem: Tişta ku qet naguhere û nayê guhertin. Her dayîm wek xwe bimîne, dîsa zeman bixwe ye. Ji ber ku di xweza û gerdûnê da, her tişt tê guhertin û veguhertin.

Xala Heftem: Ji ber ku mirov nikarin hêza wê ya heye bipîve û ne jî bikêşe; ji ber vê sedemê jî dem serwerê her tiştî ye. Tişta ku li her derê jî heye, zeman bixwe ye.

Xala heştem: Di gerdûna me da -hema bêje her tişt- ji hin alîyan ve dişibine hev û din. Hin tişt jî hene, jixwe cêwî ne. Di vir da jî wek wê tu tişt tune be, dem e.

Xala nehem: Me li jorê jî dabû xwîya kirin ku her tişt di demekê xwe heye. Bi dema xwe ra çêdibe. Em mînaka çêbûna zarokekê bidin. Ji bo çêbûna zarokekê neh meh û deh roj zeman pêwîst e. Daku ji dayîk bibe. Yê ku çê dike, an jî diafirîne, wext bixwe ye.

Xala dehem: Ji bo mirov, an jî nebat, jîyana xwe bidomîne, pêwîstî bi hinek alavan çêdibe. Ji bo ev alav çêbibin jî pêwîstî bi demê heye. Mînak: Ji bo gulek çêbibe, pêwîstîya wê bi avê heye. An jî dema mirov birçî dibe, pêwîstî bi nan û avê heye.  Ji bo ev tişt çêbibin jî jê ra wextek divê. Bi kurtasî; her tişt bi demê ra çêdibe. Pêwîstîya her tiştî, bi demê heye. Lê pêwîstîya demê, bi me tune ye.

Xala yazdem: Ez dixwazim di vir da, ji gotina pêşîyên kurdan, yekê bi bîr bînim. Ew jî weha ye: “Her tişt li ser koka xwe şîn dibe”. Tiştek bê kok nîne. Tu tişt bê sedem nîne. Her tişt, an jî kes, xwedîyê bingehekî ye. Xwedîyê destpêkekê ye. Ya bê destpêk û bê bingeh, wext bixwe ye. (Dibe ku hebe jî lê li gorî em pê dizanin tune ye.)

Xala diwazdem: Dema mirov di bûyerên xwezayê da çêdibin dinêre, mirov pir şaş û metel dibe. Mînak: Pir zêdebûna ba û bahozê. Zehfbarîna baran û berfê. Rabûna berfende û lehîyan. Vedana birûsk, ewran tev bi mirovan ra tirsekê çê dike. Ev hemû tiştê ku li jor me anîne ziman, bi wext û demê ra çêdibin.

Mînakeka din jî mirin e. Mirina xwezayê (an jî derveyî xwezayê) bi bihurandina zeman ra tê jîyîn. Ji ber van sedeman jî ne gengaz e ku mirov jê netirse. Yê ku netirse jî zeman bixwe ye. Ji ber ku wext bê mirin e. Yanî Xwedayê ku em kala wê dikin, zeman bixwe ye. Ne tiştek din e.

Li gorî van diwazdeh xalan, pirtûkên pîroz derdikevin pêşîya me. Eger ku em jî alîyê zanistê ve çend tiştan bînin ziman, wê baş be. Di roja me ya îroyîn da, asta ku zanist gihiştîye dide zanîn ku dem bingehê hemû zanistan e. Têgeha wextê serê hemû mirovên zanyar, zanist, feylesof û rêberan êşandîye. Li gorî hinekan zeman, dermanê her tiştî ye. Li gorî hînekan, wext sebir û hedar e. Li gorî hinekan jî dem bihurandina jîyanê ye û hwd. Lê ger mirov nêrînên wan kom bike û yê xwe jî li ser zêde bike; dem enerjîya bê sekin e. Çawa ku enerjî nasekine, her tim herikbar e, zeman jî qet nayê sekinandin. Her timî diherike. Tişta di vir da mirov bikelecan dike jî ev e. Dema mirov tevgerên pirtikên jêr atomê bi çavên tazî lê binêre, dê mirov bibîne ku ew enerjîya van dixe tevgerê, zeman bixwe ye. Gorî nêrîna min, bingehê enerjîyê bixwe jî wext bixwe ye. Îcar, dema mirov bi hestên kuantumîk li mijarê binêre û şîrove bike, dê mirov ber bi encamê ve bibe. Ew Xwedayê ewqas em qala wê diken, gelo dibe xwe di hundirê tevgera pirtikên jêr atomê da veşarti be?

Me di beşên derbasbûyî da anîbû zimên. Tevgera pirtikên jêr atomê, bi du cure tev digerin. Hem xwe dikin pêl, hem jî bi tenê serê xwe tev digerin. Tişta di vir da girîng ev e. Ev pirtik kengî tevgera xwe diguherin? Dema ku dizanin çavdêrî li ser wan tê kirin. Rewşa xwe ya tevgerînê diguherin. Pirsa ji vê jî girîntir ev e. Çawa dizanin li ser wan çavdêrî heye? Bi ya min, di vir da, zeman hêmana yekem e. Di navbera guhertina tevgerîna wan da tenê wext derbas dibe. Îcar mirov dikare bi hêsanî bibêje: Zeman Xwedayê em lê digerin bixwe ye. Eger ku em gihiştibin encama xwe ya danasîna wextê, em dê derbasî xala din bibin. Ev jî ev e. Heke zeman bixwe derket ku Xweda ye, li pêşîya me, serxala me jî ji vir û şûnda ev e.


Xweda mezin e. Xweşik e. Bi heybet e. Zana ye. Bê kêmasî ye û hwd. Ev gotin tev ji bo Xweda tên gotin. Ji van jî girîngtir, ev gotin çawa têne gotin? Bi kîjan zimanî? Bi kîjan şêwazî? Dema mirov pirtûkên dînî bi baldarî bixwîne û lê binêre, dê mirov bibîne ku hemû bi şêwazê helbestane hatine danîn.

Jixwe ew bixwe jî di wan pirtûkan da weha dibêje: “Ez sirek bûm. Ji bo werim zanîn, min mirov afirandin”. Mirovan ew bi şêwaza helbest, sitran û ahengên lihevhatî dane nasîn. Ez dê dîsa mînaka dapîra xwe bidim. Dema dapîra min Quran dixwend, malî tev rûdiniştin û guhdar dikirin. Lê me qet tu tişt jî jê fam nedikir. Ez niha tînime bîra xwe, tişta ku ser me bandor dikir, awaz û ahenga wê bû.

Dema mewlûd dihat xwendin, her kesî, bê ku xwe di cihê xwe da bilivîne heta dawîyê guh didayê. Mewlûd bi çend zimanan bû. Ya min xwendî bikurdî bû. Bi şêwaza beytan hatibû nivîsîn. Tev bi kafîye û bi pîvan bû. Yanî bi helbestî bû. Tişta dixwazim bêjim ev e: Xweda bixwe jî xwestîye xwe bi helbestî bide nasîn. Dema mirov dimirin, li ser gora wan lorîkan dibêjin. Yan jî dema dizewicin, sitranên têne gotin tev, bi helbestî ne. Wekî din peyamên pêxemberan, yên arifan, yên mîr û began, yên desthilatdaran jî bi şêwazê helbestî hatine nivîsandin.

Mînaka herî ber çavan, şefê dewleta tirk ya faşist, Erdogan e. Li kû û li kîjan derê, dema dest bi axavtinê dike, bi helbestekê dest pê dike. Ayetên pirtûkên dînî, hedîseyên pêxemberan, şîretên mirovên kamil û fermannameyên împaratoran jî  bi şêwaza helbestê hatine hunandin. Ji ber vê jî milet ji wan bandor bûne. Ji bo mijar pir dirêj nebe, em dê li vir gotara xwe bi encam bikin.

Wek encama vê gotarê: Zeman ji bo helbestê nebe nabe. Ê helbestê bixuliqîne û biafirîne, dem bixwe ye. Em tenê pêdiwîya nivîsandinê pêk tînin.

Mirovên xwedîyê şêwaza helbestî, li gorî yên din, bêhtir xwedîyê îknakirina mirovan in. Ji ber ku dema ziman bi awayê awaz û aheng were bikar anîn, xwedîyê tesîreka pir mezin e. Ev rastî xwe di Tevgera me ya Azadîyê da jî daye pêş. Ji heval Mazlum heta Şehîd Mizgîn, ji wir jî heta Koma Berxwedan, bi vê rolê rabûne. Ji ber ku ev şêwaz xîtabê hestên mirov yên hundirîn dike. Hin caran mirov bi coş û xiroş dibe. Hin caran jî mirov pê xemgîn û dilgerm dibe. Hin caran jî mirov dide kenandin û hin caran jî mirovan dide giryandin. Ji ber vê jî helbest bandorê li şaneyên laşê mirovan dike. Helbest zeman e, zeman jî Xwedê bixwe ye.

Bê helbest, bê zeman û bê Xweda nemînin. Gotara me li vir sergihayî bû. Di gotara bê da, em dê li ser mijara cih û helbestê rawestin. Heta hingî bimînin di xweşîyê da.

- Advertisement -spot_img

Tarîfê Tewr Newe

More Recipes Like This

- Advertisement -spot_img